Yekşem, 5 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Fîdan, Şara û Zelenski wê civîneke sêalî pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê dest danî ser mal û milkên bêhtirî 100 kesên navdar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êriş birin ser pîknîka 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê cejna Paskalyayê li bawermendên Mesihî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di bin çavan de hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi girseyî serdana endamê YPS’ê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên li herêma Bradostê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê rojbûna Rêber Apo bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojbûna Rêber Apo li Garê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    4’ê Nîsanê li Mexmûr û Kelarê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna PJAK’ê ya 22 salan ji bo Rojhlatê Kurdistanê bû hêviyek nû’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJK-E’yê pêngavek nû: Dema avakirina civaka komunal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li ser aştiyê nîqaş dikin: Bêyî me nabe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşîna me bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di du mehan de 6 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê erkên xwe heta dawiyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dewleta Tirk ji bo êrîşên xwe yên dagirkerî û îlhaqê ‘fermandar’ guhert
Rojane

Dewleta Tirk ji bo êrîşên xwe yên dagirkerî û îlhaqê ‘fermandar’ guhert

Rojnameya Fermî di 9'ê Tebaxê de biryarnameyek bi îmzeya Serokkomarê Tirk û Serokê Giştî yê AKP'ê şefê faşîst Recep Tayyîp Erdogan weşandibû. Di Biryarnameya de guhertina 2 fermandarên artêşê yên ji bo operasyona dervey sînor, bal kişand.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Tebax 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Nîsana 2021’an û vir ve li dijî Herêmên Metîna, Zap, Avaşîn û Başûrê Kurdistanê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bejahî û hewayî ve êrîşên dagirkerî û îlhaqê daye destpêkirin. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku ev 3 sal in bê navber didome, di 16’ê Nîsanê de li herêmên cuda yên Metînayê dest bi êrîşeke nû ya berfireh kir. Artêşa Tirk a dagirker di 3’yê Tîrmehê de jî bi desteka PDK’ê ji aliyê Amediyê ve êrîşê Girê Bahar a li herêma Zapê kirin. Artêşa Tirk a dagirker bi desteka PDK’ê ev 3 sal in êrîşên dagirkerî û îlhaqê li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dimeşîne.

Dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta şer a AKP-MHP’ê, piştî êrîşên xwe yên bi taybetî di 3’yê Tîrmehê de li dijî Herêmên parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê hatin meşandin, pêkanînên mîna gund valakirin, şewitandina gund, bax û baxçeyên welatiyan, danîna nuqteyên kontrole, kontrolkirina nasnameyan û li nava gundan bargehên leşkerî avakirin li pêşiya çavê tevahiya cîhanê tê kirin. Di vê rewşê de eşkere bûye ku PDK û Barzanî, niha di van êrîşên dagirkerî û îlhaqê de li aliyê dewleta Tirk a dagirker in.

Li dijî êrîşên dagirkerî û îlhaqê, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi tîmên bi tevger li ser esasê şerê tunelan û araziyan bersiv didin. Şer bi taybetî li xeta Metîna û Zapê dijwar bûye. Mîna ku tê zanîn ev êrîş nêzî 3 sal û nîv e berdewam dike û dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta wê ya şer encam bi dest nexistiye. Tevî bêdengiya Iraqê, desteka PDK-Barzanî ya bêsînor jî, nekarîn encam bi dest bixin.

DAGIRKERÎ Û ÎLHAQ, JI FERMANDARÊ NÊZ Ê AKP’Ê DERBASÎ FERMANDARÊ ERGENEKONÊ DIBE

Di 9’ê Tebaxê de biryarnameyek bi îmzeya Serokkomarê Tirk, Serokê Giştî yê AKP’ê şefê faşîst Recep Tayyîp Erdogan ku tê de guhertina fermandariyên Bejahî, Hêzên Deryayî û Hewayî yên artêşa Tirk a dagirker cih digirin, hat weşandin. Di biryarnameyê de guhertina herî girîng û ya bal dikişîne, ew e ku li şûna Fermandarê Artêşa 2’yemîn Metîn Tokel, Levent Ergun hate tayînkirin. Fermandarê Artêşa 2’yemîn Metîn Tokel berpirsyarê operasyonên êrîşên dagirkerî û îlhaqê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê ye. Levent Ergûn jî hefteya borî ji Korgeneraltiyê terfiyê, Orgeneraltiyê hate kirin. Ev guherîna ku di dema êrîşên dagirkerî û îlhaqkirinê de ji aliyê şefê faşîst Erdogan ve hat kirin, bal kişand. Di wateyekê de ev guhertin wiha tê şîrovekirin; operasyonên dervî sînor ji Metîn Tokel hat girtin û dewrî Levent Ergûn hat kirin. Li aliyê din nêzîkbûna Metîn Tokel a ji bo AKP’ê bi berfirehî dihat zanîn û gotinên wî yên pesnê siyasetmedarên AKP’yî yên li ofîsa wî ziyaret kirin di çapemeniyê de jî cih girtin.

