Li bajarên Kurdan ji ber polîtîkaya qeyûm a du serdemên beriya niha, ziyanên civakî û avanî yên cidî li şaredariyan bûn.
Lê belê niha pêvajoyeke nû heye. Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku bi banga Rêber Apo destpê kir, vîzyoneke avakirina demokratîk a ji xwecihî dide pêşiya xwe. Di vê çarçoveyê de Endamê Desteya Navendî ya Rêveberiya Xwecihî ya DEM Partiyê Mûstafa Avci li ser rola siyaseta xwecihî û şaredariyan ji ANF’ê re axivî.
Di destpêkê de qala ziyanên ku qeyûman li şaredariyan kir û got, “Bêguman qeyûm beriya her tiştî desteserkirina îradeya gel a bi zordariyê ye. Li nava civakê weke darbeya siyasî tê pênasekirin. Bi esasî darbe jî betalkirina demokrasiyê ye. Li her zemîn û dema ku bi cih tê anîn, di nava civakê de dibe sedema şikestineke cidî ya îradeyê, bêbawerî û bêhêvîtiyê. Lê belê gelê Kurd ê welatparêz her rewşeke bi vî rengî timî ji xwe re kiriye hinceta têkoşînê. Di dema qeyûman de gel hîn bêhtir xwedî li nirxên xwe derdikeve û dest bi têkoşîneke hîn rêxistinbûyî dike.
Di hilbijartinên xwecihî yên piştî demên yekemîn û duyemîn ên qeyûm, partiya me rêjeya dengê xwe her carê zêde kir.
Li gel ziyanên psîkolojîk û sosyolojîk a qeyûman, her wiha li qada ekolojîk û aboriyê jî ziyanên mezin dike. Di her projeya xwe de li ser rê û rêbazên bidestxistina rantê ya ji bo alîgirên xwe disekine. Bajar veguherandine cihekî ji betonê, qadên şînkahî di bin pîvanên cîhanê de ne. Xweza bi her awayî hatiye talankirin; lê belê ne xema wan e.
Ji aliyê aborî ve jî şaredariyan dixin binê deynan û bi vî rengî hewl didin dest û milê me girê bidin ku em nikaribin xizmetê bikin. Mînak; bi taybetî li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, dema ku qeyûm di pêvajoya destpêkê de dest danî ser şaredariyê deynê şaredariyê tine bû, qaseya wê zêde bû. Lê belê qeyûmê destpêkê sala 2019’an qaseya şaredariyê bi deynê ji 1 milyar û 100 milyon lîreyî radestî me kir; qeyûmê duyemîn jî di hilbijartinên 2024’an de qaseya şaredariyê bi 8 milyar lîreyî bi deyn radestî me kir. Di berdêla vê yekê de karek ji bo gel, ji bo bajêr, ji bo civakê nekir.
Her wiha şaredarî weke cihekî ji derfetên kar bi kar anî. Şaredarî bi zarokên alîgirên xwe tijî kirine.
Qeyûm ji ber ku ji karê xwe berpirsyar nayên dîtin, heta ji wan tê bi rehetî tevdigerin. Welê lê hatiye ku piraniya şaredariyên me hatineya xwe hema bibêje bi temamî dide mûçeyê personelên şaredariyê. Pere ji bo xizmetê namîne.
Gelê me ku di dema rejîma qeyûm de ji xizmetê bêpar hate hiştin an jî cihêkarî lê hate kirin, bi mafdarî li benda xizmeta me ye, dixwaze dawî li mexdûriyeta wan bê anîn. Ji ber ku bi derfetên heyî ev yek pêkan nîne, carna em û gel tên hemberî hev.
Yek ji qadên ku yekser bûn hedefa qeyûman ew qadên xizmetê bûn ku di dema me de ji bo jin, ciwan, zarokan û mirovên dezavantaj hatin avakirin. Saziyên navborî ya têne xerakirin, ya girtin ya jî li derveyî armanca xwe têne xebitandin. Bi heman rengî êriş li ser şaredarvaniya pir zimanî û karên li qada çandê jî tê kirin.
Lewma rejîma qeyûm ji her alî ve rejîma talanê ye, zilm e, desteserkirina îradeyê ye, tarîkirinan paşeroja bajar û bajarvaniyan e.”
Mûstafa Avci di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de bi vî rengî qala rola şaredariyan a li ser avakirina civakê kir: “Demokrasî ji qada xwecihî destpê dike. Heta ku gund û bajar demokratîk nebe, li ser civakê çiqas sazî û rêveberî bêne avakirin jî bi tena serê xwe nikarin demokrasiyê ava bikin.
‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ ku bi banga 27’ê Sibatê re destpê kir, ji bo têkoşîna rêxistinî, demokrasî û aştiyê derfetên mezin pêşkêş kiriye.
Beriya 27’ê Sibatê bi rêk û pêk her du hefteyan carekê qeyûm tayînî şaredariyên me dihatin kirin. Bi pêvajoyê re tayînkirina qeyûman hate rawestandin.
Lewma di vê atmosfera guherî de siyaseta xwecihî, rêveberiya xwecihî -di serî de şaredarî- wê berpirsyariya xwe bi cih bîne, divê bi cih bîne. Şaredariyên me ku weke alternatîfa li şaredariya klasîk bi feraseta şaredariya demokratîk, ekolojîk, tevlîkar, şefaf û azadiya jinê tevdigerin, ji bo avakirina civaka demokratîk ji xwe bi berpirsyarî rabûne. Bi pêvajoyê re hewl didin rol û mîsyona xwe hîn bêhtir bilîzin.
Weke organên bingehîn ên rêveberiyên xwecihî ji tevgera şaredariya demokratîk heta bi komunên gund û taxan, ji kooperatîfan heta bi rêxistiniyên civaka sivîl ên berfireh, ji mafên mirovan heta bi mafên zarok û heywanan, ji azadiya jinê heta bi rêxistiniya ekolojîk, heta bi rêxistiniya pêşeng a ciwanan, afirandina rêxistiniya civaka demokratîk a berfireh ji bo pêvajoyê nebe nabe.
Di vê çarçoveyê de hewl tê dayin ku civak bi rengekî xurt tevlî rêveberiyên xwecihî bê kirin. Di wergirtina biryarê, plansaziyê, bicihanînê û kontrolkirinê de hewl tê dayin ku hemû dînamîkên rêxistinbûyî-bêrêxistin ên civakê tevlî pêvajoyê bêne kirin. Ji bo vê jî menakîzmayên rêxistinî yên pêwîst têne avakirin û xebitandin. Bêguman rêjeya serketinê ya vî karî wê nîşan bide ku jiyana civaka demokratîk vediguhere çandê yan na.”
Mûstafa Avci di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku yek ji karên ku divê herî zêde ew li ser bisekinin karê çand û ziman e û got, “Mirovên xweedî li ziman, çand û xwezaya xwe dernekevin ji mirovbûnê derdikevin. Em ku bi feraseta şaredarvaniya azad, wekhev û ekolojîk tevdigerin, divê ji vî alî ve xwedî projeyên cidî bin. Projeyên me hene û wê dewam bikin.
Bi feraseta şaredariya pir zimanî li gorî nifûsê xizmet bi zimanê dayikê yê gelê xwecihî tê dayin. Ji bo vê jî li şaredariyan kursên ziman têne vekirin; hewl tê dayin ku zimanê xwecihî hînî personelan bê kirin. Tabelayên cih û nîşandana rêgehê bi pir zimanî têne amadekirin û daliqandin. Kreşên ji gelek zimanan têne vekirin. Bi saziyên ziman karê hevkar ê xizmetê têne birêxistinkirin. Parvekirinên medya dîjîtal bi pir zimanî têne kirin; broşur, pankartên kolanan, bîlboard bi gelek zimanan têne amadekirin.
Bêguman eger tu dixwaze xwedî li zimanekî derkeve divê ew ziman bibe zimanê bazarê. Ji bo vê jî dem bi dem bi dikandaran re diyalog tê kirin, nîqaş têne kirin. Ji aliyê çandî ve jî bi saziyên çandê re karekî koordîneyî û hevpar tê kirin. Di çarçoveya derfetan de kompleksên çandî têne avakirin û têne xebitandin. Saziyên çandî yên ku berê hatibûn avakirin lê belê ji aliyê rejîma qeyûm ve li derveyî armanca xwe dihatin bikaranîn, jinûve têne sererastkirin ku xizmetê ji gel re bikin.
Ji bo festîval, konser, şanoyan veqetandina budçeyê jî di nav de bi her awayî derfet têne afirandin. Hemû hewldanên ku hevsengiya xwezayî xera bikin, têne astengkirin. Bêguman hin karsaz hewl didin bi rêya rêveberiya navendî vî karî bikin. Lê belê hewl tê dayin ku înîsiyatîfek ji qada xwecihî bê afirandin û pêşî li ziyana li ser ekolojiyê, xweza, taybetmendiyên dîrokî û nirxên xwecihî bê girtin.”

