Dilxwaziya golfê ya Serokê DYA’yê Donald Trump, vê carê bi barê ku aniye ser budceya giştî di rojevê de ye. Li gorî analîza Huffington Postê, geştên golfê yên Trump ên ji dema ku di Rêbendana 2025’an de ji nû ve hat ser erkê ve, nêzîkî 101,2 mîlyon dolar lêçûn ji bo bacgirên DYA’yî derxistiye.
Li gorî analîzê, Trump ji dema vegera ser erkê ve herî kêm di her çar rojan de carekê golf lîstiye. Beşek mezin a van geştan ji bo qadên golfê yên li West Palm Beach û Jupiterê ku nêzîkî rûniştgeha wî ya Mar-a-Lago ya li Florîdayê ne, hatine kirin.

