Çarşem, 17 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dr. Ulgen: Xizmeta tenduristiyê zehmet bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandarê berê yê FARC’ê: Zemîna hiqûqî nebe pêvajoyên aştiyê nameşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Em li benda destpêkirina pêvajoya derxistina qanûnan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arkaş: Em ê bi hev famkirinê aştiyê bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûşê Hevdîtina Aştî û Civaka Demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Alîkariyên gelê Rojavayê Kurdistanê gihîşt Çemçemalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Teziya Çiya Farqîn bi rengekî girseyî hat ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK cara 14’an li hev rûniştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agirî civîna ‘Aştî û Civaka Demokratîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    FIFA’yê xelata alîgirên herî baş da alîgirên Zaxoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora ÎHD’ê: Li Tîpa T a Êlihê binpêkirinên giran li dijî girtiyên nexweş

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jina Elewî ya ji Humsê, Buşra: Rizgarî nîne, qirkirina sîstematîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di asta navneteweyî de êrişên li ser parêzvanên mafên jinan zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirina bi guman a jinan zêde dibe: Kujer tên parastin an jî bêceza têne hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê nerazîbûn nîşanî binçavkirinên li Îranê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    YE’yê bang li Tehranê kir ku Nêrgiz Mihemedî berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Fermandar Berfîn Nûrhaq fermandara hezkirin û kedê bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd a 1’emîn a Heidelbergê bi beşdariyeke xurt destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Huner bîr e, berxwedan e, bangeke kolektîf e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filma bîr û zarokan a di dema qedexeyan de: Sîtav

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 3’emin a Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Divê gavên baweriyê bêne avêtin’
Rojane

‘Divê gavên baweriyê bêne avêtin’

Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak diyar kir ku pêvajoya çareseriyê bi polîtîkayên ewlehiyê nikare bimeşe, mafên bingehîn nikarin bi şert û mercan ve bêne girêdan û got ku mutabakata civakî û gavên baweriyê yên hevdu, zemîna bingehîn a pêvajoyê ne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê OHD’ê Parêzer Serhat Çakmak, destnîşan kir ku pêvajoya çareseriyê tenê dikare li ser zeminê ku bîra dîrokî dibîne, pirsgirêka hemwelatiya wekhev dike navend û nêrînên ewlehiyê derbas dike, pêş ve biçe. Çakmak anî ziman ku maf û azadiyên bingehîn nikarin bi tenê gavên rêxistinê ve bêne girêdan, aştîxwaziya civakî dikare bi zagonên veguhêz ve bê vekirin. Çakmak bilêv kir ku xebatên komîsyonê divê ne ku gengeşiyê bigire, divê wê berfireh bike û gavên baweriyê dikarin li ser girtiyên nexweş û zindaniyên demdirêj de şênber bibin. Herwiha destnîşan kir ku ne ferzkirinên yekalî, lê gavên hevdu yên ku hestiyariyên her du aliyan dibînin li gorî ruhê pêvajoyê ye.

BÊ BÎRA DÎROKÎ ÇARESERÎ NABE

Hevserokê Giştî yê OHD’ê Parêzer Serhat Çakmak, aliyên hiqûqî û siyasî yên pêvajoya çareseriyê nirxand. Çakmak bal kişand ser paşxaneya dîrokî ya pêvajoyê, pirsgirêka hemwelatiya wekhev û gavên ji bo pevçûn çênebin pêwîst in û got: “Ez difikirim ku divê li meseleyê di hem warê hiqûqî û hem jî siyasî de ji du aliyên cuda bê nêrîn. Dema em li awayê destpêkirina vê meseleyê, bi kîjan armancê dest pê kiriye û şert û mercên wê serdemê binêrin, em dibînin ku armanc bi rastî jî aştiya civakî, misogerkirina aştiya hundirîn a Tirkiyeyê ye. Ev pêvajo di lîteraturên cuda de hat pênasekirin; gotinên wekî ‘hiqûqa xwişk-biratiyê’ jî hatin bikaranîn. Lêbelê, li gorî me, ev hîn jî nêrînên tirsonek in, ango rastiya ku gaveke wêrek nehatiye avêtin nîşan didin. Ji destpêkê ve bi refleksên wekhev hat tevgerîn. Bêguman niyeteke bingehîn hebû; Çêkirina konsensusê aştiya hundirîn ku hemû welatiyên Tirkiyeyê hembêz bike. Di vê çarçoveyê de di destpêkê de daxuyaniyên pir bilind hatin dayîn. Mînak, serokê MHP’ê derbarê Birêz Ocalan de gotinên wekî ‘Bila di meclîsê de biaxive, bila mafê hêviyê li ser wî bê pêkanîn’ anî ziman.

