Çarşem, 18 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îranê bi droneyan êriş bir ser kampa PDK-Î ya li Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka PJAK’ê: Projeya me Îrana demokratîk, Kurdistana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL: Bila cejna Newrozê bibe wesîleya aştî, azadî û demokrasiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojê 17 dermanan dixwe: Li gorî dadger dikare bi tenê îdare bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kazliçeşmeyê heta bi Yenîkapiyê Newrozên Stenbolê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Menzione: Bersiv ji daxwaza me ya dîtina Abdullah Ocalan re nayê dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê Mexmûrê bi coşekî mezin Newrozê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Geverê coşa deh hezaran kesî: Ev Newroz Newroza azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em qadên Newrozê dagirin, daxwaza azadiya Rêber Apo bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêmên Parastinê yên Medyayê amadekariyên Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo mezinkirina govenda azadiyê em bang dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê: Di vê Newrozê de em ê pêvajoyê bi ser bixînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Di salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de banga yekîtî û têkoşînê
Jin

Di salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de banga yekîtî û têkoşînê

Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakurê Kurdistanê bi wesîleya salvegera serhildana “Jin Jiyan Azadî” ya ku bi qetilkirina Jîna Emînî destpê kir, daxuyaniyek weşand.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Îlon 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakur bi boneya 3’yemîn salvegera serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku serhildana “jin, jiyan, azadî” careke din nîşan daye ku yekitiya neteweyî ya Kurd neçariyeke.

Daxuyaniya Platformê wiha ye:

“Qetilkirina Jînayê, êrişeke hovanê bû li dijî gelê Kurd, jin û hemû kesên bindest ên ji bo azadiyê têdikoşin. Piştî Jînayê, dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji dilê Kurdistanê derket, sînor derbas kir û li çar aliyên cîhanê bû dengê hevpar ê xeyalên azadiyê. Ev felsefe, ji Rojhilata Navîn heta Amerîkaya Latînî, ji Asyayê heta Ewropayê, bû ronahiyeke ku rêya têkoşîna jinan û gelan ronî dike.

Tevgera Azadiya Jinên Kurd, ku bi salan e bi ked, têkoşîn û berxwedana bi hezaran jinan hatiye avakirin, bi paradîgmaya azadiya jinê ya rêzdar Abdullah Ocalan re gihîştiye asteke din. Ev paradîgma bi zelalî diyar dike ku bêyî azadiya jinê, azadiya civakê ne mimkun e. Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya rêzdar Ocalan ji bo gelek rêxistinên jinan ên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn, Ewropa û cîhanê bûye çavkaniyeke îlhamê. Jinên ku ev felsefe hembêz kirine, li dijî pergala bavsalariyê, dîktatorî û her cure zordariyê bi biryar têdikoşin û nîşan didin ku jiyaneke azad bi pêşengiya jinan mimkun e.

Îro, jin li her çar aliyên cîhanê, bi ruhê berxwedana Jîna Emînî li qadan in û bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî zordariya mêrsalariyê, dîktatorî û bêedaletiyê dengê xwe bilind dikin. Ev felsefe êdî ne tenê ya jinên Kurd e, lê belê bûye nirxeke gerdûnî ya hemû mirovahiyê. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê dirûşmek e; ew bangeke ji bo jiyaneke wekhev, adil û azad e ku jin, gel û xweza tê de bi hev re bi rûmet bijîn.

Em, di şexsê Jîna Emînê de li ber bîranîna hemû jinên hatine qetilkirin bi hurmet bejna xwe ditewînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan bilindtir bikin. Têkoşîna azadiya jinê, di heman demê de têkoşîna azadiya gelan, xwezayê û rûmeta mirovahiyê ye. Bi vê wesîleyê, em bang li hemû jin, gel û hêzên demokratîk dikin ku felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’yê hembêz bikin, rêxistinbûnê xurt bikin û têkoşînê geş bikin.

Vê têkoşînê careke din nîşanî me da ku yekitiya neteweyî ya demokratîk neçarî ye. Ji bo vê yekê, divê jin di zûtirîn demê de bibin pêşengên yekitiya neteweyî ya demokratîk. Em girîngiyê didin yekitiya jinan a li hemberî hemû cureyên zordariyê, şer û dagirkeriyê. Em bang li hemû jinên ku ji bo edaletê têdikoşin dikin ku bi vê têkoşînê re bibin yek. Jîna Emînî bû sembola berxwedanê, lê têkoşîna wê di dilê me hemûyan de dijî. Em ê bi ruhê wê yê şoreşgerî, li her deverê li dijî zilmê rawestin û ji bo jiyaneke azad têbikoşin. Bila ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bibe ronahiya rêya me.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê NY: Qata ozonê her ku diçe digihîje hev, dibe ku heta sala 2066’an bi temamî bigihîje hev
Nûçeya Pişt re Dikandarên Saqizê ji bo Jîna Emînî dikanên xwe venekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hilbijartina Parlementoya li Başûrê Kurdistanê

Gotinek hevpar ku dibêje, ‘’Ger hilbijartin tiştekî biguherta, dewlet û esthilatdarî wê Hilbijartin qedexe bikirana.’’…

Ji aliyê Seevan SAEED

Têkoşîn û armancên fedaiyan

Divê mirov îrade, jiyan, têkoşîn, kûrbûn û armancên van fedaiyan baş fêhm bikin. Dest ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qraliyeta Yekgirtî tundiya rastgiriya tund: Zêdeyî 90 kes hatin binçavkirin

Li Qraliyeta Yekgirtî di rojên dawî de êrîşên rastgirên tund ên li dijî koçberan zêde…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Xelkê Mexmûrê bi coşekî mezin Newrozê pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

NY: Sala 2024’an nêzî 5 milyon zarokan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi droneyan êriş bir ser kampa PDK-Î ya li Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di salvegera 8’an a dagirkirina Efrînê de li Rojava çalakiyên protestoyî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?