Duşem, 12 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Die Linke: PKK’ê gaveke dîrokî avêt, divê Ocalan serbest bê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûçeyên li ser Kongreya PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demîrtaş: Em vê gava dîrokî bi coş pêşwazî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikûmeta Şamê: Kêliyeke pir girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hakan Fîdan: Biryareke girîng û dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Li pêşiya avakirina Tirkiyeyê êdî ti hincetên bibin asteng nema

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kalkan: Tevkariyeke mezin li kongreya me kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK’ê piştgirî da biryara PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêçîrvan Barzanî: Geşedaneke dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Ti destketî bi hêsanî û bê berdêl nebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenên Kongreya PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Afirîner û ragirê çanda Apoyî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dengê jinên Kurd û navê berxwedanê: Hozan Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ cezayê dîsîplînê dan girtiyên jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîş li girtiyên jin hatine kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Pexşan Ezîzî bi hezaran îmze hatin komkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Nîsanê de herî kêm 34 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nava Durziyan de cih û rola jinê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV ÇAND’ê hunermenda şoreşger Mizgîn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Kolnê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çanda Êzidxanê sibe li Elmanyayê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê diyarî Sirri Sureyya Onder hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê helbestvan û nivîskar Fadil Ozturk hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • RIHA
  • HESEKÊ
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Dijminê herî mezin ê Tirkan Tirkperestî ye
Kurdistan

Dijminê herî mezin ê Tirkan Tirkperestî ye

Gerîla Hakî Pîr li ser rewşa Tirkiyeyê û civaka Tirk got, “Dijminê herî mezin ê Tirkan qutbûna ji cewherê xwe, heqîqeta wê hatiye xerakirin û Tirkperestiya ku li ser maseyê hatiye îcadkirin e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Îlon 2024 Dema xwendinê: 24 dq.
Parvekirin

Li çiyayên azadiyê yên Kurdistanê me bi gerîlayekî bi eslê xwe Tirk re li ser pergala milîtarîst a ku sîstema dewleta Tirk ava kiriye û encamên vê sîstemê yên li ser gelê Tirk, nîqaş kir. Di nîqaşa ku me bi Gerîlayê Azadiya Kurdistanê Hakî Pîr re kir de, em gihîştin encamên girîng û her wiha em gihîştin encamên guhertina şoreşgerî ya ku mirov di xwe de afirandiye. Bi taybetî gotina Gerîlayê Azadiya Kurdistanê Hakî Pîr got, “Dijminê herî mezin ê Tirkan, qutbûna ji cewherê xwe, heqîqeta wê hatiye xerakirin û Tirkperestiya ku li ser maseyê hatiye îcadkirin e.” Ev tespîta li Tirkiyeyê bê çawa hestên milîtarîst û faşîst di nava civaka Tirk de hatiye afirandin radixe ber çavan. Gerîla Hakî Pîr pirsên ANF’ê bersivand.

Tu bi eslê xwe ji ku derê yî û di kîjan civakê de mezin bûyî?

Ez li Nîgdeyê hatim dinyayê û her tim li wir mam. Ez di nav jîngeheke xizan de ku bi giranî muhafazakar, neteweperest û kedkaran û kevneperest mezin bûm. Em li bajêr dijiyan, lê ji ber ku têkiliyên me bi gund re bi temamî qut nebû, çanda bajar û gundan teşe da jiyana min. Min nakokiya yekem a jiyana xwe ya di navbera gund û bajar de dît. Jiyana gund her tim bala min dikişand. Her tiştên ku li gund diqewimî germ û dostane bû. Ji bo min yekane cihê jiyana kolektîf, hezkirina ax û xwezayê, ked, baweriyên sade, bê zêdegavî û mirovên pak û paqij bû. Ji ber hezkirina gund, her tim jiyana bajar bandoreke neyînî li min dikir û di vî alî de min gelek zehmetî kişand. Zagonên exlaqî û azadiyê yên gundan li bajêr pêk nehat. Min bajaran wek cinawirên ku mirovan ditirsînin, dîn û har dikin, diavêjin zindanan û bêçare dihêle dît. Ji ber ku çareya min tune bû, ez neçar mam ku tehemulî bajar bikim û her ku jiyam ber bi bajarbûn ango cinawirbûnê ve çûm. Ji bo mirov bigihêje jiyana xweş a ku kapîtalîzmê digot, tekane rêya wê bûyîna herî baş bû. Ji bo bibî Misilmanê herî baş biçe cemaetan, Ji bo bibî Tirkê herî baş biçe Ocaxên Nîjadperestan, ji bo bibî karkerê herî baş biçe febrîqeyê, ji bo bibî evalê herî baş bêpîvan be û her tim di nava vê çerxê de geriyam. Niha jî ez baş nizanim ku bawerî û çandên civakî yên xwe, malbata xwe û derdora xwe bixim kîjan kategoriyê û wan çawa diyar bikim. Hişmendiya ol û netew ewqasî nepixandin û pûç kirin ku di nava sîstema heyî de lêgerîn û jiyana heqîqeta wan ji xewnekê zêdetir nîne.

