Pêncşem, 11 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Aştiya mayînde xwe dispêre bingeha edaleta civakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Sepanên dijdemokratîk pêvajoyê jehrî dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    KESK: Çareseriya pirsgirêka Kurd bi reformên demokratîk pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurtulmuş: Erka komîsyonê ew e ku vê xebatê bigihîne encamê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên mirovan banga ‘Mafê Hêviyê’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Serokê CHP’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG-NRÇ’ê 3 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê meşa zimanê dayikê hat qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wan û Mêrdînê 3 şehîd hatin bibîranîn: Xeta wan rê nîşanî me dide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çelîk ê ku piştî 32 sala hat berdan, bi girseyî hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehmûs Sevdînoglû piştî 32 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Mîrateyeke mezin li pey xwe hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Daxwaza berdana Ayşe Gokkan hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya jinan li Belçîkayê serdana gelek navendan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza Ayşe Gokkan: Ji NADA’yê banga piştevaniya navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Dogû: Heval Emîne sembola şoreşa jinê û yekîtiya gelan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Beriya doza Ayşe Gokhan banga navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Londonê wê ‘Bîranîna Jîna Emînî û Hevdîtina Jinan’ bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendan ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konservatûara Aram Tîgran jinûve destpê dike: Kelecana me mezin e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Strana ‘Pirga Cizîrê’ ya 200 salî bi klîbeke nû hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên KON-MED’ê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî festîvalê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stranek ji bo Kaytan û Altûn: Du çiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    1,500 sînemageran banga boykotkirina saziyên Îsraîlê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî û MHP’ê cejna hev pîroz kirin: Cihê çareseriyê meclis e
Rojane

DEM Partî û MHP’ê cejna hev pîroz kirin: Cihê çareseriyê meclis e

DEM Partî û MHP di serdanên navendên partiyan de cejna hev pîroz kirin. Di serdanên ku peyamên 'aştiyê' yên hevpar hatin dayîn de, hat gotin ku cihê çareseriyê meclis e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Partiya Tevgera Neteweperist (MHP) di çarçoveya serdanên Cejna Qurbanê de li Balgatê serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kir. Heyeta ji DEM Partiyê ku ji Alîkarê Hevserokê Giştî Mehmet Ruştu Tiryaki, Endamên Meclîsa Partiyê (PM) Zeyno Bayramoglu û Îhsan Seylan pêk dihat, ji heyeta MHP’ê ku di nav de Alîkarê Serokê Giştî yê MHP’ê Sadir Durmaz, Şêwirmendê Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçeli Doç. Dr. Esma Ozdaşli û Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Şahin Kartal jî hebûn serdana cejnê qebûl kirin.

Sadîr Dûrmaz, cejna heyeta DEM Partiyê pîroz kir û wiha got: “Weke ku hûn jî dizanin rojên bi wate yên lihevkirin, lêhûrbûn û xwişk-biratiyê tên xurtkirin. Bi tenduristiyeke baş em cejnê pêşwazî dikin. Bila Xwedê yekitî û aramiya miletê me xera neke. Bila fersendê nede wan kesan ku dixwazin vê xera bikin. Bi vê boneyê em hatin serdana DEM Partiyê ku serdana me ya duyemîn a bernameyê ye. Di şexsê we de em cejna hemû hevalan pîroz dikin.”

Piştre Tiryakî cejna heyeta MHP’ê pîroz kir û wiha got: “Weke partî peyamên me yên cejnê her tim bi aştî û aramiyê dest pê dikin. Pêvajoya ku Birêz Devlet Bahçelî di 1’ê Cotmehê de da destpêkirin, li gel peyama Birêz Ocalan a di 27’ê Sibatê û piştre jî PKK’ê da û diyar kir ku ji bo fesîxkirina rêxistinê û dawîanîna li têkoşîna çekdarî wê kongreyekê lidar bixe, li Tirkiyeyê rê li ber atmosfereke nû ya aştiyê vekir. Pêvajoyeke ku me hemûyan kelecanî dike ye. Ji ber vê yekê em ji pêşerojê bi hêvî ne.”

Dûrmaz diyar kir ku cihê çareseriyê meclis û bi avakirina komîsyonê dikarin pirsgirêkan çareser bikin û ji ber peşwazîkirin û mêvandariyê spasiyên xwe li heyeta DEM Partiyê kir.

DEM Partî ji bo serdana ewil a cejnê MHP ziyaret kir. Heyeta DEM Partiyê ku ji endamê Meclisa Partiyê Zulkuf Ûçar, endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) Cemîle Tûrhalli Balsak û endama Meclisa Partiyê (PM) Fatma Koçyîgît Oner pêk dihat, ji aliyê Alîkara Serokê Giştî yê MHP’ê Zûhal Topçû, endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) Alp Gîray Ozmen û Tûran Şahîn ve hat pêşwazîkirin.

Ûçar anî ziman ku piştî bangewaziyên Devlet Bahçelî û Rêber Apo hêviyên ji bo aştiyê zêdetir bûne û wiha got:  “Weke DEM Partî em hewl didin hêviyên aştiyê mezin bikin. Divê em ji bo aştiyê, ji bo demokrasiyê û ji bo vê pêvajoyê rabin ser piyan. Daxuyaniya Birêz Bahçelî ya der barê komîsyonê de gelekî guncaw bû. Hem ji aliyê civakîkirina pêvajoyê hem jî xurtkirina zemîna qanûnî ya vê pêvajoyê baş bû.”

Alîkara Serokê Giştî yê MHP’ê Zûhal Topçû anî ziman ku divê partiyên din jî bi berpirsyarî tevbigerin û wiha got: “Dema ku siberoja welêt tê gotin, divê bi biryardarî û hevgirtî pêk were. Ev ne tiştekî wisa ye ku tenê bi MHP’ê re pêk were. We jî piştgiriyeke girîng da. Lazim e her kes bibe partiyeke Tirkiyeyê û ji bo vê yekê hewldan bên kirin. Em li vir siyasetê dikin, hewl didin ji bo vî gelî tiştekî bikin. Cihê çareseriyê li ku derê ye? Meclis e. Divê li wir lihevkirinek çêbibe.”

Heyeta DEM Partiyê piştre çû serdana Partiya Gelecekê û heyet ji aliyê Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ferhat Esener, Sekretera Giştî Gul Neslîhan û Velî Kaan Unal ve hatin pêşwazîkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Xezeyê di Cejna Qurbanê de êrîşên Îsraîlê: 38 kesan jiyana xwe ji dest dan
Nûçeya Pişt re Daxwaza ‘Ez dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim’ mezin dibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 12’Ê NÎSANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ferzende Mûnzûr: Pêngava ‘Dixwazim Ocalan bibînim’ wê heta encamgirtinê dewam bike

Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: 2 drone, radarek, mobesseyek, çeperek hatin îmhakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Metîna û Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Sepanên dijdemokratîk pêvajoyê jehrî dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Aştiya mayînde xwe dispêre bingeha edaleta civakî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KESK: Çareseriya pirsgirêka Kurd bi reformên demokratîk pêkan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kurtulmuş: Erka komîsyonê ew e ku vê xebatê bigihîne encamê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?