Konferansa Ciwanên Başûrê Kurdistanê ya bi dirûşmeya Sosyalîzma Demokratîk dê bi ciwanên rêxistinkirî bi ser bikeve” li Hotêla Dawa ya Silêmaniyê hat lidarxistin, bi du panelan berdewam dike.
Di panela yekem de nivîskar Herdî Dulber li ser dîrokê gotarek pêşkêş kir û got: “Bi salane, Kurd ji bo avakirina sîstema neteweyî bi berdewamî û bi berfireh di şerekî dijwar de ne. Lê neteweya Kurd tenê kariye bi jenosîda ku li dijî wê hatiye kirin re rû bi rû bimîne. Di sed salên borî de, em dibînin ku çi cureyên tunekirinê li ser nasnameya Kurd hatine bikaranîn. Ji bo vê yekê peymanên li derveyî mafên Kurdan û li dijî Kurdan hatine îmzekirin. Beriya ku têgeha Tirktî û Tirkbûnê di wêjeya Ataturk de serdest bibe, qirkirina maddî û manewî bi ser gelê Kurd hat û li Rojhilata Navîn derket pêş. Kurdên li hemû beşên Kurdistanê bi qirkirinê rû bi rû hêla. Tirkbûn kir çavkaniya şanaziyê û înkarkirina nasnameya Kurdî bû nexweşiyeke ji bo her Kurdekî.”
Herdî Dulber destnîşan kir ku dema hişmendiya rastiyê tunebe, ew nikare wate bide jiyanê û wiha domand: “Ji bo ku em îro hebûn û dîroka xwe bizanin, divê em hişyar bin. Lê dema xiyanet li cihekê derket, ew şêwandina têgehên wek tunekirina çanda neteweyekê ye. Her wiha dema forma gel bi vî awayî dibe, mirovahî jî fêrî sîstema netew-dewletê dibe. Di dîrokê de, dema ku sîstema netew-dewlet hat avakirin, Kurdistan tune bû, lê li dehan cihan behsa Kurdan hatiye kirin. Bê guman, hebûna rehendên madî û manewî bûye sedema înkarkirina domdar a hebûna Kurdan.”
Nivîskar Herdî Dulber diyar kir ku jin di dîrokê de hertim bûne sedema pêşketin û şoreşê û wiha anî ziman: “Terorîstên DAÎŞ’ê ji aliyê şervanên jin ve hatin têkbirin. Jinên li Rojhilata Navîn xwedî erk û berpirsiyariyên girîngin. Jin xwe welat dibînin. Têgeha Jin, Jiyan û Azadî ji hêz û jêhatina jinên Kurd derketiye holê.”
Di panela duyem de jî şîroveyên rexneyî li ser nasyonalîzmê, nîjadperestî û olperestiyê hate kirin.
Mamosteya zanîngehê û çalakvana mafê jinan Wijdan Nuredîn di panela duyem de gotarek pêşkêş kir û wiha got: “Jin di civakê de pêvajoyên jiyanê bi awayekî wekhev li gel mêran bi rê ve dibin. Jinan di pêvajoya birêvebirina kar, mal û derveyî welat, çandinî û hwd… de bi mêran re hevkariyê kirine. Jinan di pêvajoya jiyanê de roleke girîng lîstine, lê bi hatina pergala kapîtalîst re, jinan qalib dane. Hebûna nakokiyan di navbera herdu zayendan de jinan xistiye ber vê zîhniyetê.”
Di dewama axaftina xwe de Wijdan Nuredîn got: “Ji ber nakokiyên siyasî di nava civakê de jin ketine di rêza duyem de, em jin bi xweperwerdekirinê dikarin rûbirûyê zayendperestiyê bibîn. Sîstema ku niha tê meşandin jinan rûbirûyê tevlîbûna karên derve kiriye, li kêleka karkirina li derve aboriya serbixwe jî heye. Em dest ji perwerdeya malbat û zarokan naberdîn, lê bêy hevjiyana azad jin û mêr nikarin bi başî kar bikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan behsa rola jin a di civakê de jî dike û diyar dike ku hinek jin hene di civakê de rola wan a pêşxistinê hene. Divê em jin li ser fikrê Rêber Apo xwe perwerde bikin û bikarin rûbirûyê sîstema desthilatdar a civakê bibîn.”
Piştre Rewa Qurbanî jî mafê axaftinê girt û got: “Em ferqa cûdahiya ol dibînin. Hebûna rewşa derûnî ya cûda ji bo civakê hebûna ol û fikrên cûdaye. Niha diyardeyên ol çi ne? Kîjan diyarde xizmeta meseleya ol û neteweya Kurd dike? Her neteweyek ku ji hêla wêjeyê ve serdest be, nikare ji hêla mezhebên olî ve were serdest kirin.”
Di dewama axaftina xwe de Rewa Qurbanî da zanîn dema ku ol dikeve nav civakê û şêweyên cuda digire, ev yek îspat dike ku tiştê ku tê dîtin ne diyarde bi xwe ye û got: “Di nava civakê de dikeve di jêr bandora fikir û nêrînên cûda de û bandorê li ser erdnîgariyê dike. Ji ber vê yekê giringe mirov ol fam bike. Ol xwedî peyamên aştiyê ne, divê bawermend aliyên bi hev re jiyanê yên ol derxin pêş, neku aliyê tundûtijiyê daku aliyê civakî pêş bikeve.”
Piştre Bextiyar Kurdewîst jî axaftinek kir û da zanîn ku pirsa Kurd tenê dikare ji hêla Kurdan ve were famkirin û got: “Kes bi qasî Kurdan li pirsgirêkên xwe neşarezaye. Tevî destkarîkirina li dîrokê û qirkirinên ku bi serê Kurdan hatine, lê zaravayên zimanê Kurdî bi awayek giştî di warê peyvan de dewlemendin.”
Panel bi giftûgoyên vekirî bi dawî hat.

