Duşem, 29 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 29’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranînên Roboskî: Bila berpirsyar bêne darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ez bawerim ku wê ciwan bi rola pêşengiyê rabin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji rêbazên şerê taybet: Çete

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK: Me komkujiya Roboskî ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayramoglu: Mifteya çareseriyê mutabaqata siyasî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cemal Şerîk: Hevala Berfîn miroveke zana bû ku rê nîşan dida

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Roboskiyê li Mexmûrê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiyên li Amedê hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber berfê deriyên sînor Kêlê û Hacî Omeran hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Orhan Kobanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî bi hesabdayina Komkujiya Roboskî dikare pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2025’an de berxwedana jinan a di nava rastgirî, şer û krîzan de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Bêrîtan Fûad hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    400 aktîvîstan ji bo Zehra Şehbaz Teberî bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xalide Engîzek: Heval Berfîn bû sembola ked û fedakariyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî heqaret û êrişên li hemberî Leyla Zana gilî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > DFG’ê rojnamevan Tepe, Abayay û Orhan bi bîr anî
Kurdistan

DFG’ê rojnamevan Tepe, Abayay û Orhan bi bîr anî

DFG’ê rojnamevan Ferhat Tepe, Çetîn Abayay û Yahya Orhan ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, bi bîr anî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Tebax 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi munasebeta  salvegera kuştina rojnamevan Ferhat Tepe, Çetîn Abayay û Yahya Orhan daxuyaniyek weşand û rojnamevan bi bîr anî.

DFG’ê bi sernavê “Şehîdên çapemeniyê rûmeta me û sedemê têkoşîna me ne” daxuyaniyê belav kir.

Daxuyaniya bîranîna her sê rojnamevanan bi vî rengî ye:

“Dema em li salên 90’î dinêrin, dibînin ku Ferhat Tepe, Çetîn Abayay û Yahya Orhan têkoşîneke bêhempa meşandine û di vê têkoşîna birûmet de li refên pêş ên artêşa çapemeniyê de cih girtine. Mîrateya Çapemeniya Azad girtin ser milên xwe, wan ji bo ku rastî di tariyê de nemîne têkoşiyan. Hêzên tarî, yên ku tehamûlî têkoşîna Ferhat, Çetîn û Yahya ya ji bo rastiyê nekirin, di meha Tîrmeha 1992-1993’yan de sê rojnamevan hedef girtin. Weke şopînerên şehîdên çapemeniya azad em dubare soz didin ku em ê pênûsê wan li erdê nehêlin. Şehîdên çapemeniyê rûmeta me û sedemê têkoşîna me ne.

FERHAT TEPE

Ferhat Tepe, di Gulana sala 1974’an de li Bedlîsê tê dinê. Dibistana navîn, seretayî û lîseyê li Bedlîsê dixwîne. Gava di pola dawî ya lîseyê de ye dibe nûçegihanê Ozgur Gundemê yê Bedlîsê. Wexta di rojnameyê de dixebitî, di 28’ê Tîrmeha 1993’yan de ji malê derdikeve û 3 kes wî direvînin. Wesayîta lê tê siwarkirin li ber Qereqola Navçeyê ya Bedlîsê tê dîtin. Çendî ku malbata Tepe serî li qereqolê didin jî binçavkirina wî nayê qebûlkirin.

Wê demê bav Îshak Tepe jî Serokê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Bedlîsê ye. Piştî revandina Ferhat Tepe, komeke ku navê “Tûgaya Tolhildanê ya Tirk” telefonî wî dike û jê re dibêjin wan Tepe revandiye û jê xwestine heger PKK turîstên revandine berde heke milyarek pere bidin wan wê Tepe berdin. Malbata Tepe ku cihek nehişt serî lê nedan di 8ê Tebaxê de xebera mirina Ferhat tepe digire. Cenazeyê Tepe li nêzî Gola Hazarê ya Xarpêtê tê dîtin.

