Li gorî daneyên Konseya Hilbijartinê ya Neteweyî (CNE) zêdeyî ji sêyan yekê hilbijartinan hate hejmartin.
Encamên ewilî nîşan didin ku namzetê rastgir Nasry Asfura bi %40,6 li pêş e.
Asfura yê 67 salî, nêzî 1,8 puan li pêşiya nazmetê din ê rastgir Salvador Nasralla yê pêşkêşvanê televîzyonê ye. Namzetê çep ê li ser desthilatdariyê Rixi Moncada jî 21 puan li paş Asfura ye
Nêzî 6,5 milyon hilbijêr ji bo di hilbijartina yek turî de xalefê Serokê Dewletê Xiomara Castro diyar bikin, çûn ser sindoqan; di heman demê de 128 parlamenter û bi sedan şaredar tên hilbijartin.
TRUMP MUDAXILÊ HILBIJARTINAN KIR
Donald Trump rasterast mudaxilê pêvajoya hilbijartinê kir û got, eger Asfura winda kir “DYE pereyê xwe vale namezêxe” û ji Moncada re got “komunîst”. Trump diyar kir ku ew ji Nasralla ‘bawer nake’.
Trump li ser medyaya dîjîtal got, “Tîto (Asfura) û ez ji bo em bi hev re Hondurasê ji narco-komunîstan biparêzin, dikarin bi hev re bixebitin.”
Asfura ê ku di sektora înşaetê de karmend e, namzetê partiya serokê berê Juan Orlando Hernandez ê ji ber qeçaxçitiya tiryakê li DYE’yê 45 sal cezayê hepsê lê hat birîn e.
Hat ragihandin ku bi temamî hejmartina dengan, dibe çend rojan dewam bike.

