Şemî, 4 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 4’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd têkoşîna xwe veguherand azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa Azadî ya li Koyê dîsa hat bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Rojên Amarayê li Xelfetiyê bi coş dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD: Di protestoyên Rojava de herî kêm 930 kes hatin binçavkirin, 123 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîgen Yuksekdag tevlî merasîma cenazeyê kekê xwe bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayan 4’ê Nîsanê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê: 4’ê Nîsanê rojbûna hemû gelên bindest e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar li Mexmûrê 4’ê Nîsanê bi girseyî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja sêyemîn a Mihricana Rojên Amarayê bi meşê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zarokên Şengalê rojbûna Rêber Apo pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Dem dema azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ: Em ê erkên xwe heta dawiyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxuyaniya YPJ’ê ya têkildarî bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî: Deriyên Îmraliyê bê vekirin wê aştî bê Tirkiye û Rojhilata Navîn
Rojane

DEM Partî: Deriyên Îmraliyê bê vekirin wê aştî bê Tirkiye û Rojhilata Navîn

Parlamenterên DEM Partiyê êrîşên dagirkeriyê li ber Meclîsê şermezar kirin. Wekîlan gotin, "Deriyên Îmraliyê vekin. Deriyan vekin ku aştî bê herêmê û Tirkiyeyê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Serokwekîlên Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û parlamenteran, li Meclisê êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Çalakî, li Deriyê Çapemeniyê yê Meclisê hat lidarxistin. Di çalakiyê de dovîzên “Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava rûmeta me ye” û “Gelên Rojava bi tenê nînin” hatin hilgirtin. 

Sezaî Temellî di çalakiyê de axivî û got ku têkçûna rejîma Esad ji bo gelên Rojhilata Navîn hêvî ye lê ew ji bo gelên Sûriyeyê gelek bihêvî nînin. Temellî, bal kişand ser helwesta Tirkiyeyê ya di mijara Sûriyeyê de û got: “Geşedanên li Sûriyeyê, krîza heyî mezin dike û xetereyên li ser gelan mezin dike.”

Temellî, diyar kir ku ji bo aştiya Tirkiyeyê û bidawîbûna krîzên li Rojhilata Navîn divê pevçûn bi dawî bibin û divê Tirkiye jî di vê çarçoveyê de gavan biavêje. Temellî, ji bo gotina Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ku gotibû “xwe hinek nû bikin” jî ev bersiv da: “Em jî ji wezîrê karên derve re dibêjin ku divê tişta were nûkirin polîtîkaya we û feraseta we ye. Tevî krîza 13 salan a li Sûriyeyê jî we ji xwe re ders negirtine û hûn hewl didin bêîstîqrariyê bidomînin. OSO’yî, SMO’yî berhemên DAIŞ, El Nusra û rêxistinên din ên terorê ne. Hûn bi van re siyasetê ava dikin û ev yek deraqilî ye. Tekane hêza ku li wir dikare demokratîkbûnê pêk bîne û rê li ber îstîqrarê veke, Hêzên Sûriyeya Demokratîk in. Guftûgo, aştî û pêvajoyeke muzakereyan a bi wan re dê ji bo pêşeroja Sûriye û herêmê baş bibe. Heke hûn qala nûbûnê bikin, tam jî li vir lê bigerin. Yên vê herêmê hedef digirin, dê li dîwar biqelibin û dê bibin mehkûmên çiravê.”

Temellî, wiha domand: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din xetereya DAIŞ’ê mezin bû. Sedema vê jî hedefgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Lê em li Sûriye û Tirkiyeyê aştiyê dixwazin. Rêya aştiyê jî gavavêtina Tirkiyeyê ye. Ji 1’ê Cotmehê ve ye hûn qala destê aştiyê dikn. Heke daxwaza we ya vekirina deriyên guftûgoyê hebe, wê demê ji ewil deriyên Îmraliyê vekin. Bi vê re bila rêya aştiyê li Tirkiye û herêmê vebe. Em careke din bang li desthilatdariyê dikin; ji vê polîtîkaya xwe ya xelet vegerin û ji bo tifaqa kurd-tirkan rêya aştiyê vekin.”

