Yekşem, 25 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kampa Dola Alane bû hedefa êrişa bi droneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozcan Yaman: Çapemenî nebe azadî, demokrasî û aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Tevgera Ciwanên Xwendekar ên Komunalîst hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Starta kampanyaya, ‘Budce ji bo Nan, Aştî û Edalet’ hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya azadiyê Zîlan li Stenbolê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bedlîsê taloqkirina berdanan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diherike Dîcle bi hezkirina ax û welat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partiyê danezana xwe ya hilbijartinê eşkere kir
Rojane

DEM Partiyê danezana xwe ya hilbijartinê eşkere kir

DEM Partiyê danezana xwe ya hilbijartinê eşkere kir. Ji bo şaredartiyên pir zimanî, azadîxwaziya jinê, ciwan, xizan, kedkar û astengdaran jî proje hatin ragihandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) danezana xwe ya Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî yên 31’ê Adarê li hotêleke Enqereyê eşkere kir. Li gel namzetên hevşaredariyê, gelek kes tevlî bernameyê bûn. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari danezan xwendin. 

Hatîmogûllari, di axaftina destpêkê ya bernameyê de beşdar bi erebî û tirkî silav kir. Bakirhan jî beşdar bi kurdî û tirkî silav kir.  

Hatîmogûllari, di beşa “Bi demokrasiya herêmî re ber bi bajarên azad ve” de wiha got: “Di konjonktureke ku li herêm û cîhana me hilweşînên mezin pêk tên de em ber bi hilbijartinên rêveberiyên herêmî ve diçin. Şer, tundî, birçîtî, xizanî, koçberî, karesat û gelek xetereyên şaristaniya kapîtalîst rê li ber vedike, gefeke mezin li ser civak û bajaran çêdike. Rêya pêşîlêgirtina van karesatan jî afirandina zemînên têkoşîna hevpar e ku ji herêman ve dest pê bike. Bi vê yekê re jî avakirina cîhana di xeyala gelan de ye. Yên ku Tirkiyeyê birêve dibin; pişta xwe didin tundî û şerê li seranserî cîhanê belav bûye. Aştiyê nas nakin. Di pirsgirêka kurd de hem li hundir hem jî li derve xwe bi şer û kaosê xwedî dike. Peymana Stenbolê red dike, rejîma kedxwariyê ya li dijî kedkaran kûrtir dike, penaberan ji hemû mafan bêpar dihêle û ciwanan bêpêşeroj dihêle. Hilbijartinên rêveberiyên herêmî jî li dijî vî aqilê îktîdarê, derfeta avakirina aqilê azadîxwaz û wekhevîxwaz a li herêman dide. Em van hilbijartinan; li dijî polîtîkayên nêrza, mêtinger û cihêperest ên îktîdarê, weke qonaxeke mezinkirina dengê aştiyê û xurtkirina demokrasiyê dibînin.” 

Bakirhan jî ev tişt anî ziman: “Meşa me ya rêveberiyên herêmî yên demokratîk bi hêvî, bawerî û biryardariyeke mezin didome. Di serî de şaredarên me yên hatine qetilkirin, ji bo temamkirina xeyalên hevalên me yên ji peywirê hatine dûrxistin, hatine girtin û hatine sirgûnkirin, ji her demê bêhtir em bibiryar, xwedî bawerî û bihêvî ne. Di dema tecrûbeyên rêveberiyên herêmî de me hewl da bajar û yekîneyên ku mirov bikarin tê de bijîn ava bikin. Şaredarvaniya pirzimanî û tecrûbeyên demokrasiya herêmî me di dîroka vî welatî de nivîsandin. Ji bo mezinkirina van destkeftiyan û tevî gelê xwe bigihînin pêşerojê, em careke dn tên. Em gelek caran bi ser ketin û gelek caran me qezenc kir. Em ê dîsa bi ser kevin, dîsa qezenc bikin. Em ji bo tiştên aydê gel dîsa wergirin tên. Ji bo tiştên hêj baştir bi hev re ava bikin em dîsa tên.” 

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê piştre jî naveroka danezanê eşkere kirin. Di naveroka danezên de rêgezên partiyê yên têkildarî rêveberiyên herêmî hatin vegotin û hat destnîşankirin ku şaredarvaniya pirzimanî diparêzin. Her wiha hat gotin ku dê meclîsên piranîparêz bên avakirin, demokrasiya xwecihî esas bê girtin û pêşxistin, jinên azad ên jinan bên avakirin, rola ciwanan di nava rêveberiyên herêmî de bê xurtkirin, bajarên bitendurist, ji bo erdhejê saxlem bên avakirin û midûriyet/serokatiyên daîreyên karesatan bên avakirin, veguhestina ekonomîk û ekolojîk li bajaran bê pêşxistin, serokatî/midûriyetên daîreya çandiniyê bên avakirin, projeya ‘Ez ê xwe li bajarê lê ji dayik bûme debara xwe bikim’ belav bikin, dê li dijî xizaniyê têbikoşin, li dijî bajarvaniya hiyerarşîk dê polîtîkayên demkrasî, wekhevî xwaz û azadîxwaz ên civakî bên parastin û di her qadên jiyanê de cih bidin astengdaran, ji bo zarokan “Lijneya Şêwrê ya Zarokan” were avakirin û di lihevkirina bajar de beşdariya hevkar a zarokan pêş bixin, dê ji bo teqawidan bajarên ku bikarin lê bijîn bên avakirin û şaredarvaniyeke pirzimaniyê diparêze pêş bixin. 

Di axaftina dawî de Bakirhan wiha got: “Em ê bibêjin ji xespa qeyûman re, ji dizîna îradeyê re, ji nelirêtiyê re bes e û bi ser kevin. Em ê bi demokrasiya xwecihî re bajarên azad ava bikin.”  

Hatîmogûllari jî herî dawî ev tişt anî ziman: “Em bi gotina bi demokrasiya xwecihî re ber bi bajarên azad ve derketin rê û bi formûla xwe ya ‘qezenc bike – qezenc bike’ li her herêma Tirkiyeyê di rêveberiyan de cih bigirin. Dê qeyûman bişînin qesrê û texrîbatên wan çêkirine dîsa sererast bikin. Bêyî ku bibêjin tu, ez, hûn û em, bi DEM Partiyê re em tevek dê bi ser kevin. Em ê teqez bi ser kevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DEM Partiyê strana hilbijartinê ya jinê da nasandin
Nûçeya Pişt re Nobetên Edaletê: Heta azadiyê dê ev têkoşîn bidome
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Halîde Turkoglu: Ji bo Konferansa Navendî ya Jinan me dest bi amadekariyan kir

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu diyar kir ku dê têkoşîn û xeta…

Ji aliyê Stêrk TV

Meşvanên Azadiyê: Mazlûm Dogan rêya me ronî dike

Meşvanên di "Meşa Azadiyê ya Mezin" de cih digirin, ji pêşengên PKK'ê Mazlûm Dogan li…

Ji aliyê Stêrk TV

CPT: Dewleta Tirk 23 caran Başûrê Kurdistanê bombebaran kir

Endamê CPT’yê Kameran Osman diyar kir ku piştî biryarên Kongra PKK’ê ya 12’emîn û vir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Kampa Dola Alane bû hedefa êrişa bi droneyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ozcan Yaman: Çapemenî nebe azadî, demokrasî û aştî nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 25’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Amedê Tevgera Ciwanên Xwendekar ên Komunalîst hat ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?