Pêncşem, 19 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rojnameger Alîcan Uludag hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Mehdî Ataca 31 sal şûnde hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga ‘Komîsyona Heqîqetê’ ji Dayikên Şemiyê jI bo meclîsê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bagcilarê civîna gel: ‘Ger pêvajoya aştiyê hebe, divê tecrîd were rakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di civîna Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de banga, ‘bila qeyûm werin betalkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MATÛHAY-DER’ê nerazîbûn nîşanî binçavkirinan da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    kademîya Jineolojî ya Şengalê: Di civaka Êzidî de helwesta xweparastinê zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê îdiaya êrîşa bi drona a li ser wesayîtekî: Kesek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qeladizê ciwanê ku ji Rojava vegeriya hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşên Îranê yên li hemberî zimanê Kurdî hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê em dersê ji Fermana 2014’an derxin û tifaqa xwe ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozmen: Heta ku meseleya Kurd neyê çareserkirin demokratîkbûn pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nûnera Filîstîniyan a li diasporê Leyla Şahid jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya 8’ê Adarê ya Londonê: ‘Rojava warê jinên azad e; em ê biparêzin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê deklarasyona 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinek li Silêmaniyeyê hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê deklarasyona 8’ê Adarê: ‘Em avakirina jiyana nû pîroz dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çarenûsa 25 jinên li Îranê hatibûn binçavkirin ne diyar e 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Divê edaleta rasteqîn pêk were, ne edaleta mêr’
Jin

‘Divê edaleta rasteqîn pêk were, ne edaleta mêr’

Jinan nerazîbûn nîşan dan ku hefteya dawî piştî Paketa Dadgeriyê ya 11'emîn du jin ji aliyê mêr ên hatin berdan ve hatin kuştin û gotin "Em edaleta rasteqîn dixwazin, ne edaleta mêr." Jinan xwestin, guhertin bê sererastkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Çile 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) di 11 mehên destpêkê yên sala 2025’an de 260 jin hatin kuştin, 267 jinan jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan. Bi Paketa Dadgeriyê ya 11’emîn re ku hefteya derbasbûyî li meclîsê hate qebûlkirin, zêdeyî 50 hezar girtiyên edlî hatin berdan. Yek ji kesên hatin berdan Okay Gur rojek piştî ku girtîgehê derket Rojda Yakişikli qetil kir ku bi olî pê re hatibû zewicandin. Jinên Amedî diyar kirin ku paket wê sûcên li dijî jinan û zarokan zêde bike û anîn ziman ku welat ji bo jinan her roj bêhtir neewle dibe û bal kişandin ser girîngiya xweparastinê.

Jinên Amedî ragihandin ku guhertina hatiye kirin bi kêrî jinan nayê û bi gotina “Em edaleta mêran naxwazin” bang kirin ku Peymana Stenbolê bê vegerandin û guhertinên destûra bingehînî bêne kirin.

‘QADÊN NE EWLE ZÊDE DIBIN’

Sekretera Jinan a Şaxê Amedê ya SES’ê Îlknûr Ayik bal kişand ser cînayetên piştî Paketa Dadgeriyê ya 11’emîn û got, “Di nava sê rojên piştî Paketa Dadgeriyê ya 11’emîn de 2 hevalên me yên jin hatin qetilkirin. Wê hîn bêhtir bibin û em vê qebûl nakin. Têkildarî vê yekê divê sererastkirin bêne kirin. Ji bo jin neyên kuştin divê tavilê guhertin bêne kirin. Ji ber ku em êdî naxwazin bimirin. Em naxwazin kujerên me bêne berdan. Em edaleta rastî dixwazin, em edalata mêr naxwazin.”

Îlknûr Ayik anî ziman ku Tirkiye ji bo jinan bûye welatekî hîn bêhtir neewle û nerazîbûn nîşan da ku sala 2025’an weke “Sala Malbatê” hate ragihandin. Îlknûr Ayik got, “Tirkiye jinan ber bi qadeke bêhtir neewle ve dehf dide. Sala 2025’an weke ‘Sala Malbatê’ hate ragihandin lê belê ji bo jinan bû saleke nebaş. Eger em li ser ‘Sala Malbatê’ bixwazin, dest li şêweyê zayînê, şêweyê lixwekirina kincan a jinan tê werdan. Herî dawî Diyanetê fetwayek li ser kincên jinan ragihand û dewama vê wê were. Em saleke bi vî rengî ya malbatê qebûl nakin.”

