Balafireke bêmirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker li gorî saeta herêmî di saet 20:45’an de li ser rêya Qamişlo û Hesekê di navbera gundên Kotik û Girê Sor de cihek bombebaran kir.
Dewleta Tirk a dagirker nêzî saetek şûnde li ser rêya Amûde-Qamişlo, di navbera gundên Çolbîstan û Xirbê de wesayîtek hedef kir.
Têkildarî êrîşan agahiyên zelaltir bi dest neketin.