Salek di ser ‘Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk’ re derbas bû ku Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de kiribû. Di vê pêvajoyê de PKK’ê ji kongreya feshkirinê bigire, heta şewitandina çekan û vekişîna tam a ji Bakurê Kurdistanê, gavên dîrokî avêtin. Li hemberî vê, Komîsyona Çareseriyê ya ku di Meclîsa Tirkiyeyê de hatibû avakirin, piştî guhdarîkirina kes û saziyan, di 24’ê Mijdara 2025’an de çû Girava Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtinek pêk anî. Di dawiyê de, di 16’ê Sibatê de raporê xwe yê 60 rûpelî ku “pêşniyarên demokratîkbûnê” dihewand, eşkere kir.
Rojnameger Serdar Altan, gavên piştî bangawaziyê hatine avêtin, helwesta Rêber Apo ya li hemberî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê û îfadeyên “qonaxa yekemîn bi dawî bû, em derbasî qonaxa duyemîn bûn” ji ANF’ê re nirxand.
‘PKK’Ê BI PÊNGAVÊN XWE FIKARÊN EWLEHIYÊ YÊN DEWLETÊ VALA DERXISTIN’
Serdar Altan bal kişand ku Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk ne tenê agirbestek e, lê dawiya paradîgmayekê û destpêka paradîgmayeke nû ye û wiha axivî: “Nirxandina vê bangawaziyê wekî ‘gaveke dîrokî’ ne tenê ji aliyê Kurdistan û Tirkiyeyê ve, lê ji aliyê tevahiya cîhanê ve, giraniya meseleyê ya gerdûnî nîşan dide. Dema em li şeş mehên ewil ên pêvajoyê dinêrin, em dibînin ku PKK’ê ya ku bersiv da daxuyaniyên Ocalan, gavên pir radîkal avêtin. Gava herî şênber ku bi kongreya feshkirina PKK’ê dest pê kir, di berdewamiyê de gelek gavên şênber yên din jî bi xwe re anîn.
Piştre di 9’ê Tîrmehê de cara yekem piştî 26 salan bi dîmen bang li gel kirina Ocalan, em dikarin bibêjin ku dîwarên psîkolojîk ruxandin. Di 11’ê Tîrmehê de jî ew dîmena li Şikefta Casene ya ku hemû cîhan bû şahid… Tevgera Kurd bi şewitandina çekan bi rastî peywirek dida tevahiya cîhanê. Her wiha di 26’ê Cotmehê de daxuyaniya ji Qendîlê hat dayîn û vekişîna tam a hêzan ji Bakur jî heye. Ev jî pêngaveke pir girîng bû ku fikarên ‘ewlehiyê’ yên dewelte vala derxistin û qad bi temamî ji siyaseta demokratîk re vekir.”
‘RÛNIŞTINA ŞANDEYA MECLÎSÊ BI BIRÊZ OCALAN RE KRÎZA MUXATABIYÊ DERBAS KIR’
Altan wiha berdewam kir: “Li hemberî van gavên şênber, hem gelê Kurd hem jî tevgera Kurd bi mafdarî li bendê bûn ku ji aliyê dewletê ve gavên erênî werin avêtin. Lê belê ev zêde pêk nehat. Di baskê dewletê de gava herî şênber ‘Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê’ bû ku di 5’ê Tebaxê de hat avakirin. Piştî pêvajoyên dirêj ên guhdarîkirina komîsyonê, di 24’ we Mijdara de cara yekem di dîroka Tirkiyeyê de şandeyeke hevpar a ji nûnerên AKP, MHP û DEM Partiyê pêk dihat, li Îmraliyê bi birêz Ocalan re li ser masê rûnişt. Ev hevdîtin nîşan da ku dewletê krîza muxatabiyê ya fermî ya di mijara çareseriyê de derbas kiriye. Ev di heman demê de ruxandina tabûyekê bû.
Lê belê îro, yanî di dawiya salekê de dema em dipirsin ‘Di dest de çi heye?’, em dibînin ku rapora Meclîsê ya di 18’ê Sibatê de hat eşkere kirin, mixabin di bin hêviyan de maye.”
Altan gotina Devlet Bahçeli ya di 12’ê Îlonê de ku gotibû ‘Aştî ne çivîkeke yek bask e’ bi bîr xist û ev nirxandin kir: “Ocalan bi bangawaziya xwe baskê yekemîn veda; PKK’ê bi feshkirina xwe û şewitandina çekan dest bi lêdana vê baskê kir. Lê belê baskê duyemîn ê ku ji bo firîna aştiyê pêwîst e, yanî ‘Zagonên derbasbûna demokrasiyê’, garantiyên destûrî û îadekirina mafan ên ku dewlet dê bavêje, hîna di hewayê de daleqandî ne.
Yanî di dawiya sala yekemîn de çek bêdeng bûn, pêşiya provokasyonan hat girtin û aliyê Kurd hemû erkên xwe bi cih anîn. Lê îro Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hîna li dû muxatabekî pratîk û zemînekî yasayî digere. Heke Meclîs vê raporê ji metneke daxwaziyê derxîne û neke nexşerêyek, mixabin ev derfeta dîrokî bi rîska tinebûnê re rû bi rû dibe.”
