Endama Akademiya Jineolojiyê Aliye Osman anî ziman ku karên jineolojiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şoreşê re destpê kir. Aliye Osman ji ANF’ê re qala pêvajoya destpêkirin û rêveçûna karê jineolojiyê kir.
Aliye Osman got, “Karên Jineolojiyê li Rojava weke sazî di sala 2017’an de li Efrînê destpê kirin. Lê belê beriya sazîbûnê di çarçoveya karên jinoleojiyê de xebatên me hebûn. Di nava vî karî de dayina dersên Jineolojiyê, li gel vê yekê di çarçoveya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de karên lêkolînê yên jineolojiyê hebûn. Yanî dikare bê gotin, vî karî bi şoreşê re destpê kiriye. Ji xwe jineolojî bi xwe, xwe dispêre lêkolînê. Ev karê lêkolînê li nava civakê têne kirin Sosyolojiya ciavkê, pirsgirêk û dîroka civakê bi hev re têne lêkolînkirin. Di vir de armanca esasî çareserkirina pirsgirêkên li nava civakê û ronîkirina civakê ye. Ji bo vê jî destpêkê divê taybetmendiya sosyolojîk a civakê, zayendîperestiya li nava civakê bê çareserkirin, avaniya heyî ya malbatê bê fêhmkirin û pênasekirin. Dema ku li ser vê bingehê nêzîkatî tê nîşandan hingî tê fêhmkirin bê bi kîjan rêbaza perwerdeyê civak dikare bê pêşvebirin. Li ser vê bingehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lêkolînên me yên berfireh çêbûn. Di çarçoveya van lêkolînan de di asta pirtûkan de materyal hatin afirandin. Bi vî rengî hêdî hêdî şênber bû. Li gel vê yekê hejmara saziyên me jî zêde bûn. Lê belê weke ku min got, destpêkê karên jineolojiyê li Efrînê hate destêkirin, lê belê bi dagirkirina Efrînê re piştî ku gel koçî Şehba û taxa Şêxmeqsûd a Helebê kir, vî karî li Şehbayê dewam kir. Niha ji Şehbayê het Helebê û Dêrikê sazî hene ku karên jineolojiyê dikin. Bêguman her sazî li gorî daxwaza xwe mijaran lêkolîn dike. Ji ber ku Rojava ji aliyê civakî ve xwedî avaniyeke tevlîhev e. Herêmeke ku gelek gelên ji etnîk, ol û çandên cuda hene. Lewma her saziyên jineolojiyê yên li her herêmê li gorî taybetmendiya civakî ya wê herêmê kar dike. Li gel vê yekê dem bi dem sazî hemû karên hevpar lêkolîn dikin, plansaziyên xwe çêdikin. Ev jî karên zanistî û civakî ne ku sazî hemû bi hevkarî dimeşînin.
Aliye Osman ragihand ku pêvajoya destpêkê ya karên Jineolojiyê li Efrînê ji aliyê Şehîd Nagîhan Akarsel ve hate meşandin, bi hezaran jin hatin perwerdekirin û diyar kir ku piştre li Dêrikê, Tebqa, Minbic, Kobanê û Hesekê navendên jineolojiyê hatin avakirin, li her bajarî, her herêmê bingeha vê yekê hate danîn.
Ji bo pirsa “Di çarçoveya karên jineolojiyê de çi tê kirin?’ jî Aliye Osman got, “Karê perwerdekirina civakê bêguman ne tenê li nava saziyan e. Li zanîngehan jî ev kar tevlî mufredatê hate kirin û hem xwendekar hem jî mamoste di ve çarçoveyê de têne perwerdekirin. Bêguman ji bo karibe weke dersekê li dibinsta û zanîngehan bê dayin beriya her tiştî divê mamoste heta astekê bêne perwerdekirin. Jineolojî bi armanca afirandina civakeke exlaqî û polîtîk kar dike. Lewma divê civak li hemberî mejiyê zayendîparastî û kevneşopiyê bê perwerdekirin û ronîkirin. Cihê ku bingeha vê jî bi xurtî bê danîn bêguman dibistan e. Hewr wiha zanîngeha me ya jineolojiyê jî heye. Vî karê ku destpêkê li akademiyê destpê kir niha weke zanîngeheke ji çar salan bi perwerdeyê dewam dike. Ji xwe me gotibû li zanîngehan jineolojî weke dersekê tê dayin.”
Ji bo encamên vî karî jî Aliye Osman nirxandineke bi vî rengî kir: “Jinên li Rojava û Rojhilata Navîn baldar û eledar e ku jineolojiyê fêhm bikin. Sedema vê jî ew e; her ku di jineolojiyê de xwe kûr dike yan jî fêhm dike, hîn bêhtir xwe nas dike û fêhm dike. Her wiha pirsgirêkên ji ber civak û malbatê û şexsî, vê yekê weke rêbaza çareseriya pirsgirêkan dibîne.
Bi taybetî jinê Ereb bi baldarî nêzî jineolojiyê dibin. Daxwazên wan ên têkildarî kar zêde ne. Her ku tevlî karên jineolojiyê dibin û hewl didin fêhm bikin, eleqeya wan qat bi qat zêde dibe. Ji ber ku fêhm bikin bê pirsgirêkên wan ji ber çi ne. Ji bo dîtina vê çavkaniyê jî pêwîstî bi guhertina mejî û ronîbûna nêrînê heye. Her ku ew bi vê dihesin ji me dixwazin ku em hîn bêhtir dersên jineolojiyê bidin. Dikarim bibêjim ku weke rêya çareseriya her tiştî dibînin.”