Di jiyana we ya di nava sîstemê de hestên we li ser gelê Kurd çi bûn?

Di zarokatiyê de peyva ku herî zêde min ditirsand “çîngene” bû. Çîngene kî ne, ew çawa rêwîtiyê dikin, çawa didizîn û zarokan direvînin zêde bûn. Weke civakî me bi awayekî rêxistinî wan red bikin. Gelek sohbetên me bi “Kurdan û Ermenan” dest pê dikirin hebûn. Hemû jî bi gotinên kîn û nefretê hatin îfadekirin. Çêrên ewil ên ku em fêr dibûn her tim li ser wan bûn. Ew ji bo me wekî beşek lîstikekê bû, çêr bike şekir bistîne, çîkolata bistîne an jî ji te re bêjin aferîn. Me ji çîngeneyan hez nedikir, me wan ji taxê derdixistin, lê me çêrî wan nedikir. Kurd û Ermeniyên ku me wan qet nedîtibû û nizanîbû ew gel inî me wan ji çîngeneyan xerabtir didît. Min cara yekem di 7-8 saliya xwe de malbateke Kurd nas kir. Wan got ku ew ji ber xwîndariyê reviyane û neçar man ku koçî taxa me bikin da ku şopa xwe veşêrin. Beriya ku eşyayên xwe ji kamyonê daxin jî, ji 7 salî heta 70 salî tevahiya taxê nerehet bû. Her kesî dixwest ku ew derkevin, lê ew neçar bûn ku bimînin û her tişt xitibûn çavên xwe dev ji nasnameya xwe berdan. Negota em Kurd in jî dîsa dilê niştecihên taxê ne rehet bû. Gef li kesê ku mala xwe bi kirê daye wan dixwarin û lêdan. Dîsa tu tişt neguherî. Ew her tim dihatin wêderkirin û biçûk dihatin xistin. Gotinên ku herî zêde tê bîra min peyvên jiberkirî yên wek “kujer, cudaxwaz, xayîn, neviyên kafiran” bûn û ji bo her Kurdekî derbasdar bû. Bê guman, pêşengên payebilind van tiştan organîze dikirin. Ya trajîk jî ew e ku ew pêşeng bi eslê xwe muxacir û Arnavût bûn. Têkiliyên me bi muxacir û Arnavûtan re pir xurt bûn, ew jidil, durust û berpirsiyar bûn. Lê belê “nexweşiya tirkperestiyê” hiştibû çanda xwe ji bîr bikin û neçar bûn ku li ser navê Tirkan reftarên ku ne li gorî cewhera çanda Tirkan in nîşan bidin. Dijminê herî mezin ê Tirkan, qutbûna ji cewherê xwe, heqîqeta wê hatiye xerakirin û Tirkperestiya ku li ser maseyê hatiye îcadkirin e.

Gelê Kurd di bingehên pêkhatina sosyolojîk a gelê Tirk de çawa dihat nirxandin?

Piştî van hemûyan, dema ku em hîn bûn ku ew gel in û li herêma rojhilat dijîn, dîtina me ew bû ku gelê Kurd paşverû, hov û barbar e. Ji ber ku nezan in, dikarin bi hêsanî ji hêla dijminên me yên gerdûnî werin xapandin. Ji bo hilweşandina dewletê serî hildidin û ji ber vê tu carî bawerî bi wan nayê kirin. Hebûna etnîkî û çandî ya gelê Kurd wek bombeyek li ber teqînê ye. Ji bo yekparebûna me ya olî û neteweyî gef bûn. Weke girêka li ser pişta Tirkiyeyê dihatin dîtin. Hin kes digotin “Kurd marên ku di hembêza me de ne”. Kevneşopî, urf û eşîrtiya wan wekî pirsgirêkek ku divê were derbas kirin hate dîtin. Sedema ku tehemulî gelê Kurd  dikirin ew bû ku wan keda erzan didîtin û karê baş dikirin. Ev rewş di navbera karkerên Tirk û karkerên Kurd de reqabeteke domdar çêkir ev yek hişt ku ji nava çîna karkeran bên dûrxistin û ji aliyê patronan ve bên tacîzkirin. Îro jî heman pirsgirêk li ser gelên Ereb û Afgan tê ferzkirin. Li aliyekê gelên di bin mêtingerî û asîmîlekirinê de ne û li aliyê din dewleta ku pirsgirêkên ewlehiyê dike amûrê siyasî û weke weke qoz bi kar tîne.

