În, 10 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Halîde Turkoglû: Em ê nehêlin ku hêviya aştiyê bê têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Oktay Kelebek re yê di greva birçîbûnê de ye şekir nayê dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hasan Kiliç: Ji bo pêvajoya aştiyê dema ‘bendê bimîne û bibîne’ qediya

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Yadê Ûveyş ti carî serî li hember zilmê netewand’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demîr Çelîk: JES a li Gimgimê wê bibe sedema erdhej û qirkirina çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Meseleya Kurd bi nêzîkatiyên rojane çareser nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ serî li Konseya Ewropayê hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê droneyek hate xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya yekemîn a Partiya Ciwan a Êzidî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Partiya Ciwanên Êzidî’ li Şengalê ava bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê berê yê Pirsusê Nahsan Ercan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî: Parastina azadiya zimanan, avakirina azadî û aştiyê civakê ye
Rojane

DEM Partî: Parastina azadiya zimanan, avakirina azadî û aştiyê civakê ye

Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî daxuyanî da û got, “Aştiya civakî ne bi ferzkirina yekperestiyê, li ser bingeha wekhevî û azadiyê bi nasîna ziman, nasname û çandan pêk tê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Sibat 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî daxuyaniyek nivîskî ye.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Yek ji bingehên herî esasî yê hebûna gelan azadiya zimanî ye. Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û tasfiyeyê yên ku li dijî mafê zimanê dayikê tên meşandin, berî her tiştî, pêdiviyeke jêneger a mirovbûnê ye. Zimanê dayikê bîr, nasname û bingeha hebûna azad a gelan e. Parastina vî mafî şertê jêneger ê jiyaneke wekhev, azad û demokratîk a civakî ye. Civakeke ku ji zimanê xwe yê dayikê tê qutkirin, ne tenê bi windakirina zimanekî re; di heman demê de bi xetereya windakirina dîrok, çand, rastiya xwe ya neteweyî û civakî jî re rû bi rû dimîne.

Li Tirkiyeyê têgihiştina netew-dewletê ya yekpare û navendperest a tund, wek duh îro jî li dijî hebûna zimanî û çandî ya gelan polîtîkayên inkâr, asîmîlasyon û tasfiyeyê didomîne. Tevî hemû têkoşîn û daxwazên civakî yên gelê Kurd, polîtîka û sepandinên ku li dijî hebûna gel a zimanî û çandî tên meşandin mînaka herî aşkera ya vê rastiyê ye.

Li Tirkiyeyê di encama polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê de gelek zimanên kevnar gihiştine sînorê windabûnê û ev xetere her roj zêdetir dibe. Ubixî û Yewnaniya Kapadokyayê bi tevahî winda bûne; Zaravayê kevnar ê Kurdî Zazakî/Kirmanckî, herwiha Lazî, Hemşînî, Abazayî, Çerkezî, Suryanî, Yewnaniya Pontusê, Ermeniya Rojavayî û Romanî jî bi xetereyeke micîd a winda bûnê re rû bi rû ne.

Civaka demokratîk jiyaneke wisa ye ku cudahiyan înkar nake, azadiya wan diparêze. Azadiya zimanî rêgeza bingehîn a vê jiyanê ye; hemû mafên derbarê zimanê dayikê de jêneger in. Aştiya civakî ne bi ferzkirina yekperestiyê, li ser bingeha wekhevî û azadiyê bi nasîna ziman, nasname û çandan pêk tê.

Ji ber vê yekê, divê mafê hemû gelan ê fêrbûn, bikaranîn, pêşxistin û wek zimanê perwerdehiyê hilbijartina zimanê dayikê were misogerkirin. Divê jiyana giştî bi têgihiştineke pirzimanî û wekheviyê ji nû ve bê birêkûpêkkirin. Aştiyeke dadwer û civakeke demokratîk tenê li ser bingeha ku ziman azad in dikare were avakirin.

Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku di serî de Birêz Abdullah Ocalan bi hewldanên gelek derdoran heta îro hatiye de, di derbarê vesazkirinên zagonî yên li Meclîsê ku dê bên kirin de hêvî û daxwazên gelê Kurd û hemû gelan aşkera û zelal in. Divê têgihiştinên hiyerarşîk, yekperest, derker, qedexeker û bişavker bi dawî bibin; ne ku hiqûqa serdestan, divê hiqûqa wekhevan bê damezrandin. Di navbera zimanan de ne serwerî, divê aşti; di navbera nasnameyan de ne serdestî, divê wekhevî bê avakirin. Ji bo aştiya civakî, di serî de perwerdehiya bi zimanê dayikê, divê mafên zimanî bên temînkirin û statûya zagonî bê misogerkirin.

Parastina azadiya zimanan, avakirina azadî û aştiyê civakê ye. Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî em carek din dubare dikin: Azadiya ziman bingeha civaka demokratîk û aştiya birûmet e.

Ji ber vê yekê, em gazî hemû kesan dikin ku têkoşîna zimanê dayikê bilind bikin.

Ji hemû zimanan re Wekhevî û Azadî!

Zimanê Dayikê Hebûna Me, Nasnameya Me û Rûmeta Me ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şandeya hikumeta demkî li balafirgeha Qamişloyê
Nûçeya Pişt re Xizmên windayan li çar bajaran daxwaza edaletê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Minbicê du droneyên kamîkaze yên dewleta Tirk hatin xistin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Babê li bejahiya rojava ya Minbicê 2 droneyên kamîkaze yên dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

Fermandara YPJ’ê û şervanê QSD’ê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin

Fermandara YPJ’ê Şîlan Kobanê û şervanê QSD’ê Karker Kobanê li bajarê Kobanê bi merasîmeke girseyî…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Bi milyonan mirov li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin’

Di pîrozbahiya Newrozê ya li Artukluyê de, Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş got: "Bi milyonan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

YE’yê nêzîkî 3 milyar Euro daye gaza Rûsyayê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ serî li Konseya Ewropayê hate dayin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Halîde Turkoglû: Em ê nehêlin ku hêviya aştiyê bê têkbirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Kolombiyayê di encama êrîşa çekdarî de 6 kes hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?