Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li hotêleke Enqereyê danezana jinan a hilbijartina rêveberiyên herêmî ku dê di 31’ê adarê de bê lidarxistin eşkere kir. Li gel namzetên hevşaredariyê, gelek kes tev li bernameyê bûn. Jin, bi cil û bergên kurdî tev li bûn. Li eywana çalakiyê di serî de bi kurdî, bi gelek zimanên din afîş hatin daliqandin. Di afîşan de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Bername, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axivî. Hatîmogûllari, danezana hilbijartinê ya jinan çavkaniya xwe ji têkoşîna jinan a pênc hezar salî û jinên kurd digire. Hatîmogûllari wiha got: “ Danezaneke pir xurt e. Em ê li herêman li dijî pergala mêrserwer, li dijî jiyana bajaran a pergala mêrê serdest ava kiriye, em jin dê feraseta xwe ya şaredarvaniyê ya li ser esasê azadîxwaziya jinê, ekolojîk û demokratîk pêşkeşî we bikin.”
Hatîmogûllari, diyar kir ku jinan ji bo hevserokatî û nûnertiya wekhev bedelên giran dane û wiha domand: “Ji Lîlîthê heta Înannayê, ji jinên têkoşîna zanistê dayîn heta yên di dadgehên engîzîsyonê de bedel dayîn lê paşvegav neavêtin û ji pîrevokên Rojhilata Navîn re bi hezaran slavan dişînim. Ew, kedkarên îro ne. Em ji bo Clara Zetkin, Rosa Luksemburg, Behîce Boran, Şîrîn Tekelî, Sakîne Cansiz, Sêvê, Hevrîn Xelef û Jîna Emînî gelek deyndar in. Ji bo Dayikên Aştiyê yên ku di têkoşîna jinan de şopên erênî hiştin, ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de, yên tevî ku cenazeyên zarokên wan bi kargoyan hatine şandin lê dev ji têkoşîna aştiyê bernedayîn, ji bo dayikên kurd gelek deyndar in.
Em ji bo jinên Rojava ku di sedsala 21’emîn de sûdekî mezin dan têkoşîna tevgerên jinan ên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê gelek tiştan deyndar in. Ji bo Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata yên di girtîgehan de û ji bo Aysel Tugluk a hêja gelek tiştan deyndar in. Ev li vir ji wan re silav û hezkirina xwe dişînim.”
‘EM Ê BIBIN DENG Û GOTINA TE’
Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser gotina namzeta Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak ku digot; “Tiştekî hêsan nîne ku mirov di nava civakeke feodal de tevgera jinê ya azadîxwaz ava bike” û wiha pê de çû: “Em jin dê kampanyaya xwişka xwe rêhevala xwe Kişanak bi awayekî ku hêjayî tevgera jinê be bimeşînin. Gultan a hêja em ê hem bibin dengê te hem jî gotina te. Çawa ku we ev tecrûbeya têkoşînê ya 5 hezar salî ji me re hiştibe, em jî dê vê tecrûbe û mîrasê bidomînin û tu caran nehêlin alaya me bikeve erdê. Jinên hêja, tekane partiya wekheviya zayendan diparêze DEM Partî ye. Hevserokatî û nûnertiya wekhev ji bilî me di çi partiyên din de nîne.
Mixabin hemû partiyên pergalê di mijara nûnertiya jinê de qels in û nahêlin jin wan kursiyan bi kar bînin. Jin nikarin bi qasî tê xwestin berdevkiya partiyan bikin. Em hewl didin pêşengtiyê ji guherîn û veguherîna civakî ya li Tirkiyeyê bikin.”
Piştî axaftina Hatîmogûllari, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû danezan xwend.
BERNAME Û PROJEYÊN DI BEYANNAMEYÊ DE NE
Turkoglû, got “Me tu caran hilbijartinên xwecihî ji sindok û avahiyên şaredariyê bisînor nedît” û anî ziman ku ew li gorî nêrîna azadîxwaziya jinê tevdigerin.
