Sêşem, 20 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Pirsûsê ji bo Komkujiya Gara Enqereyê banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana Sermîn Demîrbag cara 8’emîn hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çiyayê Gabarê birîna daran a li derdora qadên petrolê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Hinceta bendemayinê nemaye, divê gava şênber bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peymana Tifaqa Parastinê ya Mekkeyê ji bo TBMM’yê hat pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Ji niha û pê ve divê zemîna siyasî û hiqûqî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Komisyona Jinan a KNK’ê: Rejîma Îranê wê nikaribe jinên Kurd rawestîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanyaya “Sêşema Ji Darvekirinan re Na”: Di mehekê de 72 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 çiyagerên ji aliyê Îranê ve hatin binçavkirin hîn nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her şehîdekî destanek afirand û gihîşt şehadetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên azadiyê: ‘Em ê xwedî li mîrateya berxwedanê ya pêşengên jin derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê daxwaza rawestandina darvekirinê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Kaya: Divê Jineolojî xwe bigihîne jiyana her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star li dijî cezayê darvekirinê ya li Werîşe Muradî hatî birîn, bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir: Em li Kadikoyê li hev bicivin
Rojane

DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir: Em li Kadikoyê li hev bicivin

Rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê ragihand ku 1'ê Gulanê wê li Kadikoyê bin û ji bo mafên karkeran, demokrasî û aştiyê banga tevlîbûna girseyî kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Rêxistina Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê têkildarî 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê bi dirûşma “Ji bo ked, aştî û edaletê em bi hev re biçin 1’ê Gulanê” daxuyanî da. Daxuyanî, li avahiya partiyê hat lidarxistin û pankarta “Ji bo ked, aştî û edaletê em bi hev re biçin 1’ê Gulanê” hate hilgirtin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên jinan û sendîkayan tev li bûn.

Ji Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Alî Genç ji ewil axivî û got ku dê di 1’ê Gulanê de daxwazên xwe bînin ziman. Genç, diyar kir ku divê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gav bên avêtin û ji bo daxwazên hemû karkeran bînin ziman jî dê têkoşîna xwe bidomînin.

Nûnerê Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Mûstafa Ozturk jî banga tevlibûna qadên 1’ê Gulanê li her kesî kir.

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinarê jî diyar kir ku di pêvajoyeke xizanî zêde bûye de 1’ê Gulanê pêşwazî dikin û ev tişt anî ziman: “Dê têkoşîna me ya li dijî vê bidome. Li dijî bêtemînatiyê û ji bo aştî û civaka demokratîk em ê dengê xwe bilind bikin. Em tax bi tax, li hemû park û foruman bi karkeran re hevdîtinan dikin û banga tevlibûna 1’ê Gulanê dikin. Em li bendê ne gelên me bi ruhê Newrozê biherikin Kadikoyê.”

Piştre jî metna hevpar ji hêla Hevberdevkê Komîsyona Bajar a Stenbolê ya DEM Partiyê Seyfettîn Gulenyuz xwend. Gulenyuz, diyar kir ku ew ê di 1’ê Gulanê de li Kadikoyê bin û got ku ji şer herî zêde karker û kedkar bibandor dibin.

Di berdewamê de Gulenyuz anî ziman ku aştî ji bo karker û kedkaran biqasî nan û avê pêwîst e û got: “Di pêvajoya heyî de hesreta me ya ji bo welatekî wekhev, azad û demokratîk mezin dibe. Ji bo daxwazên me yên jiyanî çêbibin û ji bo verasetkirinên îdarî dê têkoşîna xwe mezin bikin. Ji bo van mafan jî em xwe ji bo 1’ê Gulanê amade dikin.”

Bi domdarî Gulenyuz şerê li Rojhilata Navîn bi bîr xist, diyar kir ku hêza kirînê kêm bûye, şertê jiyaneke insanî zehmet bûne û axaftina xwe bi vê bangê qedand: “Em bibiryar in ku têkoşîna xwe ya ked û aştiyê mezin bikin. Ne xizanî ne şer, ji bo aştî û civaka demokratîk em xwe ji 1’ê Gulanê re amade dikin. Em ê li dijî kêmtirîn mûçeyê, bêkarî, pergala mêrê serdest, ji bo keda jinê, ji bo karkerên astengdar û li dijî talankirina xwezayê li qadê bin. Hesreta gelê Kurd a ji bo aştiyê her ku diçe zêde dibe lê ji bo çareseriyê tu gav nayên avêtin. Ji bo ji zilmê re bibêjin bes e em ê li qadên 1’ê Gulanê bin. Em bang li her kesî dikin ku tev li 1’ê Gulanê bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Êrişên li Bakurê Kurdistanê zêde bûne li Mexmûrê hatin şermezarkirin
Nûçeya Pişt re Li Zanîngeha Mûnzûrê ji bo Gulistan Doku meşek girseyî hat lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çalakiyên silavkirina Roja Fedaîtiyê: 4 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo silavkirina Roja Fedaîtiyê çalakî kirin. 4 leşkerên Tirk ên…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 13’Ê COTMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Komek çekdar êrîşî malbatên Serêkaniyê kirin

Malbatên Serêkaniyê yên vedigeriyan malên xwe rastî êrîşa hin komên çekdar hatin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Pirsûsê ji bo Komkujiya Gara Enqereyê banga edaletê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berdana Sermîn Demîrbag cara 8’emîn hat taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Çiyayê Gabarê birîna daran a li derdora qadên petrolê berdewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Hinceta bendemayinê nemaye, divê gava şênber bê avêtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?