Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî lidarxistina operasyoneke berfireh li dijî şaneyên çeteyên DAIŞˋê li bajarê Kerama yê Reqayê daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
“Di çarçoveya xebatên berdewam ên ji bo xurtkirina ewlehî û aramiyê li herêmên me, hêzên me yên ewlehiyê piştî ku agahiyên piştrast li ser hebûna şaneyên terorîst ên DAIŞˋê li herêmê wergirtin, operasiyoneke berfireh a ewlehiyê li bajarê Kerama yê rojhilatê Reqayê li dar xist. Ev operasyon di çarçoveya zêdebûna çalakiyên rêxistina terorîst a DAIŞˋê yên vê dawiyê de û hewldanên wan ên têkbirina ewlehiya li deverên ewle hat lidarxistin.
Di encama operasyonê de 27 endamên ji van şaneyan û yên bi sûcên cuda tawanbar in hatin girtin. Her wiha mîqdareke çekên klaşînkov tevî cebilxane û gelek cercoran hatin desteserkirin.
Armanca ji vê operasyonê têkbirina her gefekê li dijî ewlehiyê ku bandorê li ser jiyana xelkê herêmê bike û îstîqrara misoger bike hat lidarxistin. Hêzên me teqezî bi rola aktîv a xelkê herêmê di alîkarî û hevkariya wan de kir ku agahiyan li ser hebûna van şaneyan didin.
Em teqez dikin ku gelê xwe li hember her gefeke terorîstane biparêzin û hewldanên xwe yên avakirina pêşerojeke ewle û îstîqrarê ji bo hemûyan didomînin.”