Di gel ku li Tirkiyeyê xizanî û krîza aborî kûrtir dibe, daneyên TUIK’ê yên têkildarî daketina rêjeya enflasyonê ji aliyê gel ve nayê qebûlkirin. Tevî ku hate diyarkirin ku enflasyon daketiye jî welatî nikarin pêdiviyên xwe yên sereke dabîn bikin û bi taybetî jî bi zemên mezin ketine sala 2026’an. Welatiyên ku nerazîbûnên xwe nîşanî zêdebûna buhayên market bazarê ya beriya zema mûçeya kêmane dan, nekarîn meha Remezanê ji mala xwe re tiştekî bikirin. Welatiyên ku heya nikarin penîr û zeytûnê jî bikirin, êdî van pêdiviyên sereke bi deyn dikirin.
Li gorî daneyên fermî di sala 2025’an de enflasyona salane, li gorî daneyên TUIK’ê heya ji sedî 30,9’an daketiye. Ev rêje, her çend li gorî mehên borî çendekê daketibe jî nîşan dide ku zêdebûna buhayan berdewam dike. Bi taybetî jî mezaxtinên sereke yên weke xwarin û xanî, di zêdebûna buhayan de xwediyê bandorên herî mezin in û bi berdewamî zextê li budceya malbatan dike.
Ji aliyê lêçûna jiyanî ve jî di sala 2025’an de zêdebûnê berdewam kir. Li gorî daneyên Turk-Îş’ê di mehên dawîn ên sala 2025’an de sînorê xizaniya malbateke ji çar kesan pêk tê nêzîkî 97-98 hezar TL’yî bûye; sinorê birçîbûnê jî derdora 29-30 TL’yî hate hesabkirin. Van hejmaran nîşan dan ku mûçeya kêmanî ya heyî bi têra mesrefên malbatên destteng nake.
Li gel hatina meha Remezanê li Amedê hem kesên li navenda bajêr dijîn hem jî welatiyên ji gundan hatin, berê xwe dan bazarên penîr û zeytûnan. Welatiyên ku xwestin penîr û zeytûnan bikirin ku her du jî hem di fitareyê de hem jî di paşîvê de gelek tên xwarin, bi fiyetên buha re rû bi rû man.
Ji ber zêdebûna buhayê şîrî hem firoşkar hem jî bikir ji aliyê aborî ve zehmetiyê dikşînin û esnafan jî diyar kir ku tevî ku wan buha kêm kirine jî ew nikarin tiştekî bifiroşin. Welatiyan jî diyar kirin ku ji ber zêdebûna buhabûnê êdî kirîna penîrî jî veguheriye tiştekî luks.
‘TEVÎ KU ME FIYET KÊM KIRINE JÎ TU KES NIKARE TIŞTEKÎ BIKIRE’
Esnaf û welatiyên li Sûka Penîrfiroşan a li navçeya Sûr a Amedê ji ajansa me re axivîn, qala zehmetiyên aborî kirin û bang kirin ku divê krîza kûr dibe, were sekinandin.
Welatiyê bi navê Davût Kaya ku ev bîst sal in li Sûka Penîrfiroşan esnaf e, diyar kir ku li gorî salên borî hem hêza kirînê hem jî ya firotinê daketiye. Davût Kaya destnîşan kir ku bêyî ferq û cudahiya buhabûn û erzanbûnê însan nikarin tiştekî bikirin û ev yek anîn ziman: ‘’Beriya niha me pêşiya meha Remezanê 500 kîlo penîr difirot lê belê em a niha bi zorê 50-60 kîloyan difiroşin. Ji ber buhabûnê ne em dikarin tiştekî bifiroşin ne jî welatî dikarin tiştekî bikirin. Beriya vê Remezanê me buhayê berhemên xwe daxist û me ji bo zirarê jî firotin lê belê tevî vê yekê jî me nekarî em tiştekî bifiroşin. Çima? Ji ber welatî nikarin bikirin. Rewşa mûçeya kêmanî li holê ye; mixabin ku welatî nikarin tiştekî bikirin. Li gorî slên borî rewş gelekî xirabtir e. Her sal û her sal fiyet zêde dibin û dolabên welatiyan jî vala dimînin.’’
Davût Kaya piştre ev yek anîn ziman: ‘’Ev her du berhem berê tiştên erzan bûn lê belê a niha însan êdî nikarin penîr jî bixwin. Ger em bibêjin ku di vê Remezanê de welatî bi awayekî birçî radizên û wisa jî hişyar dibin, nabe derew. Yên ku neçar dimînin tên yan bi karta krediyê yan jî bi deyn penîr dikirin. Di vê rewşê de hem em zirar dikin hem jî bikir zirar dikin. Êdî însanan hêza kirînê nîne, tu tişt nema. Vê krîzê mala welatiyan xirab kir.’’
‘EM DESTVALA VEDIGERIN’
Welatiya bi navê Nûrê Ûlaş jî diyar kir ku ew ji bo danûstandinê hatiye sûkê lê belê bi awayekî destvala vedigere mala xwe û ev yek anîn ziman: ‘’Her tişt gelekî biha ye. Em ji gundan tên û bêyî ku tiştekî bikirin dîsa vedigerin gundê xwe. Berê rewş baştir bû lê belê a niha em nikarin tiştekî bikirin. Kesên ku pereyê wan tune ne, birçî dimînin. Jixwe rewşa xizanan hemû caran weke xwe bû lê belê di demên dawîn de xizantir bûne.
Berê me dikarî em nan û penîr bikirin lê belê a niha ew jî nayên kirîn. Însan birçî radizên û birçî jî hişyar dibin. Ev rewş wê heya ku wisa berdewam bike, em nizanin lê belê gel êdî serî jî ranake. Tiştekî gotinê jî nemaye. Ger em nikaribin du zeytûn û hinek penîr jî bixwin wê demê jixwe tiştekî gotinê namîne.’’
‘GEL BI DEYN PENÎR DIKIRE’
Esnafê pêncî salan ê bi navê Şêxmûs Îlan jî diyar kir ku dikan yek bi yek tên girtin û welatî ji ber krîza aborî heya penîrî jî yan bi deyn yan jî bi karta krediyê dikirin.
Şêxmûs Îlan ev yek anîn ziman: ‘’Ev pêncî sal in ez esnaftiyê dikim. Ev çend sal in gel perîşan e; hêza kirînê qet tune ye. Welatî tên û bi karta krediyê penîr û zeytûnan dikirin. Yên pereyên wan hene, tên dikirin lê belê yên bêpere pirsa fiyetan dikinû diçin. Kesên xwedan pere jî gelekî kêm in. Bes ne penîr, li vir her tişt gelekî biha ye. Kirê, arvan, rûn û av; her tişt gelekî biha ye. Divê ev pêvajo sererast bibe. Divê hêza kirînê sererast bibe da ku em jî bikaribin tiştekî bifiroşin. Berê toraq 10 TL’yan bû em a niha didin 100 TL’yan. Ji ber vê krîzê li vir bi dehan dikan hatin girtin. Tu kes ne rewşa me ne jî rewşa gel dipirse.’’

