139’emîn Galaya Madenvanên Durham, îsal ne tenê bi têkoşîna çîna karker ve sînordar bû; di heman demê de daxwazên navneteweyî yên ji bo azadî û edaletê jî nîşan da.
Nêzîkî 250 hezar kes beşdarî çalakiyê bûn. Li vir sendîkavan, çalakvan û kesayetên siyasî banga xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo dubare kirin.
LÛTKEYA KAMPANYAYA KU HEFT SALAN DIDOME
Sendîkayên mezin ên li Keyaniya Yekbûyî piştgirî didin kampanyaya “Azadî ji bo Ocalan”, ku ji sala 2016’an vir ve berdewam dike. Bi taybetî sendîkayên mezin ên mîna Unite the Union, National Education Union (NEU) ve RMT’ê, ji sala 1999’an û vir ve li dijî tecrîda li ser Rêber Apo derdikevin û ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê balê dikêşin ser rola Rêber Apo.
Di pankartên galaya îsal de peyama “Azadî ji bo Ocalan- Aştî ji bo Kurdistan” derketin pêş û di axaftinan de girîngiya azadiya Rêber Apo ji bo çareseriyek demokratîk hatin destnîşankirin.
HEVGIRTINA NAVNETEWEYÎ
Sekreterê Giştî yê Sendîkaya RMT’ê Eddie Dempsey, diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo ne pirsgirêkek takekesî ye, tê wateya astengiya li pêşiya aştiyê.
Gelek nûnerên diaspora Kurd ên ji Ewropayê, çalakvanên çepgir ên Brîtanî û parêzvanên mafên mirovan jî tevlî çalakiyê bûn.
Alên ku sembola Rojava û Tevgera Azadiya Kurd in hatin hilgirtin û dirûşmeyên wekî “Bijî Serok Apo” û “Azadî ji bo Ocalan” hatin berzkirin.
ÇAND Û HUNER
Di çalakiyê de muzîka Kurdî, dîlanên gelêrî û performansên hunerî hatin pêşkêşkirin. Hunermendan helbest û stranên ku ji jiyana Rêber Apo îlham girtine, pêşkêş kirin. Her wiha li hin ofîsên sendîkayê panelên agahdarkirinê hatin lidar xistin.