Buroya Çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî hevdîtina Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bi CHP û Partiya Yenîden Refahê (YRP) re pêk anîn, daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de li ser mijarên ku di civînan de hatine nîqaşkirin agahî hatin dayin û wiha hat gotin: “Di hevdîtinan de li ser mijarên rojane danûstandin hatin kirin û pir berhemdar derbas bû. Di her du serdanan de, siberoja demokratîk a Tirkiyeyê, hevdîtina dawî ya di navbera Birêz Abdullah Ocalan û şandeya partiya me de pêk hat û biryarên kongreya PKK’ê ya ku di 12’ê Gulanê de hatibû ragihandin hatin nirxandin. Her wiha xurtkirina diyaloga di navbera partiyên siyasî de û gavên ji bo aştî û çareseriyê yên di bin banê Meclisa Tirkiyeyê de werin avêtin hatin nîqaşkirin. Di vê çarçoveyê de, li ser girîngiya komîsyonek bi rayeya tam a li Meclîsa Tirkiyeyê were avakirin û rêbaza ku hemû partiyên siyasî beşdarî vê pêvajoyê bibin danûstandin hatin kirin.”
Tê payîn ku serdanên şandeya DEM Partiyê wê roja Înê 23’yê Gulana 2025’an bi Partiya Gelecekê berdewam bike.