Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê dewam dikin.Herêma Amûd û Çilmêra bi balafirên şer û balafirên bê mirov ên bombebarkirî hatin bombekirin. Piştre jî bombe li navenda Şengalê hate barandin.
Li gorî agahjiyan, dewleta Tirk a dagirker herêma Çilmêra û Amûd 4 caran, navenda Şengalê, hin gir, qada gundê Sîba Şêx Xidir bi giştî 11 caran bombebaran kir.
Liv û tevgera hewayî ya dagirkeran a li herêmê dewam dike.