Pêncşem, 9 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çelîk ê ku berdana wî hatibû taloqkirin, hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    30 û 33 sal şûn da hatin berdan: Berxwedan jiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Projeya JES’ê ya bandorê li gundên Gimgimê bike çû ber destê dadgeriyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê ji bo meşa Gemlîkê bang hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê berê yê Pirsûsê Ercan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kongreya yekemîn a Partiya Ciwan a Êzidî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Partiya Ciwanên Êzidî’ li Şengalê ava bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê berê yê Pirsusê Nahsan Ercan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê PJAK’ê: Têkoşîna Kurdan wê di nava her şert û mercî de dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê 13 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin
Çand û Hûner

Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

Lîsteya pêşbaziya sereke ya 79'emîn Festîvala Fîlman a Cannesê hate eşkere kirin. Di pêşbaziyê de ku derhênerên wekî Pedro Almodóvar, Asghar Farhadi, Andrey Zvyagintsev, Hirokazu Kore-eda û Cristian Mungiu cih digirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Di festîvala ku dê di navbera 12-23’ê Gulana 2026’an de pêk were, navên pêşeng ên cîhana sînemayê dê ji bo Palmiya Zêrîn bikevin pêşbaziyê. Li gorî salnameya fermî ya festîvalê, çalakiya îsal dê di 12’ê Gulanê de dest pê bike û di 23’ê Gulanê de bi dawî bibe.

Di lîsteya ku hate eşkere kirin de; derhênerê Îranî Asghar Farhadi, sînemagerê Îspanyol Pedro Almodóvar, derhênerê Rûs ê li sirgûnê Andrey Zvyagintsev û her wiha navên ku berê li Cannesê xelat girtine Hirokazu Kore-eda û Cristian Mungiu wekî navên sereke derketin pêş.

Lîsteya pêşbaziyê ya îsal bi nûneriya kêm a sînemaya Amerîkayê balê dikişîne. Tê destnîşankirin ku di pêşbaziyê de tenê derhênerekî Amerîkî cih digire û studyoyên mezin ên Hollywoodê hema hema qet di festîvalê de xuya nakin, ku ev wekî yek ji sernavên girîng ên îsal tê dîtin.

Nûneriya derhênerên jin a di lîsteyê de jî bû sedema nîqaşan. Di pêşbaziya sereke de tenê pênc derhênerên jin cih girtin û ev hejmar li gorî par kêm bû. Li hemberî vê yekê, sînemagerên Fransî yên nifşê nû jî di nav lîsteyê de cihê xwe girtin. Derhêner Léa Mysius, bi fîlmê “Histoires de la nuit” ku ji romana Laurent Mauvignier hatiye girtin, dê cara yekem kelecana pêşbaziyê bijî.

Navekî din ê balê dikişîne yê sînemaya Fransî Arthur Harari ye. Fîlmê nû yê Harari “L’Inconnue”, ji hêla rêveberiya festîvalê ve wekî yek ji berhemên herî bi nîqaş ên lîsteyê hate nîşandan. Harari, berê bi Justine Triet re senaryoya fîlmê “Anatomie d’une chute” nivîsandibû ku di sala 2023’an de xelata Palmiya Zêrîn girtibû.

Di bernameya îsal a festîvalê de sînemaya Îspanyayê jî xwedî cihekî bi hêz e. Cihgirtina sê fîlmên Îspanyol di lîsteyê de, ji hêla rêveberiya Cannesê ve wekî nîşaneya tevgera di hilberîna sînemaya wî welatî de hate nirxandin.

Ji derveyî pêşbaziya sereke û di beşên dervayî pêşbaziyê de fîlmên ku ji bûyerên rastîn hatine girtin derdikevin pêş. Bi taybetî fîlmê “L’abandon” ku li ser rojên dawî yên mamoste Samuel Paty ye û fîlmê “L’Affaire Marie-Claire” ku doza Bobigny dike navenda xwe, wekî wan berheman têne nîşandan ku tê payîn herî zêde werin axaftin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şaredara Kobanê Almaz Romî dest bi peywira xwe kir
Nûçeya Pişt re Mazlum Ebdî li Kobanê bi partiyên Kurd re hevdîtin kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD’ê nasnameya 7 şervanên xwe eşkere kir

QSD’ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya 7 şervanên xwe yên di dem û cihên cuda de…

Ji aliyê Stêrk TV

Xizmên windayan li sê navendan aqûbeta xizmên xwe pirsîn

Malbatên ji bo xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin careke…

Ji aliyê Stêrk TV

Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket

Hejmara 48’an a Modernîteya Demokratîk bi sernavê “Cihê Civakî-Psîkolojîk a Civaka Kurd” derket.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Çelîk ê ku berdana wî hatibû taloqkirin, hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

30 û 33 sal şûn da hatin berdan: Berxwedan jiyan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlum Ebdî li Kobanê bi partiyên Kurd re hevdîtin kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?