Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ) bi wesîleya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan rapora xwe ya der barê rojnamevanên di sala 2024’an de hatin qetilkirin eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku ji 1’ê Çileyê heta niha 55 jê li Xezeyê bi tevahî 104 rojnamevan hatine qetilkirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku divê Peymana Navneteweyî ya ji bo Parastina Rojnamevanan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bê qebûlkirin.
Di raporê de hat ragihandin ku ji rojnamevanên hatine qetilkirin 12 jê jin in û di 2 salan de jiu sedî 60 li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê pêk hatine. Di raporê de hat gotin, “Hejmara rojnamevanên Fîlîstînî yên ku li Xezeyê ji roja 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve destpê kir, herî kêm 138 rojnamevanên Fîlîstînî hatin qetilkirin. Iraq, piştî wê Fîlîpîn û Meksîkayê bûn yekem welatên herî xeternak.”