Sêşem, 19 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li dijî Şaredariya Beşîktaşê operasyon: 5 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mercan Gul: Dewlet dixwaze dîroka Elewiyan li gorî xwe ‘jinûve’ binivîsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Ûysal: Mafê Hêviyê nabe ku bê taloqkirin, divê Meclîs wêrek be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayindir: Êdî dema avakirina meclîsên ziman li her derê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vasfî Hoştaş û Îlhan Keklîk ku berdana wan dihat astengkirin, hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK’ê dîmenê mikurhatinê yê sîxurekî Îranê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîl a serberz xemla biharê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Seqizê hêrsa gel mezin dibe: Çalakvanan tesîsên kanên zêr şewitandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Azadiya Îranê civîna meclisa giştî li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Selahedîn Saleyî: Mifteya çareseriyê tenê Îmrali ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Sîxurê ku destê wî di şehadeta Simko Kobanê de heye, hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin herî zêde li mala xwe têne kuştin: Mekanîzmayeke pêşîgirtinê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya TAJÊ bi hilbijartina koordînasyonê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemmedî ji nexweşxaneyê hat derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kongreya TAJÊ peyama hevpar: Divê yekîtiya jinan bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ dê 3’yemîn kongreya xwe ya asayî lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Xizmên windayan di hefteya 800’emîn de hatin ba hev
Rojane

Xizmên windayan di hefteya 800’emîn de hatin ba hev

Xizmên windayan li Amedê di hefteya 800’emîn a çalakiya xwe de hatin ba hev û aqûbeta Vasif Ozturk pirsîn. Li Êlihê jî aqûbeta Îsa Gok hate pirsîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Malbatên Windakiriyan di 31’ê çileya 2009’an de daye destpêkirin di hefteya 800’emîn de ye. Ji bo çalakiya ku malbatên windakiriyan 15 sal in bê navber didomînin, malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan ên li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê kom bûn, aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û faîlên kesên hatine qetilkirin pirsîn.

Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Vasif Ozturk ê di 1’ê hezîrana 1994’an de li gundê Comar ê navçeya Pasûr a Amedê hate binçavkirin û bi helîkopterê birin û careke din agahî jê nehate girtin hate xwendin.  

Gelek sazî û dezgeh tevlî çalakiya ku di hefteya 800’emîn de hate kirin. Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ê li vir axivî, wiha got: “Bila ji kesên ku ev sûc e organîze kirine hesab were pirsîn. Ev kesên ku em wêneyên wan hildigirin di organizasyona dewletê de hatin kuştin. Me ev yek di dosyayên darizandinê de dîtin. Ji bo ku di rastiyê de hevrûbûnek çênebû ev doz hemû bi necezakirinê encam girtin. Em ê di her şert û mercî de vê têkoşînê bidomînin.”

Xwişka Mehmet Tekdag ê cînayeta kiryarên nediyar hate qetilkirin û Alî Tekdag ê di bin çavan de hate windakirin Îffet Tekdag a di çalakiyê de axivî, wiha got: “Hûn dizanin birayê min bi salan e winda ye. Goreke wî ku biçin ser jî nîne. Ez ê heta dawiyê li wan bigerim. Ez ê li hestiyên birayên xwe bigerim. Ez kengî di rêya Farqînê de biçim serê xwe di paceyê de derdixînim û dibêjim ‘Elî Elî birê min tu min dibînî lê ez te nabînim, serê xwe derxe li xwişka xwe mêzeke’. Dewlet dizane li ku ye. Lê cihê gorê nîşanî me nade. Em heqê xwe li dewletê helal nakin.”

Hevjîna Alî Tekdag, Hatîce Tekdag jî anî ziman ku bi şûjin, ceyran û kuçikan êşkence li hevjînê wê hatibû kirin û got: “Elî 19 caran hate binçavkirin, cara 20’emîn de hate windakirin. Em cenazeyê xwe, hestiyên xwe dixwazin. Zarokên min êtîm man. Êşkenceya min û zarokên xwe dîtin kesê nedîtin. Ez jî birim ser rêya Xana Axparê li newalekê, û pirsa ‘çima tu derdikevi televizyonan û pirsa Elî Tekdag dikî, em ê te jî bikujin û bişînin cem Elî Tekdag, Mihemed û Mistefa. Heta ku sax bin, heta ku cenaze û hestiyên xwe nebînin em dest ji vê têkoşînê bernadin. Bila derxin holê, em hestiyên xwe gorên xwe dixwazin ka bi ku ve birin, derxin holê. Heta ku ez zarokên xwe sax bin em ê li pey doza xwe bin.”

Hevjîna Vasif Ozturk ê çîroka wî dê bê xwendin, Lahiya Ozturk jî wiha got: “Ji wê rojê ve em li hestiyên wî digerin. Heta ku sax bin em ê li pey hestiyên xwe bin. Em dixwazin goreke wî hebe. Em 30 sal in li pey doza xwe ne.”

Piştre endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî çîroka Ozturk xwend.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÊLIH

Çalakiya 636’emîn a “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” a malbatên windakiriyan li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê pêk hat. Rêxistinên DEM Partiyê û DBP’ê yên Êlihê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Egîtîm Sen, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê û gelek malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan beşdar bûn. Metna daxuyaniya ku wêneyên welatiyên di bin çavan de hatine windakirin hatin hilgirtin de rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Rêzan Baytar xwend.

Di çalakiyê de aqûbeta Îsa Gok ê di hezîrana 1994’an de li Êlihê hate windakirin hate pirsîn û çîroka wî hate xwendin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di rêya azadî û armancek mezin de tişta herî pîroz şehadeta bi wate ye
Nûçeya Pişt re Girtiyê astengdar Devrîm Ayik: Girtîgeh eyneya dewletê ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Serlêdanên pêşbirka ku wê ji bo bîranîna Denîz Firat were lidarxistin destpê kirin

Serlêdanên Pêşbirka Helbest, Çîrok û Wêneyan a Denîz Firat destpê kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Umît: Eger dewlet veneguhere, nepêkane ku biryar bikevin meriyetê

Hêlîn Umît destnîşan kir ku eger di nava dewletê de veguherînek nebe, nepêkan e ku…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Heta ku êrîş dewam bikin, em ê di nobetê de bin’

Nobedarên li ser sînorê Pirsûs-Kobanê diyar kirin ku heta êrîşên dagirkeriyê dewam bikin ew ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

YRK’ê dîmenê mikurhatinê yê sîxurekî Îranê weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Kubayê peyameke tund da DYE’yê: ‘Mafê me yê xweparastinê heye’

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li DYE’yê êrişa li ser mizgeftê: 3 mirî, êrişkaran xwe kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li dijî Şaredariya Beşîktaşê operasyon: 5 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?