Bi pêşengiya TUHAY-DER’a Wanê û malbatên girtiyan, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, li Kolana Hunerê ya Wanê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji girtiyên nexweş re azadî” hate vekirin. MEBYA-DER, DBP, Dayikên Aştiyê, parlementera DEM Partiyê Pervîn Bûldan, Rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyan, TJA, Meclisa Ciwanên DEM Partiyê jî tevlî daxuyaniyê bûn.
Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Ûyar metna daxuyaniyê xwend û bi bîr xist ku li girtîgehên Tirkiyeyê mafên jiyan û tenduristiyê yên extiyar, nexweş, astengdar, jin û zarok bi taybetî girtiyên siyasî di xetereyê de ye. Ûyar, destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên ku di vê hefteyê de pêk hatin, ji bo nîşandana binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê bes e û wiha got: “Abdûlkadîr Kûday ê ku tevî rapora ATK’ê ya 3 caran ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ da jî nehat berdan, li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Her sal nêzî 100 girtî ji ber ku mafên wan ên tenduristî û jiyanê nayên parastin bi vî rengî jiyana xwe ji dest didin. Ev rewş cezayê darvekirinê ye ku bi demê re belav bûye. Em bang li hemû civakê dikin ku li dijî siyaseta mirinê parastina jiyanê bikin.”
Ûyar, bal kişand ser rewşa Gemîcîoglû jî û diyar kir ku Abdurrahman Gemîcîoglû yê ku nexweşiya wî giran bû û ji ber nexweşiya pençeşêra kolonê tedawî dibû, bi saetan di ambulansê de hat ragirtin, bi ambûlansê birin girtîgehê û hat girtin. Ûyar, destnîşan kir ku divê ev girtin bêtaloqkirin û pêvajoya tedawiyê neyê astengkirin û ev tişt got: “Bi vî awayî mafên tenduristî û jiyanê yên bi sedan girtiyên ji 65 salî mezintir dixin xetereyê. Divê biryara taloqkirina înfaza hezar û 500 girtiyên nexweşên giran bê dayîn û mafê jiyana van kesan bê parastin. Divê demildest daxwazên sewqkirin û dermankirina girtiyên nexweş bên bicihanîn. Daxwazên girtiyan ên ji bo kontrol û dermankirinê yan bi derengî tên bicihanîn an jî tên astengkirin. Bi vî awayî pirsgirêkên tenduristiyê û êşên giran bi demê re li ser mirovan tên ferzkirin. Ev pêvajoya ku di burokrasiyê de tê xeniqandin, mîna ku bi taybetî tola girtiyên siyasî hilîne, pergala êşkenceyê ye. Em bang li hemû parazvanên jiyanê dikin ku li dijî vê pergala mirin û êşkenceyê ya ku bi demê re belav bûye, deng bilind bikin.”
Bi domdarî Ûyar, anî ziman ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtî Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê nêzî 44 meh in tu agahî nayên girtin. Ûyar, bi domdarî wiha got: “Ji 25’ê adara 2021’an û vir ve zêdetirî 600 serlêdanên serdana malbat û parêzeran li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Girtîgeha Îmraliyê hatin kirin. Di nava vê hefteyê de jî daxwazên nû yên serdana parêzer û malbatê hatin kirin. Lê belê ev hemû serlêdan an bêbersiv tên hiştin an jî bi ‘cezayên dîsîplînê’ bêyî hincetên diyarkirî tên redkirin. Berpirsiyarê vê pergala tecrîd û êşkenceyê ya ku berdewam dike, gelek sazî û rêxistinên neteweyî û navneteweyî bi taybetî Wezareta Dadê ye. Li hemberî van polîtîkayên bêhiqûqî û tecrîdê yên li girtîgehên Tirkiyeyê tên meşandin, em bang li rêxistinên navneteweyî di serî de NY, Konseya Ewropa û CPT, hemû baroyan, rêxistinên mafên mirovan û raya giştî ya demokratîk dikin ku erka xwe pêk bînin.”
Herî dawî Ûyar, ji bo mitînga 13’ê cotmehê ku dê li Amedê bê kirin, bang kir û hemû gel tevlî mitîngê bibe.
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zîndanan” bi dawî bû.
ÊLIH
Li Êlihê bi pêşengiya malbatên girtiyan, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê çalakiya “Deng bide azadiyê” hat lidarxistin. Malbatên girtiyan, rêveberên Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), DBP, DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.
Hevserokê DBP’a Êlihê Resûl Çetîn di çalakiyê de axivî û da zanîn ku politikaya desthilatdariyê ya li ser girtîgehan ku li dijî rûmet û hiqûq mafên mirovan e roj bi roj diguhere û got: “Bi taybetî girtiyên nexweş terkî mirinê dikin. Mafên tenduristiyê û tedawiyê yên girtiyên nexweş ku li dijî mafê jiyanê û hiqûqê ye tê astengkirin. Tevî ku bi sedan girtî li ber mirinê ne jî nayên berdan û berdana wan bi zanebûn tê astengkirin. Hejmara girtiyên nexweş ku jiyana xwe ji dest didin, li ber çavan û hejmarek xeternak e. Herî dawî jî girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday jiyana xwe ji dest da. Tevî ku haya hemû rayedaran jê hebû jî berdana wî hat astengkirin û wî terkî mirinê kirin. Kuday bi destê dewletê hat qetilkirin.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.