Fêrhegên li dibistanan ku berê bi dengê xwendekaran deng vedidan, niha bûne cihê kombûna malbatên ku ji herêmên Efrîn, Şehba, Heleb, Reqa û Tebqayê ku ji ber êrişên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê neçar man ji malên xwe derkevin.
ANHA li çend dibistanên ku li bajarên Girkê Legê û Dêrikê yên herêma Cizîrê geriya û rewşa koçberan şopand.
Tevî hewldanên saziyên peywendîdar û alîkariya ku ji hêla Kurdan ve hem li welêt û hem jî li derveyî welêt hatiye peydakirin, lê hewcedariya koçberan bi alîkariyê heye.
Koçber hêvî dikin ku ev rewşa wan demkî be û demeke nêzîk de vegerin cih û warên xwe.

