Li ser gotinên tifaqa li gel partiyên din DEM Partiyê civîneke çapemeniyê lidar xist û bersiva vê yekê da.
Li avahiya partiyê hevserokên bajarî yên DEM Partiyê Engîn Çelîk û Kadîfe Karateke axivîn û ev yek anîn ziman:
Hevşaredar Engîn Çelîkî anî ziman ku ew ê di diyarkirina namzetan de ‘lihevkirina bajarî’ esas bigirin û ev yek anîn ziman: ‘’Weke partî li heremên ku em di rêza yekem û duyem de em ê bi namzetên xwe beşdarî hilbijartinê bibin û ev yek teqez e. Wê li heremên din jî lihevkirina bajarî esas bê girtin. Di çarçoveya vê lihevkirinê de wê nûnertiya prensîbên me û hemû pêkhateyên me li ber çavan bên girtin. Hevalên me yên xwedî tecrûbe wê li gorî prensîbên wekheviya demokratîk bên hilbijartin û li gorî van prensîban tev bigerin. Di hilbijartinan de em ê li gorî van krîteran namzetên xwe diyar bikin.’’
Hevşaredarî ragihand ku li Erdexanê namzetekî şaredariyê, 7 namzetên meclîsa bajêr û 6 namzetên endamên meclîsa şaredariyê hene.
Engîn Çelîkî anî ziman ku ew ê li Dêmal û Golanê jî namzetên xwe beşdarî hilbijartinê bibin û got ku namzetên wan ên li Golanê eşkere bûne û li Dêmalê jî pêvajoya namzetiyê berdewam dike.
Her wiha Çelîkî gotegotên tifaqa li Erdexanê jî derewand û got: ‘’Em ê bi namzetê xwe beşdarî hilbijartinê bibin ev yek teqez e. Ti rastiya gotegotên heyî tune ye. Jixwe, ji ber ku hilbijêrên me bi xwe û girseya me bi xwe di nava hevkariyê de ne, em giringiyê nadin van gotegotan. Bila haya welatiyên me yên din jî vê yekê hebe.’’
Her wiha Çelîkî ragihand ku eger tifaqek wiha hebûya wê ew yek bi awayekî zelal bi gel re bihata eşkerekirin û parvekirin.