Şemî, 7 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Girtîgeha Dumlu ava vexwarinê nayê dabînkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê Berxwedana Koçgiriyê bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê piştî êrîşê, girtiyên siyasî hatin veguheztin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê rojnamevana ku talankirina daran kiribû nûçe, lêpirsîn hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saritaş: Ocalan stratejîk nêzîk dibe, divê dewlet planê pêşkêş bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokwezîrê Iraqê Sûdanî û Nêçîrvan Barzani bi telefonê axivîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Koyê partiyên Rojhilat 4 car hatin bombebaran kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrîşî Helebce, Soran û Gare hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanaz Îbrahîm: Kurd wê êdî nebin amûrê kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîşî du cihên Hewlêrê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Saziyên Jinan yên Rojhilatê Kurdistanê peyama 8’ê Adarê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo ji tevgera jinan re name şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Ev 8’ê Adar divê veguhere referandûmê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo ji bo 8’ê Adarê danezan amade kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Sibatê de 4 rojnamevan hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Parastina destketiyên jin erka me ya sereke ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî û DBP: Berpirsyarê mirinan DEDAŞ e
Rojane

DEM Partî û DBP: Berpirsyarê mirinan DEDAŞ e

Hevserokên Giştî yên DEM Partî û DBP’ê serdanên xwe yên li herêma şewatê didomînin. Hevserokan diyar kirin ku berpisyar DEDAŞ e û gotin ku ev êş wê bi piştevaniyê bê derbaskirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Qurbaniyên di şewata li navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê ku rû dabû de, hatin veşartin. Serdana şîna qurbaniyan tê kirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari, parlamenter û hevşaredarên DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên sivîl ku şandeyek girseyî pêk dihat, serdana gundê Kelekê ya bi ser Şemrexê ve ku şîna 10 welatiyan lê hatiye dayîn kirin. 

Şandeyê silav dan malbatan, wan hembêz kirin û serxweşiyê ji wan re xwestin. Şandeyê piştî serdana şînê daxuyanî da.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ewilî axivî û diyar kir ku li vê derê bûyerek mezin û giran qewimî ye. Bayindir bi bîr xist ku gelek mirovan di şewatê de jiyana xwe ji dest dane û got: “Em ê mil bidin milê hev û birînên gelê xwe, malbatên xwe bipêçin. Em hemû qurbaniyên xwe bi bîr tînin û ji hemû birîndaran re şîfayê dixwazin.”

Bayindir bi bîr xist ku li Kurdistanê her sal şewat derdikeve û wiha got: “Di vê şewata ku veguherî tofanê DEDAŞ berpirsiyar e. Tevî serlêdanên welatiyan jî DEDAŞ li van gundan dîrekan tamîr nekiriye. Bi her awayî hat îspatkirin. Berpirsiyarê şewatê DEDAŞ e. Em ji kêliya ewil a şewatê ve li vir in. Welatiyên me û me helikopter xwestin, lê helîkopterên vemirandinê neşandin. Saet heta 11’an kesî alîkariya malbatên me nekir. Êşa me giran e, meriv nikare behsa wê bike. Em ê bi saziyên xwe re vê êş û xemê kêm bikin. Înşelah em ê derdê xwe kêm bikin. Em ê bejna xwe li ber van dijminan netewînin. Êşa vî gelî ji nedîtî ve tên û dijminatiyê dikin. Me di medya dîjîtal de dît ku çawa dijminatiya xelkê me dikin. Hindik maye ji bo vê bûyerê li çepikan bidin. Ewqas jî vê dijminatiya xwe mezin kirin. Çi ji destê me were em ê ji bo malbatên xwe bikin.”

Hevsrokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan paşê axivî û bal kişand ser îdiayên cidî yên têkildarî şewatê û xwest ev îdia bên lêkolînkirin. Bakirhan anî ziman ku gelek belge û şahid piştrast dikin ku şewat ji ber kêmasiya DEDAŞ’ê derketiye û got: “Pêwîste ev xemsariya DEDAŞ’ê bi lez û bez were lêkolînkirin. Tevî hişyariyên gelê me jî DEDAŞ xemsar tevgeriyaye. DEDAŞ berpirsiyarê vê şewatê ye. Divê ev der demildest wek herêma afetê bê ragihandin. Pêwîste xesara xelkê me were temînkirin.”

Bakirhan da zanîn ku di serî de şaredariyên wan ên Mêrdîn, Amed, Wanê û şaredariyên navçeyan di nava piştevaniyê û alîkariya gundan de ne û wiha got: “Dema ev dewlet du zindiyan jî li gundan û deverên çiya dibîne, bi dehan helîkopteran radike lê mirovên me û ajalên me li vir dimirin kes viya nabîne. Divê ev yek baş bê zanîn; em ê dest ji vê meseleyê bernedin. Em ê birîn û êşa gelê xwe bipêçin.”

Herî dawî Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari axivî û wiha got: “Îro em êşa ku li vir dibînin me sala par jî li Mereş, Semsûr û Antakyayê dît. Çawa li wan bajaran xemsar tevgeriyan îro li vir jî xemsar tevdigerin. Ez sersaxiyê ji malbatan û gelê kurd re dixwazim. Ez şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazim. Divê ku herêma şewatê wek herêma afete bê ragihandin. Divê ku mexdûriyeta gelê me ji holê rakin.”

Hatimogûllari bal kişand ser kêmasiya DEDAŞ’ê û wiha got: “Pêwîste em xeleka civakî ava bikin û vê xem û tofanê aş bikin. Divê em bi ruhê yekgirtî li ber vê pergala ku xelkê me terkî mirinê dike rabin û bi hevkarî vê xemê dikarin kêm bikin. Mesûliyeta pêşî ya DEDAŞ’ê ye.”

Hatimogûllari bang li rêxistinên ekolojiye û meslekî kir û got pêwîste rapora vê yekê bê amadekirin.

Şande piştî daxuyaniyê çû serdana gundên din.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xizmên windayan li 3 bajaran lêgerîna xwe ya edaletê domandin
Nûçeya Pişt re Rewşa girtiyên nexweş Fatma Ozbay û Edîp Taşar giran e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêber Apo: Pêvajo hatiye asta çareseriya hiqûqî

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku Rêber Apo gotiye, "Rêveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka…

Ji aliyê Stêrk TV

1’ê Îlonê: Aştî tenê bi îradeya hevpar a gelan pêkan e

Aştî bi îradeya hevpar a gelan pêkan e. Eger tenê ji maseya danûstandinê ya dewletan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ûcaman: Li Kurdistanê çandinî bi zanebûn tê têkbirin

Endezyarê Zîreetê Abdussamed Ucaman anî ziman ku li Kurdistanê çandinî bi destê desthilatdariyê tê têkbirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Sekreterê Giştî yê NYˊyê banga agirbest û dîplomasiyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Serokwezîrê Iraqê Sûdanî û Nêçîrvan Barzani bi telefonê axivîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Kongra Star: Heya destkeftiyên jinan mîsoger nebin em ê têkoşîna xwe bidomînin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?