Dema ku tu leşkerê Tirk bû nêrîna te li ser gelê Kurd û tevgera PKK’ê çawa bû û “sedema ku te anî van deran”, biryara tevli tevgera PKK’ê bibî çi bû?

Em bi gotina ez Tirk im serfiraz im hatin dinyayê. Ji bo dewletê her zarok tovek e. Dewlet di 4-5 saliya xwe de vî tovê li baxçeyê pêşdibistanê diçîne. Ew bi bêhnfirehî her tiştî dike ku bi rêkûpêk mezin bibe. Heya ku fêkî bide, bi berdewamî av, gubre, hingiv û qutkirinê dide. Yek ji van fêkiyan jî leşkeriyê ye. Ez ji zarokatiya xwe heta ku min dest bi leşkeriyê kir, qet ji destê dewletê derneketim. Dijminatiya min a li hemberî gelê Kurd û PKK’ê di temenê min ê biçûk de dest pê kir, her ku çû zêdetir bû. Leşkerî lûtkeya nefreta min a li hemberî gelê Kurd bû. Min her gav difikirî ku dê şansê min hebe ku ez bi dijminên xwe yên ku bi salan ji wan nefret dikim re rû bi rû bêm û tola xwe hilînim.

Di dema leşkeriyê de min hevalên xwe yên yekemîn ên Kurd nas kirin. Di demek kurt de bi wan re dostaniya me çêbû. Rêwîtiya min a bi rastî naskirina gelê Kurd bi wan re dest pê kir heta sala 2014’an berdewam kir. Min bi her Kurdekî re fêm kir ku ez dizanim tiştên berê ji me re gotin derew bû. Ew profîla “Kurdê xerab” ku di hişê min de hatibû bicihkirin diguherî û Naskirina min a gelê Kurd 6-7 salan dewam kir.

Dema ku min leşkerî dikiri ne li Semsûrê û ne jî li Dersîmê negihîştim wan xeyalên xwe. Ji wê zêdetir, min nikarîbû xwe bi sîstema hiyerarşîk a navendî ya dewletê re adapte bikim. Nakokiyên min ên di nava artêşê de zêde bûn. Hem bêedaletiya li hundir tê kirin û hem jî bû edaletiya li civakê tê kirin hat asta ku nikarîbûm ji nedîtîve ve werim. Di aliyê wijdanî de têkiliya min peywira ku min dimeşand re bi temamî qut bûbû. Demekê min li li ber xwe da û piştre min biryar da ku ez ji aliyê fîzîkî ve jê veqetiyam. Berdêla vê biryara veqetandinê “li gorî binpêkirina peymanê” salek cezayê girtîgehê bû. Zindan ji bo min destpêka ronakbîriyê bû û min rastî baştir dît. Di zarokatiya xwe de min newekhevî dizanibû, di dema leşkeriyê de min şahidiya neheqiyê kir, di encama bêdengiya li hemberî wan de min bê azadî fêm kir. Bi daxwaza wekhevî, azadî û edaletê ez ji girtîgehê derketim. Lê 5 salan min nizanîbû ew nirxên civakî yên min jê bawer dikir, çawa li kuderê biparêzim. Di dema lêgerîneke wisa lawaz de li cihê ku gelê Kurd lê zêde bû û bindest bû, dijiyam. Bi wan re min derfeta ku gelê Kurd, çanda Kurdistanê û tevgera azadiyê PKK’ê ji nêz ve nas bikim. Dema min di sala 2013’an de li peyama Newrozê ya Rêber Apo guhdarî kir, min xeyala Tirkiyeyeke wisa bedew kir ku min çend deqeyan xeyala wê kir. Peyama demokrasî, wekhevî û aştî pir xurt û jidil bû. Bi vê bûyerê re perdeyên çavên min vebûn û min dest bi lêgerînê kir. Ji wê demê û pê ve ber bi asoyê ku min ji heqîqeta wê bawer dikir ve meşiyam. Niha ev rewşa ku ji eniyekê derbasî eniyekê din bûm, di cewhera xwe de girêdana bi rêgez û armancê ye.

