Pêşkêşvanê Stêrk Tv Hêmin Mamend, li Silêmaniyê di encama êrîşeke çekdarî de birîndar bû. Di êrîşê de du gule li rojnamevan Hêmin Mamend ketine û bi giranî birîndar bû. Rojnamevan Hêmin Mamend niha li nexweşxaneyeke Silêmaniyê tê dermankirin.
Komeleya Rojnemevanên Dîcle Firatê (DFG) der barê êrîşa li hember Hêmin Mamend daxuyanî da û xwest êrîşkar û hevkarên wan demildest werin eşkerekirin.
DFG’ê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabên medyaya dîjîtal de anî ziman ku heta niha li Silêmaniyê gelek hevalên wan ên rojnemevan hatine qetilkirin, ew van êrîşan qebûl nakin û dê hesaba wê bipirsin.