Malbata Tepe der barê revandina kurê xwe û kuştina wî de serî li gelek cihan dide. Lê belê dîsa jî lêpirsîneke bibandor nayê kirin. Malbata Tepe, piştî ji dadgehên Tirkiyeyê tiştekî bi dest naxe serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dide. Dadgeh jî Tirkiyeyê mehkûm dike û 28 hezar Euro ceza lê dibire. Malbata Tepe piştî biryara DMME’yê jî dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernade û serlêdanên wê hemû hatin redkirin. 14 kesên ku gotibûn Tepe li Fermandariya Alayê ya Cendirmeyan a Amedê dîtine jî, tu carî wekî şahid nehatin guhdarkirin. Di esasê xwe de dihate xwestin ku qetilkirina Ferhat neyê zelalkirin. Ji ber ku dewletê nedixwest rastî derkevin holê ji ber wê Ferhat qetil kiribû. Di 27 salên derbas bûyî de kujer di wijdanan de hatin mehkûmkirin lê dewletê tu car nexweş bûyer were aşkerekirin.

ÇETÎN ABAYAY

Çetîn Abayay di sala 1969’an de li Êlihê tê dinê. Li malbateke ku çar zarokên wan hebû mezin bû. Lê malbat di serdema Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê bi polîtîkayên zext û îşkenceyê yên dewletê re rû bir û mabû. Bavê Çetîn Abayay, Mehmet Abayay jî demekî dirêj di girtîgehê de hate ragihandin û piştî berdanê demekî kurt jiyana xwe ji dest da. Çetîn ê di hawîrdoreke wiha de mezin bû xwediyê kesayeteke fedakar bû. Rojekê cil û pêlava xwe dabûn kesekî pêdiviya wî pê hebûn û bi cilên wî yên çiriyayî vegeriya bû malê. Abayay di zarokatiya xwe de di nava têkoşîna netewî ya Kurd de cih girt. Abayay hêj 16 salî bû, di dema diçû lîseyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin. Abayay 6 mehan di Fermandariya Cendirmeyan ya Sêrtê de hat ragirtin û îşkence dît. Wê deme fermandariyê qebûl nekir ku Çetîn di destê wan de ye û nehiştin bi kesê re hevdîtinê bike. Piştî Abayay girtin wî şandin Girtîgeha Amedê. Piştî Abayay 5 mehan girtî ma û derket. Dayika Çetîn wê demê dema çûbû serdana kurê xwe ew nas nekiribû. Abayay piştî ji girtîgehê derket di Kovara Ozgur Halkê de dest bi xebatê kir. Dema dixebitî careke din hate girtin û 2 salan di Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê de hat ragirtin. Lê belê Abayay dema derket ji cihê ku kar hiştibû berdewamî karê xwe kir. Çetîn Abayay pişt re gelek caran hate binçavkirin. Ji ber ku wê demê li Êlihê kengî bûyerek qewimî buya her tim ew berpirsyar digirtin.

Dema wê demê gef li xebatkarên Ozgur Halkê hate xwarin û neçar man dest ji kar bihêlin, Çetîn Abayay xwe berpirsyar dît ku buroyê vekirî bihêle û dest bi rojnamegeriyê kir. Wê demê bi telefonê li malbatê digeriyan û gef lê dixwarin.

Tevî ku gef li Çetîn dihatin xwarin û hevalên wî dihatin kuştin jî her serê sibê wî deriyê buroyê vekir û bi xetereya canê xwe rojnamegerî kir. Di 29’ê Tîrmeha 1992’yan de dema bi hevalekî xwe re diçû malê saet di 19.30an de êrişî wan kirin. Sê kujerên ku du ji wan 18-19 salî bûn û yek ji wan jî 25 salî bû xwestin êrişî hevalê Çetîn jî bikin lê çeka wan xerabû û reviyan. Hevalê wî yê ji mirinê zivirî têkildarî êrişê malbat agahdar kir.