Çi bû sedem ku te ber bi fikir û pratîkeke wiha ya şoreşgerî ve bir?

Gelek dilopên avê ketin şûşê, lê dilopa PKK’ê ya li dijî DAÎŞ û DAÎŞ’bûnê tije kir. Ez hemû şoreşgerên di rizgarkirina Rojava de şehîd bûn bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim û soz didim ku em ê têkoşîna wan a mirovahiyê her tim zindî bihêlin. Şerê ku cihan bû şahid û aligirê wê, her kesî ji nêz ve nas kir. Bertekên min li hemberî faşîstên ku di vî şerî de destekê didan DAIŞ’ê û yên ku digotin em piştgiriyê didin gelê Kurd û PKK’ê, lê tevkariya demokrasiyê nekirin zêde bûn û ji bo jiyaneke rast min biryar da ku tevlî nava refên PKK’ê bibim.

Nêrîna we ya li ser jiyana sîstemê û li ser jiyana di nava PKK’ê de çawa ye?

Salên berê di rêzefîlma “Geliyê Guran” de rêzek hebû; “Mirin, mirina tu dibêjî ma çi ye canê min, min ji bo te jiyan xistiye çavên xwe.” Dibe ku wek henekekê be, lê ev gotin rastiya me ya civakî ya wê demê bû. Hewldaneke ku mirinê ji rêzê didît û xwe wekî wêrek û bê tirs didît hebû û jiyanek tijî êş û êşkence bû. Her du jî tên wateya bê evînî û nemabûyînê. Berê em bi vê gotina ku tu nirxên civakî, exlaqî û mirovahî tê de nebûn lê jê bi rûmet dibûn û hîna jî gelek kesên jê bi rûmet dibin hene.

Di nava PKK’ê de min Kemal Pîr û têkoşîna wî nas kir. Her tiştê ku ji bo jiyan û têkoşînê kir bû rêgezên me. Bi gotina “Em ewqas ji jiyanê hez dikin ku em ê ji bo wê bimirin”, kesê ku xwediyê hin nirxên exlaqî û wijdanî ye, dizane ku çawa bijî. Jiyanek ku tê de evîn, hesret, hêvî, xemgînî û aştî tune be, nabe wekhevî û ne jî azad dibe. Jiyana li ser bingeha aştiyê û ji bo aştiyê tê wateya ku hemû şeran daye ber çavên xwe.

Gerîlayên PKK’ê ji bo jiyaneke wisa watedar û bi rûmet dest ji pere, mal, kar, malbat, kêf, berjewendî, xweperestî berdan, bi kurtasî ev sîstema ku civakê aniye asta ku nikaribe bijî red kirin û dev ji her tiştên wê berdan. Bi vê dev jê beranê hîn bûn ku ê dev ji çi nayê berdan. Ji azadiya xwe, ji rûmeta xwe, ji çanda xwe, ji civaka xwe û ji mirovahiya xwe…

Li hemberî şerê îlhaq û dagirkeriyê yê ku ev zêdeyî 4 sal in dewleta Tirk dimeşîne, hûn weke gerîlayekî PKK’ê yê bi nasnameya Tirk dixwazin çi bibêjin?

Şerê pir berfireh û demdirêj ku navenda wê pergala êşkenceya Îmraliyê ye, bi êrîşên îlhaq û dagirkirinê berdewam dike, ne tenê li Tirkiye û Rojhilata Navîn, her wiha li tevahî cîhanê nîşaneya wêraniyeke mezin e. Me careke din dît ku hemû rêxistin navneteweyî û paymanên wan ne ji bo parastina îradeya neteweyan e, ji bo domandina hebûna desthilatdariya xwe ye. Şerê ku li dijî vîna gelê Kurd û Ereb tê meşandin, qirkirineke etnîkî, siyasî û çandî ye. Şerê ku bi lihevkirinên veşartî û komkujiyên tên meşandin, wê hilweşîneke mezin a madî û manewî jî bîne serê gelên Tirkiyeyê. Divê rast were fêhmkirin ku ev şerê li ser navê Tirkiyeyê û li ser navê Tirkitiyê tê meşandin kamûflajeke siyasî ye.

