Ji Akademiya El Ezher Şêx Ehmed Turkî got, pêwîstiya gelê Ereb bi lîderekî mîna Abdullah Ocalan heye ku xwedî teoriyên exlaqî, siyasî ye û fedakaran e. Şêx Ehmed Turkî bal kişand ser rola Ocalan a di têkbirina DAÎŞ’ê de.
Şêx Ehmed Turkî beşdarî sempozyûma li Pirtûkxaneya El Beladê bû û pirtûka xwe ya nû Dar El-Mehrûsa îmze kir.
Ehmed Turkî balk işand ser rola Kurdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di têkbirina DAÎŞ’ê de û got, “Berxwedana ku gelê Kurd li Iraq û Sûriyeyê li dijî DAÎŞ’ê kir, komên terorîst têk bir. DAÎŞ’ê gelek jinên Kurd dîl girt, ji ber vê yekê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fikar li ser jinûve geşbûna DAÎŞ’ê heye. Ji ber komkujiyên DAÎŞ’ê bi taybetî pêwîstiya jinên Êzidî bi tedawiyê heye, ji ber ku li cîhana Ereb û Îslamê bi hezaran kes hene ku veguherîne bombeyên zindî. Pêwîstiya miletê Ereb û Îslamê bi lîderekî mîna Abdullah ocalan fedakar, xwedî fikir, teoriyên exlaqî û siyasî heye. Di pirtûkên Birêz Ocalan de girîngiya jiyana bi hev re ya gelê Kurd, gelên herêmê û pêkanîna aştî û aramiyê ya di demên zehmet de tê destnîşankirin.”