Piştî berxwedaniya bajarê Kobanê ya sedsalê, ku ji sedî 70 ji bajar bi giştî hatibû wêrankirin, beşek ji bajarê Kobanê weke muzexane ji nifşên dema pêş re hatiye hiştin. Malên li erdê, odeyên bê derî û paceyên bê teqa û kolanên tijî kevir.
Îro jî ew kavil ji gelek malan re bûye stargeh. Koçber neçar man berê xwe bidin muzexaneya bajarê Kobanê û li wir niştecih bûn. Evane koçberên Reqa, Girê Spî û gelek koçberên ji herêmên din e. Ew koçber niha di nava kavilan de, li benda hêviyeke vegerê ne. Bi salanin ku li bendê ne.
Îro ji ber debara jiyana xwe, ew neçar in ku di nava wan kavilan de jiyana xwe dewam bikin û bi hêviya vegera li ser cih û warên xwe ne. Koçberên li muzexaneya bajarê Kobanê ji ANF’ê re axivîn û gotin, ew dixwazin êdî vegerin. Bi taybetî jî bi rasthatina zivistanê re jî dê rewşa wan gelekî krîtîk be.
Dayîka bi navê Emîne Casim Qadir a ji Girê Spî ku 8 salin koçber e, dibêje: “Em dema ji Girê Spî derketin, em derbasî dibistanên li aliyê Xerabhişkê bûn û em li wir bi cih bûn. Piştre gotin, kampa koçberan a Girê Spî li Til El Semin a girêdayî Eyn Îsayê vebûye û em di nava wan çadiran de man. Di werza havînê de em ji ber germahiya çadiran û ji ber serma û barana zivistanê jî di nava avê de bûn.
Di pêvajoya herî dawî de ez, hevjîn û zarokên xwe, careke din koçber bûn û me berê xwe da bajarê Kobanê. Destpêkê di dibistanan de û niha jî ev bû zêdeyî 5 meh in ew li muzexaneyê dijîn. Ruxmî ku xanî hemû xirab in, lê dîsa em neçar in ku di nava wan kavilan de bijîn. Rewşa me ya aborî jî dest nade ku em herin ji xwe re malekê bikirin. Ji lewra muzexane ji me re bûye stargeh.”
Emîne diyar kir ku malbata wan ji 6 kesan pêk tê û got: “Odeyên me cemidî ne, zarokên min jî biçûk in. Zivistan jî dê her rojê jî baran be. Beriya çend rojan baran bariya hemû derbasî malên me bûn. Zivistanê jî soba pêwîste, lê ji ber bihabûna mazotê, gelek malbat nikarin bikirin. Em niha tenê dixwazin vegerin warê xwe. Ew daxwaza me ye.”
Koçbera ji Reqayê ya bi navê Zêno Mûsê jî destnîşan kir ev çend carin ew koçber dibe û got: “Êdî em dixwain vegerin malên xwe, ez û malbata xwe ji Reqayê koçber bûn. Em jî niha di nava xaniyên xirabe de ne û li vir jiyan dikin. zehmetiyên ku em jiyan dikin gelekî zehmet e.”
Zêno anî ziman ku rewşa wan krîtîk e, ew û malbata xwe neçar in ku di nava van kavilan de jiyan bikin û got, “Çavê me li vegerê ye. Divê em bi rengekî ewle vegerin. Zarokên me jî biçûk in. Divê çareseriyek were peydakirin.”