“Tirkbûna bêqîmet” ku elewîtiyê li gor berjewendiyên xwe û hevkarên xwe yên biyanî bi desteserkirina desthilatdariyê afirandiye, ev ji bo gel û çanda qedîn a Tirk heqareteke. Tirkîtiyê weke amûreke ku dev ji aramiya însanî û exlaqî were berdan tê bikaranîn. Mixabin berdêla li ser tunekirinê xwe avakirin bi înkarkirina hebûna xwe bi encam dibe. Çanda me niha muzexane ye. Bi taybetî di van demên dawî de bi senteza Tirk-Îslam a ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê hewl dide ava bike, hemû saziyên dewletê krîmînalîze kirin û Komara Tirkiyeyê veguherandin navenda sûcên mezin ên li dijî mirovahiyê. Sûcên ku kirine bi sedan car hatine îspatkirin û eşkerekirin, cîhanê vp yekê dizane. Ji bo kêf û zewqa xwe ya li qesrê bidomîne li ser navê gelê Tirk her cure şer dimeşîne, ew rewş ji bo gelê Tirk ên ku çanda xwe ya resen înkar nekiriye û neketine nav lîstika sexte ya ummet û tirkperestiyê şermek e. Ev êrîşên îlhaq û dagirkirinê ji gelên Tirkiyeyê re tu tiştî nade qezenckirin. Ji bo berjewendiyên xwe û parastina desthilatdariya xwe vî şerî dimeşînin, hewl didin îdeolojiya xwe ya faşîst-şerîat li ser cîranên xwe serdest bikin. Planên qirêj ên ku bi DAÎŞ’ê re nekarîn bi dest bixin, bi bikaranîna hemû saziyên leşkerî û îdarî yên Komara Tirkiyeyê re hewl didin erka komkujî û dagirkirinê ya neqediyayî pêk bînin. Yekane astengiya li pêşiya vê îdeolojiya dijmirovî û xwînrêjandinê, gelê Kurd û PKK’ê ne. Li vir ne tenê gelê Kurd û nirxên Kurdan tên parastin, têkoşîna mirovahiyê ya li dijî pergala dewletê ya dijminê xweza, jin, nirxên exlaqîî bawerî û hemû gelan e.

Gelo bandora vî şerî li ser pirsgirêkên aborî, sosyolojîk û derûnî yên gelên Tirkiyeyê de heye?

Sedem û çavkaniya hemû pirsgirêkên di nava sînorên Tirkiyeyê de hatine jiyîn, israra di berdewamkirina şerê qirkirinê ye. Ev şerê ku ji bilî mezinbûna îdeolojîk û berjewendiyên siyasî ti sedemeke wê nîne, encam pirsgirêka hebûna rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ye, ne ya Tirkiyeyê. Hemû çavkanî û enerjiya Tirkiyeyê ya madî û manewî ji bo vî şerî tê xerckirin. Bi salan e gelê Tirkiyeyê di nava tirs û fikaran de hiştine. Armanca sereke ya desthilata ku her tim bi awayekî plankirî kaosê çêdike, çêkirina her cure çavkaniya şer, rewakirina wî ye. Tifaqa faşîst a li ser derewa ku welat wê winda bibe hatiye avakirin, ji bilî polîtîkaya ewlekariyê tu tiştekî din nîne. Hemû lêkolîn û îstatîstîkên ku li Tirkiyeyê tên kirin nîşan didin ku gel di her warî de bi hilweşînê re rû bi rû ye. Dê û bavên ku pereyê şîrê zarokên xwe didin şer û dibêjin zarokê me bê şîr mezin dibin, ew mirovên lanetkirî ne ku li ber çavê min pîroziya xwe winda kirine.

Di dawiyê de ji bo başkirina şert û mercên jiyana gelê Tirk çi hewce dike? Û weke milîtanekî PKK’ê hûn dikarin xeta Kemal Pîr weke modela mirovatiya azad pêşkêşî gelê Tirk bikin?

Avakirina pergala neteweya demokratîk a ku bi paradîgmaya jiyana azad û civaka azad a ku Rêber Apo daniye holê, çareseriya yekane û mayînde ye. Ji bilî vê, her lêgerîna çareseriyê wê bi kaos û şer bi dawî bibe. Sîstema sultantiya Erdogan û hewldana pergala parlementeriyê ya muxalefetê xeleka xerab û lêgerîna çareseriya antîdemokratîk e.

