Ji bo Ekîncî li Mizgefta Şehîtlikê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê merasîmek hat lidarxistin.
Di merasîmê de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, hevsera Ekîncî Perîhan Ekîncî, birayên wî Emîn û Tahîr Ekîncî, xizmên malbatê, dost, wekîl, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî amade bûn.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di merasîma cenazeyê de axivî û bal kişand ser têkoşîna Tarik Ziya Ekîncî ya ji bo gelê Kurd.
Bakirhan got, “Tarik Ziya Ekîncî, ji bo meseleya Kurd cewher û wêneyekî bû. Jiyana xwe fedayê mafên gelê Kurd kir, rastî îşkenceyê hat, hat girtin û bi sirgûnê re rû bi rû ma, lê ti carî dest ji têkoşînê berneda. Li gel ku nexweş û di nava nivînan de bû jî, ew kesayetek bû ku li Newroza Amedê temaşe dikir û ji berxwedana gelê Kurd îlham digirt. Soza me ji wî re ew e ku em ê vê têkoşîna wî daye destpêkirin bidomînin.”
ŞAHIDÎ JI DÎROKA SEDSALÎ RE KIR
Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, jî axivî û got: “Ew nivîskar, rewşenbîrek Kurd bû. Stêrkek sed salî ji nav me xurîcî. Tarik Ziya Ekîncî şahidê dîroka gelê Kurd a sed salên dawî ye.”
Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî wiha got: “Kekê Tarik, bîr û biryardariya sed salî ya dîroka me bû. Ji bo mafên gelê xwe têkoşîna wekhevî, edalet û demokrasiyê da. Zanîn û ilmê xwe bi her kesî re parve kir.”
Serokê Odeya Tabîban a Amedê yê berê Veysî Ulgen, jî axivî û got: “Heke îro em dikaribin daxwaza tenduristiya bi zimanê dayika xwe bikin û ev di rojevê de be; ev bi saya serê Tarik Ekîncî û rewşenbîrên weke wî bû.”
Cenaze hat veşartin û malbata Ekîncî spasiya beşdarên merasîmê kirin.