Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê çalakiyek sembolîk li dar xist. Di çalakiyê de keziyek bi dirêjahiya 10 metreyan hat hûnandin û depoyên genim ên bajêr hatin xemilandin.
Di çalakiyê de bi dehan endamên yekitiyê li hundirê Parka 4ˊê Nîsanê amade bûn.
Ev gav di çarçoveya piştevaniya şervanên YPJˊê de pêk hat.
Beşdarên çalakiyê bi hûnandina keziyê ji rengên kesek, sor û zer peyamek sembolîk da.