Heya ku standardên jiyanê bi polîtîkayên partiya desthilatdar a ku dewletê ava dike diyar bibe, li van welatên ku jê re dibêjin welatên pêşkeftî tenê dewlet û sermiyanên dewletparêz pêş dikeve. Modernîteya demokratîk avabûneke civakî ye ku di ser siyasetê re ye, bêyî meyla partiyeke siyasî ye û tevlîbûn û nûnertiya herî berfireh hewce dike. Her civakek ku ji nirxên exlaqî û polîtîk bêpar e, muxtacî kesayetên siyasî yên şovenîst, quretî û otorîter e. Têkoşînên siyasî yên bêexlaq û siyasî yên îro tên meşandin, roj bi roj ji bo Tirkiyeyê hildiweşîne. Pêvajoya di bin navê asayîbûnê de hat destpêkirin, ji bo navberdayîna manevrayên siyasî û pêşketina taktîkî bû. Asayîbûna rast bi têkoşîneke rêxistinkirî û çalak a ji aliyê gel ve hatiye destpêkirin pêk tê. Li Tirkiyeyê hê jî dînamîkên ku dê vê têkoşînê bidin destpêkirin hene. Em di vê serdemê de ne ku pêwîstiya gelên berfireh ên weke jin, xwezahez, karker û kedkar, malnişîn, ciwan, karmend û bêkaran bi yekîtiyê û têkoşînê heye. Daxwaza wan a  jiyanek hevpar, wekhev, adil û azad e.

 Ev gel ji bo jiyana azad xwedî zarokên gelekî hêja bû. Di vê wateyê de Kemal Pîr jî yek ji wan kesan e ku her tim meşaleyê digire. Kemal Pîr ji bo xeta PKK’ê û têkoşînê kedeke mezin da. Xwedî pratîkeke xurt e ku Rêber Apo fêm dike û pêk tîne. Bi kesayeta xwe ya sosyalîst û şoreşger a ku neteweperestiya Tirk red dike û pêşî li pêşketina netewperestiya Kurd digire, xwediyê têkoşîneke ku divê teqez hemû ciwanên Tirk nas bikin.

Bi gotina, “Fêmkirin û naskirina dinyayê têra min nedikir, guhertina wê pêwîst bû, ji bo guhertina wê têkoşîn pêwîst bû” li hemberî bêedaletî û berovajîkirinê bêdeng nema. Şêweyê jiyana wî ew bû ku li têkçûna nirxên civakî yên exlaqî û mirovahî temaşe nedikir. Ji ber ku dît ku siberoja geş a Tirkiyeyê di nava tevgera azadiyê ya PKK’ê de ye, bi dil û can şer kir. Wî pir ji bajarê xwe hez kir ku dev ji çend faşîstên elît, şovenîst, berjewendîperest berde û hemû jiyana xwe ji bo afirandina jiyanek wekhev û azad, bêyî ku li hember tiştekî hêvî bike, terxan bike. Di zindana Amedê de ji bo xweşikkirina welatê xwe ketibû hundir û got, “Em ewqas ji jiyanê hez dikin ku em ê ji bo wê bimirin” û heta nefesa xwe ya dawî li dijî ferzkirina jiyana koledar, bindest û tirsonek li ber xwe da. Kemal Pîr bi hemû nirxên ku bi jiyan û têkoşîna xwe afirandiye, ji bo her kesê ku Tirkiyeyeke serbixwe, wekhev, azad û demokratîk xeyal dike çavkaniya îlhamê ye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 333 roj in rojnamevan Silêman Ehmed girtî ye
Nûçeya Pişt re KCK: Helwesta Konseya Wezîran a KE’yê li hemberî tecrîdê qels e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke din kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şervanê QSD’ê Salih Mehmûd El Bişo hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD'ê Salih Mehmûd El Bişo ku di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bû,…

Ji aliyê Stêrk TV

Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîn hate destpêkirin

Derbarê 15 girtiyên ku li Girtîgeha Rihayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Kalkan: Tevkariyeke mezin li kongreya me kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî: Geşedaneke dîrokî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YNK’ê piştgirî da biryara PKK’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kalkan: Ti destketî bi hêsanî û bê berdêl nebû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?