Bi sedan salan li axa Kurdistanê mêtîngeriyek heye. Li dijî vê metîngeriyê her tim berxwedanek hat pêşxistin. Gelê Kurd tu carî dest ji xeta berxwedanê berneda. Di van berxwedanan de gelek berdêlên giran hatin dayin. Bi derketina tevgera azadiyê ya PKK’ê re ev berxwedan gihaşt asta herî bilind. Ev zêdetirê 50 salan di pêşengiya Rêber Apo û PKK’de têkoşînek jibo çar perçeyên Kurdistanê hat destpêkirin, bi despêkirina vê têkoşînê gelê Kurd ji xewa mirinê şiyar bû û xwe ji nû ve bi rêxistin kir. Lê dîsa dewleta dagirker a Tirk û dewletên ku ne dixwestin gelê Kurd azad bijî û ji bo vê jî ketin nav tevgerekê, xwestin pêşiya vê têkoşînê asteng bikin û têk bibin. Di navbera van 50 salan de tevgera azadiyê li dijî hemû êrîş û qirkirinên pergala kapîtalîst têkoşin kir û her roj hêz û armanca xwe xurttir kir. Bi deh hezaran şehîd di vê têkoşînê de hatin dayîn, lê tu carî hêvî û îradeya gelê Kurd xelas nebû. Ji ber ku Rêber Apo digot, “Şehîdên me rastî û pêşeroja jiyana me ne.” Tevgera PKK û gelê Kurd di her şehadetekî de rastiya jiyanê fêm kir û wateya şehadetê di şexsê xwe de da rûnişkandin. Di gelek welatên cîhanê şoreş çêbûn û şehîd hatin dayîn, lê belê tu welatî berxwedan wek yê Kurdistanê pêş neket. Ji ber ku dewletên wan hebûn, di qada siyasî, leşkerî, civakî de gelek destkeftiyên wan hebûn. Lê li Kurdistanê ne artêşeke bi hêz ne jî civakek azad hebû her tişt jinûve dihat afirandin, ji ber vê yekê jî berdêlên gelek giran hewce dikirin.
Di nava van pêşketinan de gelek ciwanên Kurd rastiya xwe didîtin û tevlî vê têkoşînê dibûn. Yek ji wan jî heval Rojhat Çarçel e, bi nave din Murat Guneş. Heval Rojhat di 2’yê Sibata 1993’yan de li Nisêbîne ji dayîk bû. Di temenê xwe yê biçûk de malbata wî ji Kurdistanê koçî Stenbolê kir, dewleta Tirk qirêjiya xwe li hemû ciwanên Kurd dixwest ferz bike. Yek ji wan ciwanan jî heval Rojhat bû; dixwestin ku wî ji rastiya Kurdîtiyê dûr bixe û ji têkoşîna azadiyê qut bike. Dema ku heval Rojhat armanca pergala dewleta Tirk fêm kir ket nav lêpirsîn û hewldanan; ez kî me rastiya min û welatê min çiye. Dema ev pirs ji xwe kirin dagirkirina Kurdistan û têkoşîna gelê Kurd nas kir. Rêber Apo û tevgera PKK’ê nas kir. Piştî vê yekê jî li dijî pergalê sekinî û xwest derdora xwe jî bi xwe re rêxistin bike. Lê dewleta dagirker ji hêz û îradeya wî tirsiya. Bi dîlgirtina wî ya zindanê dewleta dagirker hêvî dikir ku wî ji rêxistinê dûr bixe û asîmîle bike. Heval Rojhat pêvajoya xwe yê zindanê zivirand firsendeke mezin û got ezê xwe bi rêxistin bikim û polîtîkayên vê pergalê têk bibim. Di demên xwe yê zindanê de despêkê li ser pergala Rêber Apo xwe pêş xist û xwest rastiya Kurdistan û pergala kapîtalîst fêm bike. Gav bi gav pêş diket û xwe li gor rastiya Apoyî û şoreşgerekî perwerde kir, êdî pêşketinên wî li derdora wî jî bandora xwe dikir.