Lê belê, dema em meseleyê ji bîra dîrokî qut bikin, negihîştina çareseriya rastîn ji me re ne pêkan e. Em girîng dibînin ku komîsyoneke bi beşdariya hemû partiyên meclîsê bê avakirin, ev komîsyon bi hev re bixebite, hawîrdora pevçûn çênebin bê afirandin û her du alî jî jê re dilsoz bin. Lê belê, nîqaşkirina meseleyê bi polîtîkayeke ewlehiyê, tê wateya paşguhkirina hestiyariyên bingehîn ên civaka Kurd. Em behsa dîrokeke 100 salî dikin. Xala destpêkê ya pirsgirêkê jî, di rastiyê de, ji ber ku dewleta 100 sal berê hatiye avakirin, bingehê hemwelatiya wekhev ava nekiriye, pênaseyek li ser hemwelatiya wekhev nekiriye, tenê nasnameyek esas girtiye û nasnameyên din bi çand û nirxên xwe nikarin di vî welatî de hebin, derketiye.

HÎN JÎ NÊZÎKATIYEKE EWLEHIYÊ HEYE

Serhat Çakmak, di nirxandina xwe ya derbarê pêvajoya çareseriyê de, anî ziman ku nêrîna ewlehiyê didome û diyar kir ku maf û azadiyên bingehîn nikarin bi şert û mercan ve bên girêdan û nîqaş ji zemîna hiqûqê dûr ketiye: “Niha wiha tê gotin; Bila ev bê kirin, ew bê kirin; paşê jî em li ser rêziknameyên têkildarî maf û azadiyên bingehîn biaxivin. Li ser sernavê ku qada wî jî ne diyar e, tê gotin ’em biaxivin’. Paradoksa bingehîn jî li vir derdikeve holê. Me rasterast naveroka raporan nedît, lê li gorî ku em ji nêrînê fam dikin, hîn jî nêrîneke ewlehiyê heye; vîna avêtina gaveke wêrek xuya nake.

Heke mesele nirxandineke hiqûqî ye, em vê dizanin: Maf û azadiyên bingehîn di vî welatî de, bi polîtîkayên ewlehiyê ve nayên girêdan û bi mantiqa ‘ev çêbibe ew çêdibe’ nayê girtin. Em rast nabînin ku maf û azadiyên bingehîn ên ku divê ji bo beşekê bêne dayîn, bi gava ku rêxistinek dê biavêje ve bêne girêdan û nîqaşkirin. Di vî warî de normên hiqûqa gerdûnî û peymanên navneteweyî hene; peymanên ku Tirkiye şirîkê wan e, hin ji wan jî bi tirs e tirs hatine pejirandin. Dema em ji vê çarçoveyê jî dinêrin, eşkere ye ku mesele çiqasî ji zemîna hiqûqê dûr hatiye girtin.

