Komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ji saetên sibehê de bi obus, top û dronan taxên Şêxmeqsûd û Benî Zêde bombebaran dikin. Di encama bombebaranê de jinek şehîd bû û gelek kes birîndar bûn.
Di nava kesên birîndar de zarokên bi navê Îvan Ebdo ya 2 salî û Şam Dilo ya 3 salî hene.
Dîmenên êrîşê ku qadên sivîlan hedef digirin, di ANHA’yê de hatin parvekirin. Dîmen dijwariya bombebaranê û zirara li qadên sivîlan nîşan dide.