‘DI PAKETÊ DE DIVÊ SERERASTKIRIN BÊ KIRIN’

Îlknûr Ayik nerazîbûn nîşanî polîtîkayên lihevanînê ya jinan jî da û got, “Li gel ku gilî tê kirin, pêvajoya lihevanînê tê bikaranîn. Em vê qebûl nakin. Jin ji aliyê bav, bira, hevjîn, hezkiriyên xwe ve têne kuştin. Li hemberî vê yekê divê pêkanînên cezayî yên rasteqîn hebin. Di Paketa Dadgeriyê ya 11’emîn de divê bi lez sererastkirin bêne kirin. Bila yên weke Rojda êdî nemirin.”

‘BI VAN PAKETAN RE RIZANDIN ZÊDE DIBE’

Seroka Komeleya Jinan a Rosa Sûzan Îşbîlen jî diyar kir ku li welêt edaleta rasteqîn nehatiye bicihanîn û got, “Li vî welatî desthilatdariyek heye ku naxwaze edaleta rasteqîn pêk were. Heta ku edalet pêk neyê di serî de jin temamiya civakê di bin rîskê de ye. Desthilatdariya AKP’ê di nava 23 salan de 11 paketên dadgeriyê amade kir. Hewl didin ku tenê bi paketên dadgeriyê vê pêvajoyê bimeşînin lê belê bêedaletî û bêhiqûqiya van paketan, têra rawestandina rewşa riziyayî ya li welêt nake.”

‘JI BER PAKETA DADGERIYÊ JIN HATIN QETILKIRIN’

Sûzan Îşbîlen diyar kir ku hişyariyên ji aliyê rêxistinên jinan ve berê hatibûn dayin pêk hatin û got, “Kampanya EŞÎK’ê gelekî girîng bû. Me gotibû, ‘Bila jin hay ji xwe hebin, kujerên jinan derdikevin derve’. Mixabin em mafdar derketin. Kujer hatin berdan û destpêkê 2 hevalên me yên jin qetil kirin. Eger ne ji wê paketa dadgeriyê bûya îro ew jin sax bûn.”

Sûzan Îşbîlen ragihand ku ji bo jinan cihê herî xetere mal in û got, “Di nava vê sîstemê de qada herî bi rîsk a ji bo jinan malên wan bi xwe ne. Ji ber ku bi kujeran re dijîn. Mêr di hinceta herî biçûk de tolê ji jinê hiltîniln. Ev yek ne meseleyeke welê ye ku tenê bi sererastkirinên qanûnî bê çareserkirin; pêwîstî bi wan polîtîkayan heye ku têgihiştina mêrbûyînê bi temamî bixe ber lêpirsînê û ev yek ji perwerdeyê heta medyayê bê meşandin.”

‘JI BILÎ RÊXISTINBÛNÊ TEDBÎREK NÎNE’

Xebatkara Navenda Piştevaniya Jinê ya Şaredariya Sûrê Dîlek Acar jî diyar kir ku jin êdî xwe ewle nabînin û got, “Di nava şert û mercên heyî yên Tirkiyeyê de ti tedbîr nîne ku jin karibin werbigirin, ji bilî rêxistinbûnê. Em dibînin ku di dema dawî de tora rêxistinbûnê jî hatiye lawazkirin. Di vê nuqteyê de divê xeta têkoşînê bê xurtkirin.”

Dîlek Acar Tirkiye ji bo jinan ber bi pêvajoyeke neewle ve tê dehfdan û got, “Êdî li ti bajarekî Tirkiyeyê jin nikare bi ewle bigere. Em li malên xwe jî ne ewle ne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çala Reş a 13 milyar salî zanyar matmayî hişt
Nûçeya Pişt re KJAR: Çareseriya pirsgirêkên li Îranê zanebûna demokratîk e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Qirkirina siyasî: 18 kes hatin girtin

Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Stenbol, Manîsa û Îzmîrê hatin kirin de, 18 kes…

Ji aliyê Stêrk TV

Halîde Turkoglû: Jin dikarin civakê biguherînin

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di hevdîtina jinan a li Meletiyê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şîliyê şewatên daristanan: 19 kes mirin, deh hezar jî hatin veguhastin

Di encama şewatên daristanên li başûrê Şîliyê de 19 kesan jiyana xwe ji dest dan.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Îranê 4 jin hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Nûnera Filîstîniyan a li diasporê Leyla Şahid jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Bernameya 8’ê Adarê ya Londonê: ‘Rojava warê jinên azad e; em ê biparêzin!’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê deklarasyona 8’ê Adarê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?