EM RAST NABÎNIN KU PÊVAJO LI SER TÊGEHÊN POŞMANIYA BANDOR AN JÎ EFÛYÊ BÊ MEŞANDIN

Çakmak diyar kir ku di nîqaşên derbarê pêvajoya çareseriyê de, maf û azadiyên bingehîn nikarin bi şert û mercan ve bêne girêdan, lê rêziknameyên ji bo endamên rêxistinê divê di çarçoveya zagonên veguhêz de bêne nirxandin. Çakmak tekez kir ku pêşniyarên partiyên siyasî, tevî ku rapor nehatibin dîtin jî, li gorî daxuyaniyan, meseleyê ji çarçoveya wê ya dîrokî qut dikin û wê tînin ser asta polîtîkayên ewlehiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gavên ku divê ji bo maf û azadiyên bingehîn ên li welêt bêne avêtin, divê bi tu şert û mercan ve neyên girêdan. Rêziknameyên têkildarî mîlîtanên rêxistinê jî, divê di bin sernavê zagonên veguhêz de bêne nirxandin. Wekî ku min berê jî anî ziman, me raporên partiyan bi tevahî nedît; em nirxandinên xwe tenê li ser agahiyên ku di çapemeniyê de belav bûne û daxuyaniyên rayedarên partiyan dikin.

Li gorî van daxuyaniyan, MHP difikire ku divê gavên di çarçoveya xala 221. a TCK’ê de bêne avêtin; qet nebe di gotinên wan de wisa xuya dike. Di AKP’ê de jî xuya ye ku niyeta derxistina qanûnek taybet ji bo PKK’ê heye. Lêbelê, qada vê fikra qanûna taybet jî ji pêşniyara MHP’ê pir cuda xuya nake. Dema MHP bicîhanîna bendên poşmaniya bandor tîne rojevê, AKP jî di bin perdeya qanûna taybet de di rastiyê de heman xalê nîşan dide.

Pêşniyarên her du partiyan – tevî ku me rapor nedîtibin jî nîşan didin ku meseleyê ji bîra wê ya dîrokî qut dikin û wê tînin ser asta polîtîkayên ewlehiyê. Heke em behsa aştiya hundirîn, hiqûqa xwişk-biratiyê dikin, divê rêziknameyên ku bêne çêkirin jî esasî bin. Em pêşbînî dikin ku pêşniyarên derbarê zagona înfazê de, dê ji cihên ku normên hiqûqa gerdûnî hewce dikin, pir dûr bimînin.

Her wiha rêziknameyên têkildarî mîlîtanên rêxistinê di zagonên heyî de hene. Ji ber vê yekê, em rast nabînin ku nîqaş li ser têgehên poşmaniya bandor an efûyê bê meşandin. Heke em qala aştiyeke civakî dikin, em difikirin ku divê em navê hin têgehan eşkere daynin.”

NE BI NÊRÎNA YEK ALÎ, LÊ JI CIHEKÎ KU HESTIYARIYÊN HER DU ALİYAN DIBÎNE DIVÊ WERE NÊRÎN

Hevserokê Giştî yê OHD’ê Parêzer Serhat Çakmak, destnîşan kir ku li gorî ruhê pêvajoyê, gavên baweriyê yên li ser mutabakata hevdu û lihevhatineke civakî ne: “Heke em behsa qonaxekê dikin ku di dawiya pêvajoyê de her du alî jî li ser li hev kiribin, rêziknameyek wiha dikarîbû bê anîn: Hukmek eşkere ku endam û rêveberên rêxistina xwe betal kiriye, li Tirkiyeyê rastî ti darizandinekê neyên. Em difikirin ku rêziknameyên ku îşaret bi poşmaniya bandor a di TCK 221’an de dikin an jî di bin perdeya qanûna taybet de heman xalê nîşan didin, dê li gorî ruhê pêvajoyê nebin.

Ya girîng, rewşeke bê pevçûn li welêt hebe û di vê hawîrdora bê pevçûn de hemû nîqaş di nav meclîsç de bi awayekî eşkere û şefaf bêne meşandin; divê raya giştî jî bikaribe tevlî van nîqaşan bibe. Tê zanîn ku dê rapor bên yekkirin, ji aliyê komîsyonê ve şêwaza dawî bê dayîn, lê nîqaş dê berdewam bikin. Ji ber vê yekê em dibêjin ku divê rê li ber nîqaşan neyê girtin, alî ji hev re rê negirin û mesele di çarçoveyek berfirehtir de bê girtin. Pêwîst e ne bi nêrîna yek alî, lê ji cihekî ku hestiyariyên her du aliyan dibîne, nêzîk bibe.