Temellî, bang li partiyên muxalefetê jî kir ku polîtîkaya hundir û derve bi hev re binirxînin û li cem gelên kurd û tirk û kedkaran cih bigirin.

Gulistan Kiliç Koçyîgît jî bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û got ku ji bêdengiya îktîdarê ya li hemberî HTŞ’ê dibînin ku têkiliya wan pê re heye. Gulistan Kiliç Koçyîgît, got ku ji 8’ê Kanûnê ve li Sûriyeyê gelek sûcên şer tên kirin, Elewî tên qetilkirin û înfazkirin. Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku divê Tirkiye li Sûriyeyê ne xwedî roleke rê li ber bêîstîqrariyê vedike lê divê ji bo aştiyê û demokratîkbûnê rol bilîze. Gulistan Kiliç Koçyîgît, anî ziman ku divê bi hemû gel, civak û derdorên cuda re guftûgo bên pêşxistin û ev tevek di pêşeroja Sûriyeyê de xwedî gotin bin. Gulistan Kiliç Koçyîgît, got ku Tirkiye di halê hazir de xwedî roleke ku êşên heyî mezintir bike ye.

Gulistan Kiliç Koçyîgît, wiha domand: “Tirkiyeyê, koma SMO’yê ku demekî dirêje xweyî dike û alîkariya çavkanî, lojîstîk, leşkerî û siyasî dide wan, bi ser Kurdan ve şandiye. Ma we dîtiye ku SMO’yê bi HTŞ’ê re şer kiriye? Naxêr. Tenê li dijî Kurdan şer dike. Êrişî xaka Kurdan dikin. Ev yek nîşan dide ku kurdfobiya Tirkiyeyê bingeha hemû polîtîkayên wê ye. Ev jî xizmetê ji çareseriya pirsgirêkan re nake. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bedelên giran hatin dayin. Tu ferqa êrişkirina Kobanê, Qamişlo û Hesekê û kurdên li vir nîne.

Hûn nikarin li hundir qala aştiyê bikin û li derve êrişî kurdên Rojava bikin. Hûn nikarin li hundir destê aştiyê dirêj bikin û li aliyê din ê sînor bombeyan li kurdan bibarînin. Heke hûn bixwazin pirsgirêkê çareser bikin, heke daxwaza we ya aştî û çareseriyê hebe, wê demê hûn mecbûr in destê kurdên li Tirkiyeyê û yên li Rojava bigirin.

Her carê banga ‘Em dixwazin bi Tirkiyeyê re guftûgoyê bikin, pirsgirêka me bi Tirkiyeyê re nîne’ dikin. Li şûna guhên xwe bigirin, lê guhdar bin. Kurdên li Rojava û gelên din ji bo Tirkiyeyê gef nînin. Ewlehiya sînor ne bi top û SÎHA’yan, bi polîtîkaya aştiyê dibe. Em van komkujiyan qebûl nakin. Çeteyên SMO’yê paşve bikişînin.

Weke DEM Partiyê em ê li dijî êriş û komkujiyên çeteyên SMO’yê li qadan bin. Em ê bi tu awayî rê nedin pêvajoyeke nû ya komkujiyan. Em ê bêdeng nemînin. Qada ezmûna aştiya Tirkiyeyê, Rojava ye. Nêzikatiya we ya li hemberî wan Kurdan, dê cidîbûna we nîşan bide.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kobanê 12 cangorî hatin veşartin
Nûçeya Pişt re Omer Ocalan: Abdullah Ocalan got, ‘Em di pêvajoyeke dîrokî de ne’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Li Sûriyê polîtîkaya diyalogê bişopînin, ne ya rageşiyê

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Edeneyê axivî û polîtîkayên aborî, demokrasî û…

Ji aliyê Stêrk TV

DBP’ê bertek nîşanî êrîşa zayendî da

DBP'ê derbarê êrîşa zayendî ya zarokên Şirnexê daxuyanî da û got, "Ev destdirêjiya ku nirxên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 4’Ê NÎSANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd têkoşîna xwe veguherand azadiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kampa Azadî ya li Koyê dîsa hat bombebarankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Mihrîcana Rojên Amarayê li Xelfetiyê bi coş dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?