Duşem, 23 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdînê di biryara ‘Doza Komîsyona Edaletê ya KCK’ê’ de 41 beraet, 1 ceza

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirsên ku rojnamevan dixwazin ji Rêber Apo bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Plandanînê yê Iraqê ferman da ku Gulale bibe navçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan bîranîna Komkujiya Pirsûsê sûc hesiband

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arcan: Divê dewlet û civak bi rabirdûyê re rû bi rû bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Komareke nû bi zimanê berê ava nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Peyman Viyan: Em dikarin Rojhilat bi yekîtiya siyasî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Biryarên bi vî rengî xizmeta aramiya Iraqê nakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiyên Kurd ên li Kerkûkê êrişa li ser taxa Newrozê şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerên saziyên Şengalê: Heta dorpêça li ser Şengalê bê rakirin em ê li qadan bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em ji bo Şengalê bikevin nava liv û tevgerê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Stenbolê starta 8’ê Adarê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina 6 jinan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyan Hisên: Em tu carî dev ji YPJ’ê bernadin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ocalan dema bang kir herî zêde bawerî bi jinan anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Derbarê kesên rojnameger Hakan Tosun kuştin de fezlekeyeke ji bo pakkirinê hate amadekirin
Rojane

Derbarê kesên rojnameger Hakan Tosun kuştin de fezlekeyeke ji bo pakkirinê hate amadekirin

Hat eşkere kirin ku Dozgerê Komarê yê Buyukçekmeceyê ku lêpirsîna kuştina Hakan Tosun dimeşîne, li şûna sûcê “bi qestî kuştinê”, bi sûcê “birîndarkirina giran” fezleke amade kiriye û daxwaz kiriye ku her du bersûcên girtî ji "tehrika neheq" sûd werbigirin

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Parêzerên rojnameger û parastvanê jiyanê Hakan Tosun, ê ku li Esenyurta Stenbolê dema diçû serdana diya xwe bi lêdanê hatibû qetilkirin, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê der barê lêpirsîna kuştinê de civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de xwişka Hakan Tosun, Oznur Tosun û gelek nûnerên saziyên çapemeniyê amade bûn.

Parêzerê malbatê Cemal Yucel der barê qonaxa lêpirsînê de agahî dan û destnîşan kir ku di fezlekeya ku ji aliyê Dozgerê Komarê yê Buyukçekmeceyê ve hatî amadekirin de, bersûcên girtî Abdurrahman Murat û Adnan Şahin hatine pakkirin.

FEZLEKE BI SÛCÊ “BIRÎNDARKIRINA GIRAN” HATE AMADEKIRIN

Yucel bal kişand ser wê yekê ku tevî Hakan Tosun bi derbên lêdan bi qestî hatibe kuştin jî, dozger li şûna sûcê “bi qestî kuştina mirov”, bi sûcê “birîndarkirina giran a ku bûye sedema encamê” fezleke amade kiriye.

Yucel diyar kir ku heger ev fezleke ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê ve bibe îdianame, dibe ku her du bersûc tenê bi 2,5 salan werin cezakirin û serbest werin berdan.

Yucel wiha got: “Weke ku hûn jî dizanin, Hakan Tosun ji aliyê çeteyekê ve bi lêdanên giran hat qetilkirin. Lê belê dozger, wekî ku parêzerê bersûcan be tevgeriyaye û fezlekeyeke ku her du bersûcan pak dike amade kiriye. Ev nayê qebûlkirin. Heger dîmenên kamerayan di destê me de neban, dibe ku îdîayên bêbingeh wekî rastî hatiban qebûlkirin. Lê belê qeydên kamerayan hene û di rapora Tiba Edlî de jî hatiye piştrastkirin ku mirina Hakan Tosun ji ber şikestina hestiyên serî û rû, xwînrêjiya mêjî û xerabûna tevna mêjî ya ji ber lêdanê pêk hatiye.”

Yucel her wiha got ku dozger bi vê jî nemaye li ser îdîaya ku Hakan Tosun heqaret li êrîşkeran kiriye, xwestiye ku hukmên “tehrika neheq” werin sepandin. Yucel anî ziman ku îfadeya Yusuf Ozakdag ê ku tevî êrîşê bûye lê wekî “şahid” hatiye guhdarîkirin hatiye girtin, lê di dîmenan de xuya dike ku Hakan Tosun tu heqaretek nekiriye.

GUMANA ME HEYE KU POLÎS ŞAHIDAN ARASTE DIKIN DI GOTINÊN WAN DE

Yucel wiha berdewam kir: “Gumanên me hene ku peywirdarên Amirtiya Polîsan a Mevlana ya Esenyurtê, yên ku ji serî de bi dilê kujeran tevgeriyan û delîl kom nekirin, şahidan araste dikin. Daxwazên me yên ji bo lêkolînkirina kesên li pişt kujeran û tespîtkirina kesên teşwîqkar ji aliyê dozgeriyê ve nehatine qebûlkirin. Qeydên telefonê (HTS) yên gumanbaran nehatine lêkolînkirin. Em ê ji bo parastina mafê Hakan Tosun serî li hemû rêyên hiqûqî bidin. Em hişyariyê didin; divê meqamên darazê kesî teşwîqê kuştinê nekin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Peyman Viyan: Em dikarin Rojhilat bi yekîtiya siyasî biparêzin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Hesekê, Til Hemîs û Şedadê cenazeyên 6 şehîdan hatin veşartin

Li Hesekê, Til Hemîs û Şedadê cenazeyên 6 şervanên ku di şerê dijî çeteyan de…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: Li başûrê Minbicê 8 çete hatin kuştin

QSD'ê ragihand ku li başûrê Minbicê di şer de 8 çeteyên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hesekê pêşangeha wêne û pirtûkên Abdullah Ocalan

Li Kampa Waşûkanî ya li Hesekê, pêşangeheke wêne û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Mêrdînê di biryara ‘Doza Komîsyona Edaletê ya KCK’ê’ de 41 beraet, 1 ceza

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Pirsên ku rojnamevan dixwazin ji Rêber Apo bipirsin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Wezîrê Plandanînê yê Iraqê ferman da ku Gulale bibe navçe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Polîsan bîranîna Komkujiya Pirsûsê sûc hesiband

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?