Egîtîm Senê di rapora xwe ya nirxandina serdema yekemîn a perwerdeyê de diyar kir ku xwendekar birçî çûne dibistanê û keçik jî ji dibistanan tên dûrxistin.
Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) rapora xwe ya nirxandina serdema yekemîn a sala perwerdehiyê ya 2023 û 2024’an, li navenda giştî ya li Enqereyê parve kir. Serokê Giştî yê sendîkayê Kemal Irmakî rapor xwend û diyar kir ku hejmara mamosteyên mûçekar û di bin mûçeya kêmtirîn de kar dikin, nêzîkî 90 hezarî bûye.
Di raporê de destnîşan dike ku piraniya zarokan birçî diçin dibistanan û bînaya gelek dibistanan xesardîtî ye. Û di raporê de ev yek hatin gotin: ‘’Desthilatdariya siyasî di warê perwerdeyê de gavên xwe li gorî armancên xwe yên siyasî û îdeolojîk diavêje. Bi protokol û projeyên weke ÇEDES’ê ji perwerdeya pêşdibistanê bigire heya hemû qadên perwerdeyê bi taybet jî bi Serokatiya Karên Diyanetê û bi weqf û komeleyan re hevkarî tê kirin û li hemberî vê yekê di serî de xwendekarên me, mamoste û kedkarên perwerdeyê rasterast ji vê yekê tesîrdar dibin.
Di raporê de hate destnîşankirin ku ’ji her 100 mamosteyên ku ketine ezmûna KPSS’yê 85’ê wan nehatine tayînkirin, tenê ji sedî 15’ê mamosteyên ku nehatine tayînkirin, hatine wezîfedarkirin.’ Rapor nîşan dide ku zarok bi cihêkariya baweriyê re rû bi rû ne.
Di raporê de hate gotin ku Tirkiye bi hin madeyên girîng ên Peymana Mafên Zarokan, cihêkariya di navbera zarokan ya girêdayî nîjadî ol û çandê meşrû kiriye.”
‘ZAROK BI CIHÊKARIYÊ RE RÛ BI RÛ NE’
Di raporê de ev yek jî hatin destnîşankirin:
Li Tirkiyeyê zarok ji ber mufredat, pirtûkên dersan û qadên pratîkê yên pergala perwerdehiyê gelek caran bi cihêkariya nîjadî, ziman û olî re rû bi rû dimînin.
Ne pêkan e ku pêvajoya perwerdehiyê ya ku ziman, nasname û baweriyên cuda tê de tên vederkirin, serkeftî be.
Pir eşkere ye ku pirsgirêkên di sîstema perwerdeyê de girêdayî geşedanên aborî, civakî û siyasî ne. Egîtîm Sen bi biryar e ku têkoşîna xwe ya ji bo mafê perwerdehiya giştî, zanistî, demokratîk, laîk û zimanê dayikê bênavber bidomîne.