Li gorî vegotina şahidan, polis piştî kêliya gule li Çetîn hatin barandin hatin cihê bûyerê û Çetîn birine Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê. Malbat jî li ser vê yekê diçe nexweşxaneyê. Piştî mudaxileya ewil a li nexweşxaneyê Çetîn bi ambûlansê dibin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Çetîn Abayay rojekê pişt re di 30’ê Tîrmeha 1992’yan de saet di 10.00’an de jiyana xwe ji dest da.

YAHYA ORHAN

Yahya Orhan di sala 1964’an de li navçeya Kercews a Êlihê tê dinê. Yahya dema temenê wî hêj biçûk bû bavê xwe ji nexweşiya penceşêrê winda kir. Yahya piştî Lîseya Kercewsê xelas kir nekarî biçe zanîngehê ji ber ku weke mezinê 7 xwişk û birayan neçar mabû ku ji bo debara malbatê bixebite. Yahya Orhan ê beriya niha ji bo rojnameyên din dixebitî piştî rojnameya Guneşê ya herî dawî tê de xebitî li rojnameya Yenî Ulkeyê dest bi xebatê bike û gelek keyfxweş bû. Ji hevjîna xwe Turkan a di sala 1984an de pê re zewicî re wiha digot “Êdî em ê ji xwe re bixebitin”. Weke hemû nûçegihanên Yenî Ulkeyê ku heftane dihate weşandin derbasî rojnameya Ozgur Gundem a rojane dihate weşandin bû. Di vê serdemê de gelek caran gef li Yahya tên xwarin û heta carekê Qeymeqamê Kercewsê bi xwe jê re dibêje ku dê bê kuştin. Lê nekarin vî mirovê ku dilê wî ji bo gelê wî lê dida asteng bikin ku rastiya ne nivîsîne.

Dema Yahya pîrozbahiyên Newroza ku di 21’ê Adara 1992’yan de li Kercewsê hate lidarxistin dişopand, wênegira wî şikandin, fîlmên wê şewitandin û ji aliyê dadgehê ve hate girtin. Lê di 28’ê Hezîrana 1992’yan de ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ve hate berdan.

Yahya Orhan di 31’ê Tîrmeha 1992’yan de dora saet 21.00’an bufeya rojnameyê girt û demekê li qehwexaneyê rûnişt. Yahya dora saet 23.00’an li ber deriye mala xwe hate gulebaran kirin. Ji ber tarî bû qalikên guleyan nehatin dîtin, polîsan jî bêyî ku lêkolînê bikin cenaze wergirtin û çûn. Di saetên sere sibê de 27 heb qalikên guleyan hatin komkirin û radestî dozger hatin kirin. Dosyaya têkildarî qetilkirina Yahya Orhan herî dawî weke raza dewletê rakirin û xistin rafekê. An ku di vê dosyayê de kes nehate darizandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Sêwasê karkerên findûqê qeza derbas kirin: 3 jiyana xwe ji dest da
Nûçeya Pişt re Têkoşereke azadiya jinên Efganistanê: Meena Keshwar Kamal
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partî: Bi destê TUÎK’ê mafê kedkaran tê desteserkirin

Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê nerazîbûneke tund nîşanî daneyên TUÎK'ê yên li ser enflasyona Hezîrana…

Ji aliyê Stêrk TV

Salvegera 8’emîn a berxwedêriya Xanesorê

Êdî gelê Êzidî ji parastinê heta siyaset, xizmetguzarî, jin, ciwan, çand û aborî di hemû…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji TEV-DEM’ê peyama Pêngava 15’ê Tebaxê

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) 15'ê Tebaxê cejna vejînê li gelê Kurd, gelên Kurdistanê û herêmê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Cemal Şerîk: Hevala Berfîn miroveke zana bû ku rê nîşan dida

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîdên Roboskiyê li Mexmûrê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi girseyî serdana sersaxiyên li Amedê hatin kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji ber berfê deriyên sînor Kêlê û Hacî Omeran hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?