Girtina kesên li ber stranên Kurdî govendê gerandine û jêbirîna nivîsên hişyariyê yên bi Kurdî li Mêrdîn, Enqere û Îzmîrê hat protestokirin.
MÊRDÎN
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê li Parka Karayollarî çalakî lidar xist. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn, Parlementerên DEM Partiyê Salîha Aydenîz û Berîtan Guneş Altin jî piştgirî da çalakiyê. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa, “Zimanê me rûmeta me ye. Çanda me hebûna me ye” hat vekirin.
Li ser navê platformê Aydin Aslan daxuyanî da û diyar kir ku êrîşên li ser Kurdî li dijî demokrasî û hiqûqê ye û wiha got: “Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li zimanê Kurd û çanda Kurd derbikevin.”
Parlementer Salîha Aydenîz jî wiha got: “Îro kaos bi krîzan berdewam dike. Krîzên aborî û civakî belavî hemû aliyên jiyanê bûye. Ji ber vê jî êrîşî ziman û çanda Kurd dikin ku difikirin ew ê bi vî rengî vê pêvajoyê derbas bikin. Lê em li vir cardin li bîra wan bixin; her çiqas hatiye xwestin polîtîkayên ewlehiyê bixin meriyetê, krîz jî ewqas zêde bûye.” Salîha Aydenîz anî ziman ku ew ê li dijî êrîşan têbikoşin.
Daxuyanî bi çepik, dirûşme û li ber stranên Kurdî bi gerandina govendê bi dawî bû.
ENQERE
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê jî li Kolana Sakarya ya navçeya Çankayayê daxuyanî da. Girseya ku ji pêşiya avahiya DEM Partî ya Enqereyê heta Kolana Sakaryayê meşiyan, li vir daxuyanî dan.
Hevserokê Dem Partî yê Enqereyê Fatîn Kanat destnîşan kir ku desthilatdarî tehemula ziman û çanda Kurdî nake û wiha got: “Di dema axaftinê de dibêjin ‘Kurd hemwelatiyên me yên wekhev in’, lê êrîşî stran û govendên Kurdan dikin. Em desthilatdariyê hişyar dikin. Aqilê xwe bidin serê xwe. Di vê erdnîgariya ku her aliyê ve bi agir hatiye dorpêçkirin de aştî û aramiya gengaz pir girîng e.”
Kanat destnîşan kir ku divê kesên bi hinceta gerandina govendê hatine girtin, tavile bên berdan û got: “Hûn nikarin dest bidin ziman, çand û govendên me.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên, “Em bernadin vê dîlanê”, “Ji faşîzîm û nîjadperestiyê re na” bi dawî bû.
ÎZMÎR
Platforma Demokrasiyê ya Narlidere jî êrîşên li dijî çanda Kurd li Qada Narlidere Demokrasî daxuyanî da û êrîşan bi gerandina govendê protesto kir.
Berdevkê Platforma Demokrasiyê ya Narlidere Bulent Karakaş diyar kir ku desthilatdarî hewl dide govendê qedexe bike û wiha got: “Govend ku tê wateya xwişk û biratiya çandan, ji horon û zeybekê ne cuda ye. Desthilatdarî ji bo nixumandina krîza aborî ya ji ber şer, govendê kir rojevê û êrîşî ziman û nirxên gelê Kurd dike. Ev nayê qebûlkirin.”
Daxuyanî bi gerandina govendê bi dawî bû.