Nivîskarê lêkolîner Ferset Doskî anî ziman ku desthilatdariya Erdogan bêyî cudahiyê bixe nava Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat gefê li Kurd û Kurdistanê bi temamî dixwe.
Doskî ji ANF’ê re axivî, bi bîr xist ku dîroka Kurdistanê bi gelek kêliyên şikestinê û firsendan dagirtî ye ku ders dikare jê bê derxistin û got, “Desthilatdariya Tirk îro gefê li Rojava dixwe û dixwaze tine bike. Lê belê ew ne tenê li dijî herêmeke Kurdan an jî saziyeke wan e, ew li dijî hebûna gelê Kurd bi temamî ye.”
Doskî destnîşan kir ku divê dijberiya desthilatdariya Erdogan tenê li hemberî PKK yan jî YPG’ê neyê nirxandin û destnîşan kir ku êrîşên li ser Rojava êrîşên li hemberî hebûna Kurdan e. Doskî got, “Kîjan partî, sazî yan jî kesayetên Kurd dibin bila bibin, ev rejîm wê li dij helwestê nîşan bide.” Doskî bang li Kurdan kir ku di vê demê de ku rojên krîtîk li Rojava hene, divê Kurd cihêrengiya xwe bidin aliyekî û helwesteke hevpar nîşan bidin.
EM NEKIN QURBANÊ BERJEWENDIYÊN PARTIYAN
Doskî diyar kir ku parastina destketiyên li Rojava di asta jiyanî de girîng e û got, “Em berdêlên ku bi xwîna şehîdên me û berdêla gelê me hatin afirandin nekin qurbanê berjewendiyên şexsî yan jî partiyan. Em xiyanetê li fedakariya şehîdên xwe nekin. Dîrok xiyanetê ti carî ji bîr nake.” Doskî anî ziman ku dem ne ew dem e ku nîqaş li ser cihêrengiya siyasî ya li Rojava bê kirin û destnîşan kir ku divê Kurd bi rengekî yek biçe Şamê, siyaseta hevpar bimeşîne û got, ji bo parastina mafên gelê Kurd yekîtî şert e.
BILA LOZANEKE NÛ RÛ NEDE
Doskî destnîşan kir ku divê gelê Kurd nehêle careke din Peymana Lozanê bê kirin ku beriya 100 salan pêk hat û bû sedema êşên giran. Doskî got, “Hêvî, êş û berdêlên gelê me divê careke din ji nakokiyên siyasî re nebin qurban. Yekane tişta ku me azad bike yekîtiya me ye.”
EM LI DORA BANGA EBDÎ BICIVIN
Doskî anî ziman ku komên weke DAÎŞ, Cephet El Nûsra û îro jî HTŞ kincê xwe guhertine, bi rêya dîplomasiyê hatine rewakirin, lê belê divê sûcên ku van komên destê wan ketiye xwîna gelê Kurd li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê kirine neyê jibîrkirin û got, “Ji bo parastina hêvî û destketiyên gelê me yê li çar parçeyan, em xwe li hevdîtinên bi van re radigirin. Ji ber vê yekê em dest bidin hev û tevlî van hevdîtinan bibin. Li Rojava hêzên çekdar ne li ser xeteke şaş in, wan ji bo paratsina gelê xwe canê xwe feda kirin. Ev yek ji bo Kurdan ne cihê nîqaşê ye. Divê li dora helwest û banga Mazlûm Ebdî siyaseteke hevpar bê meşandin. Ev hêz garantiya paşeroja gelê me û siyaseta me ye. Yekîtiya li dora destketiyên Rojava hêviay gelê Kurd e. Kurd tenê bi yekîtiyê dikarin destketiyên Rojava biparêzin û divê her kes ji bo vê bixebite.”