Bi domdarî Turkoglû hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên salên 1999, 2004, 2009 û 2014’an bi bîr xist û da zanîn ku jinan destkeftiyên heyî di encama bedelên giran de bi dest xistine. Turkoglû, wiha domand: “Qeyûmên bi destê AKP-MHP’ê hatine tayînkirin, raste rast destkeftiyên me hedef girt ku me di encama têkoşîn û bedelên mezin de bi dest xistin. Hewl da wan tune bike. Qeyûmên ku li gorî fermana qesrê tevdigerin, navendên li dijî tundiya ser jinê girtin, ev sazî veguherandin ‘navendên malbatan’ û di bin navê ‘parastina yekitiya malbatan’ de tundiya li ser jinan zêdetir kirin û rewa kirin.”
Turkoglû, piştre jî bername û projeyên di danezanê de eşkere kir:
* Îktîdar, ji bo sazûmankirina faşîzmê her roj sepaneke nû dixe meriyetê û tevî polîtîkayên wê yên dijminatiyê yên li dijî kurdan û jinan, tevî polîtîkayên qeyûm, tundî, zext û êrişên wê jî ji bo ‘Bi Îradeya Jinan Rêveberiyên Herêmî’ em careke din ji bo tiştên ji me hatine dizîn li xwe vegerînin tên. Em bi ser ketin. Em niha jî ji bo mezinkirina van destkeftiyan tên. Em ê li gel tevahiya rêxistinên jinan, înîsiyatîfên sivîl, meclisên taxan û meclisên jinan ên şaredariyan, Lijneyên Jinan ava bikin û bi rêya piştevanî û xwebirêxistinkirinê re çareseriyên hevpar biafirînin.
* Bi pergala hevserokatiyê re; em ê îradeya jinan di her qadên jiyanê de xurtir bikin, bikin ku bêhtir tev li pêvajoya birêvebirina bajar bibin û feraseta demokrasiya xwecihî belavtir bikin.
* Bi rêya rêgezên nûnertiya wekhev û pergala fermuarê re em ê lîsteyên meclisên şaredarî û meclisên giştî yên bajar weke rêbaza yek jin- yek mêr amade bikin.
* Em ê têkoşîn, piştevanî û hevkariya jinan a herêmî, neteweyî û navneteweyî di rêveberiyên xwecihî de berfirehtir bikin.
* Em ê bi piştevaniya jinan piştgiriyê bidin aliyê pirnasnameyî, pirçandî û pirzimanî yê herêman û bikin ku jin bi awayekî herî xurt tev li mekanîzmayên biryardayînê bibin.
MIDÛRIYETÊN KU DÊ CAREKE DIN BIKEVIN MERIYETÊ
* Ji bo jiyana civakî dîsa bi nirxên wekhevî û azadiyê bikevin bê avakirin, parastin û mayîndekirin, polîtîkayên jinan û li gorî rêgeza rêveberiya xwecihî ava bikin.
* Ji bo tevahiya jinên li herêman dijîn bi awayekî wekhev sûdê ji perwerdeya bi zimanê dayikê, plansaziya bajar, avahîsazî, navendên koordînasyona karesatan û xizmetên bajar bigirin, em ê rêgeza sûdgirtina wekhev bi awayekî çalak bixin meriyetê.
* Me li Bajarên Mezin Serokatiyên Daîreya Polîtîkayên Jinan, li şaredariyên bajar û navçeyên din jî Maseya Jinan, Lijneya Jinan û Midûriyetên Polîtîkayên Jinan ava kirin. Aboriya Jinê, yekîneyên Tundiya li Dijî Jinê û Perwerdeya Jinê ên girêdayî van yekîneyan, Kooperatîfên Jinan û Navendên Jinan ava kirin. Em ê tevahiya van saziyan dîsa xurt bikin û li gorî pêdiviyê jî yên nû ava bikin.
* Ji bo ku jin di pêvajoyên biryardayînê yên şaredariyan de bi awayekî bibandor cih bigirin, em ê dîsa ‘Meclisên Jinan ên Şaredariyê’ ku ji yên hatine hilbijartin û xebatkaran pêk tê ava bikin. Ji bo nêrîna jinê bandora xwe li tevahiya polîtîkayên herêman bikin me ‘Lijneyên Jinan’ û ‘Koordînasyonên Jinan’ û ‘Komîsyonên Wekheviyê yên Jin-Mêr’ ava kiribûn û dê ev hêj bêhtir bên belavkirin.
