Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê û li navçeya Qoser a Mêrdînê, du jin hatin qetilkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li Silêmaniyê Kîjan Bûrhan a 30 salî ku duh şev ji aliyê bavê xwe ve hate gulebarankirin, bi giranî birîndar bû. 3 gule li bedena Kîjan Bûrhan ket û îro piştî nîvro jiyana xwe ji dest da.
Remziye Damar ku li gundê Boxaziyê ya navçeya Qoser a Mêrdînê jiyan dikir, bi awayekî bi guman li mala xwe mirî hate dîtin.
Cenazeyê Damar ji xwe kar û barên otopsiyê rakirina morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kiziltepeyê. Cenaze piştre li gundê Boxaziyê hate veşartin.
Hate îdiakirin ku Remziye Damar ber bi xwekuştinê ve birine û derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.