‘ÊRIŞÊN LI SER ROJAVA PÊVAJOYÊ DIXE METIRSIYÊ’
Altan destnîşan kir ku êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê û cihgirtina Tirkiyeyê di nav van êrîşan de pêvajoya çareseriyê dixe metirsiyê û wisa got: “Divê mirov vê diyar bike: Belê, li Sûriyeyê di navbera rêveberiya Rojava û hikûmeta demkî ya Şamê de lihevkirinek pêk hat; lê belê ev, ji gelek aliyan ve lihevkirineke nazik e. Helbet gelek sedemên vê hene. Lê bêyî ku mirov zêde li ser van bisekine, divê Kurd îradeyeke bihêztir nîşan bidin. Ji ber ku rewşa li Rojava bi temamî bandorê li Kurdan dike; herî zêde jî li Bakurê Kurdistanê.
Divê em bi bîr bînin: Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêvajoyeke ku Birêz Ocalan daye destpêkirin û hîna dimeşe heye. Ev kengî ket metirsiyeke cidî? Helbet piştî geşedanên meha Rêbendanê yên bi Rojava re. Ji ber ku Tirkiye rasterast di nav vê pêvajoyê de ye. Dewleta Tirk li wir wekî meseleyeke bekayê dinêre. Ji bo ku Kurd li wir nebin xwedî statû, hewildaneke mezin nîşan da. Di encamê de li wir çareserî û lihevkirinek pêk hat û Tirkiye jî neçar ma ku vê qebûl bike. Lê belê ev nayê wê wateyê ku dê hewildanên xwe nedomîne.
Helbet rewşeke wiha neyînî rasterast bandorê li pêvajoya çareseriyê dike. Ji ber ku ev demeke Birêz Ocalan tîne ziman ku nêzîkatiyek ji bo xerakirina pêvajoyê heye. Dema êrîşên li ser Rojava dest pê kirin jî nirxandineke wiha kiribû. Ev wekî komployekê nirxandibû.”
‘ROJAVA XETA MIN A SOR E’
Altan diyar kir ku Rêber Apo Rojava wekî ‘xeta xwe ya sor’ pênase kiriye û wiha berdewam kir: “Yanî Kurd ji statuya li wir gavê paşde navêjin. Midaxeleya zêde ya Tirkiyeyê ya li ser rewşê, tê wê wateyê ku naxwaze pêvajo bimeşe, ev jî encameke ku kes naxwaze derdixe holê. Bi rastî neavêtina gavên têkildar jî pêvajoyê dike rewşeke wiha nazik. Lê belê meseleya Rojava hinceteke kûrtir e. Ji ber vê yekê divê her kes di vê mijarê de baldartir be.”
‘DI QONAXA DUYEMÎN DE GAVÊN KU DIVÊ DEWLET BAVÊJE HENE’
Serdar Altan li ser daxuyaniya Rêber Apo ya ‘Qonaxa yekemîn qediya, em derbasî qonaxa duyemîn bûn’ jî sekinî û got: “Ev tê vê wateyê: Birêz Ocalan tevî hemû astengî û enfektebûna pêvajoyê, di nav hewildana pêşvebirina pêvajoyê de ye. Heta îro di gelek xalên xitimandinê de roleke rêveker lîst û karî pêvajoyê bi pêş bixe.
Em vê ji bîr nekin: Birêz Ocalan stratejîk li bûyerê dinêre û armanca wî pêkanîna aştiyê ye. Di heman demê de di nav hewildana guherînekê de ye di nav Tevgera Azadiyê de jî. Ji Kurdan re modeleke nû pêşniyar dike. Dîsa li Rojhilata Navîn ji bo aştiya di navbera gelan de kedekê dide. Midaxeleya wî ya li ser kaosê Sûriyeyê mînakek e.”
Altan destnîşan kir ku qonaxa duyemîn dikare wekî pêvajoyeke entegrasyonê were pênasekirin û ji bo pêkanîna vê jî gavên ku divê dewlet baveje hene: “Bi rastî nabe ku mirov vê tenê wekî avêtina gavekê binirxîne. Di encamê de ev pêvajoyeke muzakereyê ye. Divê mirov wiha bibîne: Gelo avabûna jîngeheke aştiyê li feyda Tirkiyeyê ye? Belê ye. Bêdengbûna çekan û axaftina meseleyê li ser zemîna siyasî zirarê nade kesî. Nexwe çi pêwîst be divê bilez were kirin. Ji ber vê yekê divê dewleta Tirk peywira xwe di zûtirîn dem de bi cih bîne.”
‘DIVÊ EM LI SER ZAGONÊN AZADIYÊ YÊN KU OCALAN DIYAR KIRINE RAWESTIN’
Serdar Altan gavên ku divê werin avêtin jî wiha nirxand: “Heke hûn bibêjin gavên divê werin avêtin çi ne; bi rastî mijareke berfireh e. Lê belê divê em li ser bûyera ku bi pênaseya Birêz Ocalan jê re ‘yasayên azadiyê’ tê gotin rawestin. Gelo ev ê pêk werin an na? Divê biryara vê were dayîn. Komîsyona Meclîsê, her çend kêm be jî, rapora xwe pêşkêş kir. Di vê çarçoveyê de, bi berçavgirtina pêşniyarên li wir, divê Meclîs bicive û van zagonan di zûtirîn demê de derxîne.
Yên mayî jixwe mijarên ku em wekî gavên demokratîkbûnê pênase dikin in; ew jixwe beşên ku divê di nav pêvajoyê de bi xwezayî pêk werin in. Mesela mijara qeyûman e, berdana siyasetmedaran e, demokratîkbûna siyasetê ye û hwd. Piştî vê xalê Kurd dê herî piçûk gaveke paş de qebûl nekin. Birêz Ocalan jî di nav hewldana vê de ye.”