* Ji bo ku di peymanên komelî de, hukmên zexta li ser zilamên tundiyê li jinan dikin bên bicihkirin, em ê sepana xwe bidomînin.
* Di tevahiya yekîneyên polîtîkayên jinan diyar dikin de em ê rêxistiniya xweser a jinan xurb bikin û piştgiriyê bidin beşdarîbûna wan a di nava mekanîzmayên raye û biryarê de.
* Li dijî pergala kapîtalîst a mêrserwer ku keda jinê tune dihesibîne, ji bo keda lênêrînê civakî bibe polîtîkayan pêş bixin, kreşên komelî û xizmetên lênêrînê ji bo kal, nexweş û astengdaran ava bikin.
AKADEMIYÊN SIYASETÊ YÊN JIN
*Em bi biryar in; em ê rêveberiyên xwe yên herêmî ji xespên qeyûm rizgar bikin û bi modela xwe ya rêveberiya herêmî ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê em ê sedsala 21’an bikin sedsala jinê û bibin yek ji çavkaniyên îlhama têkoşîna mezin a jinan.
*Em ê bi îradeya jinan dest ji demokrasiya herêmî û sîstema hevserokatiyê bernedin. Em ê pêkanîna sîstema hevserokatiyê li hemû şaredariyên xwe yên bajarok, bajarê mezin, bajar û navçe bidomînin.
*Em ê Akademiyên Siyasetê yên Jinan, Dibistanên Polîtîkayên Jinan a Rêveberiya Herêmî belav bikin.
*Em temamiya budçeyên ku çi navendî be, çi herêmî be, yên bi destê mêran tên amadekirin red bikin. Ev budçe newekheviya zayendî ya civakê tîmar dikin û jin û ciwan di nav de nînin.
*Em ê planên xwe yên stratejîk, budçe, nîqaş û biryar dayînê, hemû pêvajoyan bi tevlîbûna aktîf a meclîsên jinan û rêxistinên jinan bimeşînin û nehêlin ku xebatkar beriya îstihdamên şaredariyê tevlî perwerdeyên zayendî yên civakî bibin.
NAVENDÊN HAFIZAYÊ YÊN JINAN
*Em ê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê bi zimanê xwe hunerê biafirînin û projeyên xwe yên malên çandê ya jinan û malên dengbêjiyê hîn xurttir bixin meriyetê.
*Em ê veguherînin cihên ku jinên kal wê ezmûnên xwe lê ragihînin.
*Em ê cihên pîlot diyar bikin û di demên diyar ên salê de Mihrîcanên Çand û Hunerê ya Jinan lidar bixin.
KOOPERATÎFÊN JINÊN AZAD
*Li dijî polîtîkayên zayendperest ku ji keda jinan didize û bi vî rengî budçeya şer çêdike, dixwaze jinan ji qada hilberînê dûr bike û xizaniyê weke qederê li jinan ferz dike, em ê hîn jî hilberîna ji cihê xwe û ji herêmî esas bigirin.
*Em ê herêmên pîlot diyar bikin, Qursên Pîşeyê û Bazara Dîjîtal vekin û belav bikin.
*Em ê projeya xwe ya ‘Kooperatîfên Jinên Azad’ car din bixin meriyetê.
*Em ê projeyên ‘Bostanên bajar ên jinan’ û ‘bostantiya li ber derî’ car din bixin meriyetê. Em ê bi vekirina ‘malên tovê’ xizmeta fîde ya bêpere pêşkêş bikin.
*Bi budçeya jinê ya ku me ji şaredariyên xwe yên li seranserî bajar û navçeyê veqetandiye, em ê projeyên xwe yên standa mor û bazarên semtê belav bikin. Em ê qadên bazarê yên ji bo firotina berhemên xwe yên li kooperatîf, malan û bostanan hilberandine, li her derê vekin.
*Her sal di çarçoveya projeya me ya bi sernava ‘Ekonomiya Jinê’ de, em ê li cihên diyar standên jinên hilberîner vekin û mihrîcanên ku wê berhemên xwe lê pêşkêş bikin, lidar bixin.
