Li gorî Rapora Gerdûnî ya Bazirganiya li ser Mirovan a Ofîsa Sûc û Tiryakê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ber şer, felaketên avûhewayê û krîzên gerdûnî bazirganiya li ser mirovan gelekî zêde bûye. Li gorî raporê di sala 2022’yan de hejmara mexdûrên li seranserê cîhanê li gorî sala 2019’an ji sedî 25 zêde bûye. Di raporê de hate destnîşankirin ku di sala 2020’an de ev hejmar kêm bûye û sedema vê kêmbûnê jî weke şewba Koronayê hate nîşandan.
ŞER, PEVÇÛN, KRÎZÊN ABORÎ Û XIZANÎ…
Di raporê de hate ragihandin ku sûcdar berê xwe didin mexdûrên şer û krîzan û hate diyarkirin ku jin bi sûcên weke îstîsmara cinsî û sûcên cinsî re rû bi rû dimînin. Di raporê de hate ragihandin ku di sala 2022’yan de 69 hezar 627 kes mexdûr bûne û ji sedî 38’ê wan ji zarok û ji sedî 39 jî ji jinan pêk tê. Li gorî raporê ji 69 hezar û 627 kesan ji sedî 22 zarokên keç ên di bin 18 saliyê de û ji sedî 16 jî lawikên di bin 18 saliyê de ne. Sedema herî berbelav a revandina bi darê zorê weke ji sedî 600 îstîsmara cinsî hate diyarkirin. Her wiha rêjeya parsekî û xebitandina bi darê zorê jî gelekî bilind e.
Neteweyên Yekbûyî ‘bazirganiya li ser mirovan’ weke sûcên xebitandina mirovan a derqanûnî û bi darê zorê, revandina bi armanca îstîsmara cinsî û bazirganiya organan û îstîsmarê pênase dike.