Aliye Osman bi dewamî bal kişand ser bandora vê zanistiyê li ser civakê û got, “Jineolojî zanistiya jinê ye, zanistiya civakê ye, zanistiya hevjiyaneke azad e, zanistiya civakeke polîtîk, exlaqî û demokratîk e. Ji ber vê yekê jî dema jineolojî weke zanistiya jinê tê pênasekirin, divê ev yek tenê weke zanistiya jinê bi rengekî teng neyê nirxandin. Di vir de qala gerdûnê, civakê û jiyanê tê kirin. Lê belê girîng e ku esasê vê zanistiyê bi nêrîna jinê bê nirxandin; mirov bi aqlê jinê li civak û xwezayê binihêrin. Jin ji hemû zanistiyê hate dûrxistin; rastiyeke zanistî hate afirandin ku bi mejiyê mêr hate çêkirin. Pêwîstiya me bi civakekê heye ku jinûve ronî bibe û em dixwazin vê ronîbûnê jî bi hêza jinê pêk bînin. Ji ber vê yekê jî jineolojî ne tenê zanistiyeke ku jinê dinirxîne; di vir de civak bi temamî rastiya xwe dibîne. Destpêkê di nava civakê de helwestên neyînî rû dan. Bi rengê ‘Çima pêwîstî bi zanistiyeke jinê heye?’ nêzîkatî yan jî nêrîn hatin nîşandan. Pirsên ‘Rêbertî çima jineolojî pêşniyar kir?’ û ‘Çima di vê demê de jineolojî girîng e’ têne pirsîn. Lê belê her ku kete nav û fêhm kir, bi taybetî dema ku fêhm kir di bingeha hegemonya li ser civakan de kolekirina jinê heye, vê zanistiyê bi xwe ronakbîriyek anî.”
Li ser nêrîn û nêzîkatiya komên jinan û bi taybetî jî femînîst ên li cîhanê, her wiha nêzîkatiya tevgerên jinan ên li Rojhilata Navîn ji bo vî karî Aliye Osman got, “Li Rojhilata Navîn li gelek welatan jineolojî weke zanistiyê tê qebûlkirin. Hevlaên me li Tûnis, Misir, Lubnan û gelek welatan tevlî konferansan, semîneran û civînan dibin. Niha zanistiya heyî li cîhanê xizmetê ji sîstemên hegemonîk re dike û ev rewş dibe sedem ku pirsgirêkên li nava civakê hîn kûr bibin. Her ku zanistî ji civakê hate dûrxistin, kete rewşeke welê ku zerarê bide civakê. Lê belê jineolojî bi civakê re bi pêş ket û zanistiyeke bi vî rengî temsîl dike. Jin bi lêkolînkirina xwe, bi naskirina xwe, li ser xwebûna xwe dîroka xwe ava dike. Mînak dema ku hevalên me li Kenyayê ev kar kirin, jinên Kenyayî gotin, ‘Em ê êdî dîroka xwe, rastiya xwe lêkolîn bikin û eşkere bikin. Pêwîstiya me pê nîne ku hinek ji derve bê me ronî bike, dîroka me binivîsîne yan jî mêr qala me bike. Em ê vê bi xwe bikin’. Her wiha ji gelek deverên Ewropayê serdanên jinên enternasyonal û femînîst dibe û nîqaş bi wan re tê kirin. Ew jî di nava zanistiya jineolojiyê de rastiya xwe dibînin. Ya ku bala wan dikişîne felsefeya me ya azadiyê ye. Ev felsefeya ku Rêberê me afirand bandorê li gelek deverên cîhanê dike. Bi taybetî salên dawî di çarçoveya felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de li gelek deverên cîhanê jin li hev kom bûn. Herî dawî li Hindistanê vê yekê xwe nîşan da. Ev yek jî radixe pêş çavan ku her jineke li azadiyê digere dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bilind dike. Divê ev yek jî bê dîtin: Nexşeya çareseriyê pêşkêşî jin û civakan dike ku berê xwe didin azadiyê.”
Têkildarî guherîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin jî Aliye Osman got, “Bêguman guhertin di nava civakan de ne ew mijare ku di nava rojekê de pêk were. Hegemonya sîstemên heyî li ser civakê gelek xisar kirin. Şerekî taybet li ser civakê tê meşandin; bi taybetî civaka me her roj li vê yekê rast tê. Lê belê bi giştî civak xwedî karaktera xwe ne. Dema ku li zexteke giran, polîtîkayên tundî û tepisandinê rast tên, civak di nava xwe de mekanîzmayeke parastinê diafirîne. Dikare xwe di nava xwe de bigire û asê bike. Di nava civakên Rojhilata Navîn de ev rewş hîn mezin e.
Civaka me ji aliyekî ve li dijî vê sîstemê xwe girtiye, li alilyê din jî di bin bandora polîtîkayên şerê taybet de ye ku bi rêya teknolojî û înternetê tê meşandin. Li nava civakeke bi vî rengî em hewl didin guhertinê pêk bînin. Di nava civakê de rêbaza ku civak timî qebûl dike û hewl dide bi pêş ve bibe, rêbazên çareserkirina pirsgirêkan e. Mirov tenê bi vî rengî rêbazên ku azadî û wekheviyê misoger dikin qebûl dikin. Ji ber ku di cewhera mirovn, xweza û gerdûnê de her tim lêgerîna li azadiyê heye. Çiqas rêbazên cuda bêne bikaranîn jî dema ku civakê çareseriya bi navenda civakî dît, berê xwe dide wê derê. Jineolojî jî hewl dide vê yekê nîşanî civakê bide.”