*Em ê bernameya JINKART li hemû şaredariyên xwe bixin meriyetê.
*Em ê projeya xwe ya PED-MATÎK ku jin wê bêpere pêdiviyên xwe yên ped û kel û pelên hîjyenê lê dabîn bikin, weke herêmên pîlot hilbijêrin û bixin meriyetê û li ser esasê pêdiviyan wê belav bikin.
*Em şaredariyên pîlot diyar bikin û portala web vekin. Di bin bunyeya şaredariyan de em ê marketên dîjîtal vekin. Di bunyeya van marketan de pêdiviya wan bi çi heye wê li ser portala web’ê binivîsin û ji van pêdiviyan, ji xurek heta cil û berg û kel û pelên malê wê bêpere bên pêşwazîkirin. Bi vî rengî em ê piştevaniyê mezin bikin.
PROJEYÊN JI BO JINÊN CIWAN
*Em ê li bajarên ku pirsgirêkên perwerde û ekonomîk lê derketine, di çarçoveya polîtîkayên berfirehtir de bi jinên ciwan re nîqaş bikin û bi hev re têbikoşin.
*Ji bo xurtkirina jinên ciwan em ê navendên bêpere yên ku fealiyetên çand û hunerê û perwerde-etut dimeşînin, ava bikin.
*Em ê li derdorên yurdan ên ku jinên ciwan lê dijîn û durakên otobusan sîstemên ronîkirinê yên xurttir ava bikin.
*Ji bo jinên ciwan ên zanîngehê yên pirsgirêka bicihbûnê dijîn, em ê projeyên xwe yên yurdê car din bixin meriyetê.
*Ji bo jinên ciwan ên zanîngeh qezenc kirine, lê ji ber zehmetiyên madî nekarîne biçin zanîngehê yan jî perwerdeya xwe ya zanîngehê nekarîne bidomînin, em ê bursan bidin.
PROJEYÊN TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYÊ
*Tundiya li dijî jinê ji sedî hezar û 400 zêde bûye, li dijî yên ku çav berdane mafên jinan em têkoşîna herî mezin dimeşînin. Em ê tiştên ji me hatine dizîn, bistînin û polîtîkayên ji bo zêdekirina destkeftiyên xwe, bi hev re pêk bînin. Em ê belgeyên mîna CEDAW, Deklerasyona Pekîn û Peymana Stenbolê ku di çarçoveya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de xwedî belgeyên navneteweyî ne, belgeyên ku destkeftiyên têkoşîna jinê ne, bixin meriyetê û referans qebûl bikin.
*Em ê li her bajar û navçeya ku nifûsa wê li ser 100 hezarê ye, şert û mercên guncaw ava bikin û stargehên girêdayî şaredariya xwe ji nû ve vekin.
*Em ê navendên xwe yên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ku alîkariya psîkolojîk û hiqûqî ya bêpere dide, ji nû ve vekin.
*Em ê li dijî her cure tundiya li ser şexsên LGBTÎ’yî têbikoşin.
*Di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de weke gava destpêkê em ê stasyonên xwe ji nû ve vekin û hejmara wê zêde bikin.
*Em ê bi dînamîkên jinan ên li sazî û meclîsan, têkîliyên têkoşîna hevpar pêş bixin û ji bo astengkirina tundiya mêr a li ser jinê, xebatên piralî bimeşînin.
*Em ê ‘Xeta Tundiyê ya Alo’ ya bi pirzimanî li hemû şaredariyên xwe ji nû ve ava bikin.
*Di serî de zarokên keç, ji bo hemû zarok perwerdeyên xwe bidomînin, em ê xizmeta bêpere ya yurt û înternetê pêşkêş bikin.
PLANÊN ÇALAKIYÊN JINAN ÊN LI DIJÎ KARESATÊ
* ‘Plana Çalakiyê yê jinan ê li dijî karasetê wê li her şaredariyên me bi awayekî xweser bê avakirin û bi fermî were qebûlkirin.
* Ji dema ku karesat çêbibe, em ê tavilê analîza rewşa heyî û hewcedariyê bikin û kordînasyona çavkaniyê peyda bike ava bikin.
