Çarşem, 14 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Civîna gel: ‘Divê Abdullah Ocalan bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Desteya Aştî û Siyasîbûnê divê dest bi kar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Cella Yildirim ê krîza dil derbas kir li girtîgehê hate vegerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tehliyeya du girtiyan dîsa hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kariane Westrheim: Çareseriya demokratîk a meseleya Kurd bi kêrî civaka Tirkiyeyê jî tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bavê rojnamevanê girtî Ahmed Polad bang: ‘Ahmed bi tenê nehêlin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulsum Elvan: Aştî tenê bi edaletê, rûbirûbûnê û têkoşîna jinê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di operasyona qirkirina siyasî de 165 kes hatin binçavkirin – NÛ BÛ
Rojane

Di operasyona qirkirina siyasî de 165 kes hatin binçavkirin – NÛ BÛ

Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin û Dayikên Aştiyê jî di nav de 165 kes hatin binçavkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Îro di danê sibehê de li Stenbol, Amed, Edene û Dîlokê bi ser gelek malan de hate girtin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

STENBOL

Îro di danê sibehê de li Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan de herî kêm 13 kes hatin binçavkirin. Kesên binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.

Navên hîn kesên hatine binçavkirin wiha ne: Çalakvanên Nobeta Edaletê Kumrî Akgul û Gulsum Ozturk, Dayikên Aştiyê Fatma Yilmaz û Bedîa Gokguz, Seroka Komeleya Dema Jinan Dîlek Başalan, Endama Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Beser Çelîk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Vetha Bîngol û Suna Kaymaz, Hevseroka HDP’a Geverê ya berê Selcan Saygi, Sihat Yilmaz Şukran Tugay, Gonul Kahraman û Yûsûf Açar.

DÎLOK

Li Dîlokê jî bi fermana Serdozgeriya Komarê li TAxa Guzelvadî ya navçeya navendî ya Şahînbeyê bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de Kamîle Aras (55) û Endamê Meclîsa Ciwanan a Dem Partiyê Ferhat Ozmen hatin binçavkirin. Têkildarî sedema binçavkirinê tu agahî bi xizmên Aras û Ozmen re nehatin parvekirin. Her wiha hat zanîn ku polîs ji bo binçavkirina Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Buyamîn Dogan jî çûne mala wan lê ji ber ku ne li malê bû nehat binçavkirin. Hat zanîn ku Aras û Ozmen birin midûriyeta emniyetê ya bajar.

AMED

Di encama serdegirtinên malan ên li Amedê de jî Mehmet Oruçlu, Ferhat Çîçek û Umut Oktay hatin binçavkirin. Di dema serdegirtinan de mal hatin serûbinkirin. Sedema binçavkirina ciwanan nehat zanîn û binçavkirî birin midûriyeta emniyetê ya bajar.

EDENE

Di çarçoveya îdiaya “propagandaya rêxistinê” ya Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de jî polîsan li navçeya Yuregîrê bi ser malê de girtin. Bi hinceta ku li ser medyaya dijîtal “propagandaya rêxistinê” kiriye, jina bi navê Bêrîvan Akalin hate binçavkirin û birin midûriyeta emniyetê ya bajar.

Wezîrê Karên Hundir ê Dewleta Tirk Alî Yerlîkaya bi daxuyaniyekê ragihand ku li 28 bajaran bi ser malan de hatiye girtin û 165 kes hatine binçavkirin.

 
YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ESP: Em ê di hilbijartinan de ji bo namzetên DEM Partiyê bixebitin
Nûçeya Pişt re Siyamend Muînî: Em ê tola xwîna ciwanên xwe ji celadan hilînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di çalakiya Rojava de Baran Abdî yê ji Kobanê hat qetilkirin

Li navçeya Tarsus ê Mêrsînê êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin. Di dema çalakiyê de,…

Ji aliyê Stêrk TV

Jina ku berê xwe da heqîqeta çiyayan: Zîn Farqîn

Şoreşgera pêşeng Zîn Farqîn, bi dilê xwe yê mezin a ku ji agirgehê paqij kiribû,…

Ji aliyê Stêrk TV

Kalkan: Li dijî Abdullah Ocalan hevkariya sûc heye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan anî ziman ku cezayên dîsîplînê yên bi rêk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Hamayê 3 kes hatin kuştin, li Idlibê 2 mirinên bi guman

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ciwanan li Til Temir û Zirganê banga naskirina Kurdî kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Bawer Agir li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?