Di sala 2019’an de, Efe Tektekin ê 5 salî li navçeya Rezan a Amedê di encama lêketina TOMA’yê de jiyana xwe ji dest dabû. Doza ku li hemberî polîsê bi navê Îdrîs Aksoy ku wesayîtê diajot hatibû vekirin, bi beraetê bi encam bibû. Lê belê, dadgeha îstînafê ev biryar betal kir û ji nû ve darizandina wî da destpêkirin.
Di îdianameya nû ya hatî amadekirin de, ji bo polîs Aksoy bi tohmeta “bi îhmalkariyê dibe sedema mirinê” ceza hat xwestin. Lê mîna di dozên berê de polîs dîsa wekî “qismî sûcdar” hate hesibandin.
Beraeta berê ji ber kêmasiyên prosedurî li dadgeheke bilindtir hate îtîrazkirin û hate betalkirin. Biryara nedayîna destûra lêpirsînê jî bi îtîrazê hate betalkirin û doz ji nû ve hate vekirin.
Îdianameya nû, ku di 5’ê Adarê de hatibû amadekirin, ji aliyê dadgehê ve hate qebûlkirin. Rûniştina yekem a dozê dê di 28’ê Îlonê de were lidar xistin.
ÇI QEWIMÎ BÛ!
Efe Tektekin di 11’ê Îlona 2019’an de, di encama lêketina TOMA’ya ku ji aliyê polîs Îdrîs Aksoy ve dihat ajotin ve, bi giranî birîndar bû û di 13’yê Îlonê de jiyana xwe ji dest da. Bapîrê wî Efe Tektekîn Mehmet Tektekîn jî di 6’ê Hezîrana 2018’an de li heman cihî di encama lêketina TOMA’yê de jiyana xwe ji dest dabû.
Polîs Aksoy, îdîa kir ku wî zarok nedîtiye. Di raporên hatibûn amadekirin de jî polîs “bi qismî sûcdar e”, lê bavê zarok “bi giranî sûcdar e” hat nîşandan.
Dadgehê di sala 2022’yan de ji bo polîs Aksoy biryara beraetê dabû. Lê belê, dadgeha îstînafê ev biryar bi sedema ku biryar bêyî wergirtina destûra lêpirsînê hatiye dayîn, betal kir.
Doz ji nû ve hatiye vekirin û piştî ku destûrên pêwîst werin wergirtin, darizandin dê ji nû ve dest pê bike.