* Dê li herêmên karesatê ekîbên me yên dildar ên jin hebin. Em ê di her qonaxek koordînasyona karesata awarte de nûnertî û tevlibûna wekhev misoger bikin.
* Em ê kelûpelên paqijiyê yên Şaredariyê ku jin û zarok piştî karesatê jê sûdê werbigirin, herî kêm salekê dê bi rêkûpêk bên belavkirin.
* Li gorî pêdiviyên jinan em stargehên demkî ji bo jinan ava bikin.
* Li navendên demkî yên karasetê, derbarê tundiya mêr de em yekîneyên ewle yên li dijî tundiya mêr perwerdekirî û yekîneyên civakî ava bikin.
RREWŞA JINÊN ASTENGDAR
* Polîtîkayên bi arzan îro astengiya herî mezin a li pêşiya tevlîbûna jin û keçên astengdar a nava jiyanê ye. Ji ber ku ji bo jin û keçên astengdar polîtîkayên guncav nehatine avakirin, kolan her tim dibin cihên ku ev kes rastî her cure îhmal û destdirêjiyê bên.
* Em ê navendên jiyana jinan a bê asteng ava bikin.
* Tevlîbûna jinên astengdar di jiyana civakî de di çarçoveya Daîreyên Jinan û Rêveberiya Jinan de; Em ê Yekîneyên Wekheviyê ava bikin da ku pirsgirêkên ku ew di gihandina mafên wek perwerde, tenduristî, werzîş, starge, çûnûhatin û kar de rû bi rû dimînin çareser bikin.
* Em ê bi jinên ku ji b nexweş, extiyar û astengdaran kedê didin re tevbigerin, li gorî daxwaz û pêdiviyên wan polîtîkayan pêş bixin û van polîtîkayan pêk bînin.
MAFÊ TENDURISTIYÊ YÊ BI ZIMANÊ DAYIKÊ
* Li hemberî polîtîkayên tenduristiyê yên monîst, zayendperest em ê dev ji gotina “Tenduristiya bêpere ya bi zimanê dayikê maf e” bernedin.
* Em ê bi jinan û rêxistinên jinan re polîtîkayên xwe yên tenduristiyê biafirînin.
* Em ê li şaredariyên xwe yekîneyên tenduristiyê ava bikin û li ser tenduristiya jinan projeyên taybet pêş bixin.
* Bi diyarkirina şaredariyên pîlot em ê navendên xwe yên tenduristiyê yên jinan ji nû ve bidin destpêkirin.
QADÊN EKOLOJÎK Û QADÊN JIYANÊ YÊN DOSTÊN JINAN
* Em ê li şaredariyên xwe ‘yekîtiya ekolojîk’ ava bikin.
* Em ê bi hev re bajarên ekolojîk, yên dostên jinan ava bikin.
* Em ê polîtîkayên ku gund û bajarên me bi tevna ekolojîk re li hev bikin biafrînin.
* Em ê kampanyayên çandina şitilan ên ku her sal li gorî demsalan bi dirûşma ‘Eger dara te tune be, tuneyî ‘ li dar dixin berfireh bikin. Em jin bi hev re daristanên xwe yên bajaran ava bikin.
JINÊN PENABER
*Em ê li dijî polîtîkayên şer û tundiyê bisekinin.
* Bi avakirina yekîneyan di nava Dezgehên Polîtîkayên Jinê de; ji bo tevlîbûna nava jiyanê ya jinên koçber û li dijî pirsgirêkên kar, ziman, tundî, gihandina tenduristiyê, zewaca di temenê zarokatiyê de, rûbirûbûmayîna zewacê cara duyem, îstismarkirina kedê, perwerdehî, starbûn, veguhestin û hwd. ku dijîn têkoşînê bidin; Li bajarên ku lê bi cih bûne, ji bo ku ziman û çanda xwe azadî bijîn, bi awayekî wekhev û azad beşdarî jiyana civakî bibin, em ê ji bo wan polîtîkayên çareseriyê pêş bixin.
* Em ê polîtîkayên ku jinên koçber û penaber ên rastî şîdetê tên ji stargeh û navendên jinan ên li dijî tundiyê sûdê werbigirin, bimeşînin.”