HAT GIRTIN, PIŞTÎ NISÊBÎN HILWEŞAND DERXISTIN PÊŞ

Levent Ergûn ê ku ji bo êrîşên dagirkerî û îlhaqê bide meşandin weke fermandariya artêşê ya 2’yemîn hat wezîfedarkirin, di doza Balyozê de hatibû girtin û di dema Berxwedana Rêveberiya Xweser a li Nisêbînê, rola herî sereke di wêrankirin û şewitandina Nisêbînê de lîst. Ev kes ji aliyê raya giştî ya Kurd ve baş tê naskirin. Piştî girtinê û biryara dadgehê ya ji bo wî hat dayîn, vegeriya ser wezîfeya xwe. Çawa vegeriya ser wezîfeya xwe, yekser fermandariya êrîşên li dijî Nisêbînê kir. Karê wî ya ewil ew bû ku gelê Nisêbînê bide koçkirin û wêrankariyê bike. Li aliyê din, dema korgeneral bû, hefteyek berê bi Biryarnameya YAŞ’ê ji bo Orgeneralî hat terfîkirin. Piştî  wê bi demekê jî erka pêkanîna êrîşên dagirkerî û îlhaqkirinê jê re hat dayîn û weke fermandarê 2’yemîn ê artêşê hat wezîfedarkirin. Levent Ergûn di çarçoveya Doza Balyoz de demekê li Girtîgeha Hasdal girtî ma.

FERMANDARÊN KU OPERASYON BI RÊVE DIBIRIN HATIN GUHERTIN

Di êrîşên dagirkerî û îlhaqkirinê de piraniya qedemeyên fermandariyê hatin guhertin. Hin guhertinên di biryarnameyê de wiha ne; Bi guhertina 2’yemîn fermandarê Artêşê re, li Amedê fermandarê baskê artêşê yê 7’emîn, li Amedê fermandarê Tûgayê Piyadeyên mekanize yê 16’emîn, li Geverê fermandarê Tûgaya Piyade ya 3’yemîn, li Şirnexê fermandarê Tûgaya Piyade ya 23’yemîn, li Dîlokê fermandarê Tûgayê zirxî ya 5’emîn, li Meletyeyê fermandarê Tûgaya Piyade ya 13’emîn, li Rihayê fermandarê Zirxî ya 20’emîn, li Çûkûrcayê fermandarê Tûgay yê sînor a 2’yemîn, li Hatayê fermandarê Tûgaya Piyade ya 39’emîn, li Wanê fermandarê sînor a 6’emîn, li Midyatê fermandarê Tûgayên Komando ya 14’emîn, li Robarokê ya Colemêrgê fermandarê Tûgayê Sînor yê 1’emîn, li Sêrtê fermandarê Tûgayên komando û li Meletyeyê fermandarê baregeha Anajetê hatin guhertin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Em ê bersivên tund bidin êrîşên li ser Dêrazor ê’
Nûçeya Pişt re Gaza xwezayî tê Nisêbînê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo gerîlaya ARGK’ê Gulşen Atalmiş sersaxî hat danîn

Ji bo gerîlaya ARGK'ê Gulşen Atalmiş a ku di sala 1995'an de li Bedlîsê şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şehîd Hesen Xidêr hat veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Hesen Xidêr bi beşdariya şêniyên Kantona Minbicê hat veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk li Ranyayê bombe li sivîlan barand: 4 şehîd

Dewleta Tirk a dagirker li Ranya ya girêdayî bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, wesayîteke sivîlan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Fîdan, Şara û Zelenski wê civîneke sêalî pêk bînin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê dest danî ser mal û milkên bêhtirî 100 kesên navdar

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Polîsan êriş birin ser pîknîka 4’ê Nîsanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Malbatên dîlgirtiyan bi daxwaza azadiya xizmên xwe meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?