Piştî jî zindanê derket hertim heval û hogirên xwe derdora xwe rêxistin dikir û rastiya Kurd û Kurdistanê dida fêmkirin. Tişta ku herî zêde bandora xwe li min kir, ev gotina wî bû, “bi kesan re girêdayî nemîn e, eger ku tu bi kesan û tiştan ve girêdayî bimînî tu nikarî bigihîjî heqîqet û rastiyê.” Êdî piştî van nîqaşa min bawerî pê anî ji derveyî tevgera azadiyê û Rêber Apo tu kes nikare guherandinek wilo pêş bixe. Bi rastî jî bandora heval Rojhat li ser min pir çêbû, rabûn û rûniştin, hevalê xwe xurt kirin, her tim armanca wî ya sereke bû. Ez dikarim bêjim ku tevlîbûna min a herî çalaktir a xebatên têkoşîna azadiyê bi ked û pêşniyarên heval Rojhat pêk hat. Tim digot; “eger tu bixwazî hin tiştan ji rêxistinê fêm bikî, divê tu ji jiyana xwe hin tiştan bidî têkoşînê.” Rastî gelek caran em bi hev re birçî man, li derve mane. Di nav xebatan de bi hev re cih girtiye, lê belê mirov nikare li ser şehîdan her tiştî bîne ser ziman. Ji ber ku çi were gotin bila were, wê kêm bimîne û gotin têrê nakin. Piştî ku heval Rojhat biryara xwe ya tevlîbûnê da; di Tebaxa 2014’an de tevlî refên azadiyê bû. Tişta ku herî zêde jê kêfxweş bû ev tişt bû ku dema biryara xwe ya tevlîbûnê ji dayika xwe re got û dayîka wî liland û wî pîroz kir. Wî ken û kelecana wî tu carî ji bîr nakim. Ji hevalan re digot ji bo tevlîbûna min dayîka min, min pîroz kir.
Piştî ku tevlî refên gerîlla bû, ji wêderê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû, di parastina şoreşa Rojavayê Kurdistanê de cihê xwe girt. Di şerê li dijî DAÎŞ’ê de û têkoşîna xwe ya şoreşgerî de çend caran bi giranî birîndar bû, lê piştî demekî bi îradeyek hîn xurttir rabû ser piyan û vegeriya çeperên berxwedanê. Bi rastî jî îradeyek wilo xurt, bihêz û çalak bi heval Rojhat re hebû ku tu astengî nas nedikir û dev ji berxwedanê bernedida.
Herî dawî êrîşên ku dewleta dagirker a faşîst di 9’ê Cotmeha 2019’an de, li hember Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin, di eniyên herî pêş de cihê xwe girt û li ber xwe da. Heval Rojhat axa Kurdistanê parast û di vê berxwedanê de 13’ê Cotmehê di berxwedana Eyn Îsa de bi lehengî gihişt asta şehadetê û ket nav karwanên azadiyê. Tişta ku heval Rojhat û şehadeta wî ji me dixwaze, xwe rêxistinkirin û parastina axa pîroz a Kurdistanê ye. Di nav rastiya tevgera azadiyê de şehadet pir bi wate û pir bi nirx e, divê em şehadeta heval Rojhat wilo binirxînin û wate bidinê, divê em armanc û hedefên wî bigihînin serkeftinê. Di roja me ya îro de şervanên gelê Kurd li çiyayên Kurdistan ruh û îradeya şehîdan didin jiyankirin. Berxwedana dîrokî ya Gerillaye Modernîteya Demokratîk, hemu plan û polîtîkayen dewletên dagirker vala derxistin. Ji bo wê em dibêjin PKK rastî û çavkaniya şehîdan e. Eger em bixwazin li heval Rojhat û hezaran şehîdên Kurdistanê xwedî derkevin, divê em li PKK û Rêber Apo xwedî derkevin. Çawa ku bi hezaran şehîdên me li hember vê pergala faşîst, xwînxwar û metînger derketin û ji bo me gihiştin asta şehadetê, divê em jî ji şehadeta wan wate derxin û li gor wê tevbigerin. Wan ji bo me canê xwe dan û dîrokeke 50 salan a têkoşînê nivîsandin. Tişta ku dikeve ser milên me jî parastin û xurtkirina vê têkoşînê ye. Eger em wate bidin şehadeta van şehîdan em ê wate bidin jiyana xwe jî. Em bawerî û hêza xwe ji şehîdên xwe werdigin, ji bo em layiqê wan bin heta dawiyê em ê hertim wan bibîr bînin, bifikirin û bi wan re bijîn. Di şexsê şehîd Rojhat Çarçel de ez hemû şehîdên Kurdistanê bibîr tînim û bejna xwe li hember wan ditewînim. Bîranîna wan wê rêya me ronî bike. Em ê daxwaza wan a Kurdistanek azad û serbixwe mîsoger bikin.