Ji ber vê yekê em di wê baweriyê de ne ku ya ku dê çareseriya esasî peyda bike, mutabakata civakî ye û bi mutabakata civakî re aştiya civakî pêkan e. Ev dikare wekî zagonên derbasbûnê bê navandin; lê divê ev zagon ne ku erka yekalî li ser rêxistin an dewletê ferz bikin, divê her du alî jî gavên baweriyê yên hevdu bavêjin. Li gorî ku me heta îro dît, biryara fesihkirinê ya ku bi banga 27’ê Sibatê re hat girtin, paşê şewitandina çekan di meha Tîrmehê de û pêvajoya vekişînê ya ku paşê dest pê kir, bûn mînakên van gavên baweriyê.”

PÊŞKÊŞKIRINA RAPORAN NE QONAXA DAWÎ YE

Serhat Çakmak di heman demê de çarçoveyek jî xêz kir ku gavên baweriyê yên di pêvajoya çareseriyê de çawa dikarin li ser girtiyên nexweş û mehkûmên demdirêj de şênber bibin: “Ya ku li vir tê hêvîkirin, rakirina astengiyên hiqûqî û îdarî-burokratîk ên têkildarî girtiyên nexweş, û di heman demê de rakirina astengiyên burokratîk ên têkildarî lijneyên îdarî û çavdêriyê ye. Bi vî awayî, bidawîkirina rewşa mehkûmên 30 salî, berdana girtiyên ku hîn ji ber darizandinên PKK’ê girtî ne û dosyeyên wan li îstînaf, Dadgeha Bilind an jî dadgeha destpêkê ne, dê wekî gavên baweriyê bêne dîtin.

Pêwîst e gav bi gav, hêdî hêdî bi gavên hevdu di vê meseleyê de pêşveçûn çêbibe. Gotinên herî radîkal an jî nîqaşkirina gava herî dûr a îro, dê ne di cîh de be. Komîsyonê xebat meşandin, di encama xebatan de hin gav hatin avêtin û em dibînin ku hêdî hêdî hin tişt ji bo komîsyonê dikarin zelal bibin. Lê ez difikirim ku divê rê li ber nîqaşê neyê girtin, rê li ber têgihîştina hev neyê girtin. Em dibînin ku AKP, MHP an jî DEM Partî û CHP’ê jî raporên xwe pêşkêşî komîsyonê kirine. Di vî alî de, ez difikirim ku pêşkêşkirina raporan ne dawî, ne qonaxa dawî ye, em li cihekî ne ku nîqaş dikarin careke din bêne meşandin.”

SÛRIYE DIVÊ JI ŞERTAN BÊ DERXISTIN

Çakmak anî ziman ku ferzkirina Şamê wekî şert di pêvajoya çareseriyê de û daxwazên yekalî yên Tirkiyeyê pêvajoyê asteng dikin û got ku pêşveçûn tenê bi gavên dualî pêkan e: “Divê em vê yekê dubare bikin: Divê ji gotinên tûj ên wekî “Ew çênebe ev nabe” ku pêvajoyê asteng dikin, dûr bê sekinandin. Xwe fesixkirina PKK’ê gavek bû. Em nêzîkatiyên hişk ên wekî “Heta ku hemû çek neyên danîn, ti gavek nayê avêtin” rast nabînin. An jî divê em negihîjin qonaxeke astengdar di gotinên ku meseleya entegrasyona li Sûriyeyê xeta me ya sor e.

Gelo tê xwestin ev gavên wêrek bêne avêtin? Lê belê, gava yekalî nabe. Organên rayedar ên Tirkiyeyê bi berdewamî bi hikûmeta Şamê re dicivin, lê çima ji civîna bi hikûmeta QSD’ê re direvin? Di navbera pozîsyona hiqûqî ya hikûmeta QSD’ê û pozîsyona hiqûqî ya rêxistina ku hikûmeta Şamê pê ve girêdayî ye de ti cudahî tune bû. Heke bi rastî jî tê xwestin ku ev kar bi gavên wêrek bê çareserkirin, çima bi her du aliyan re nayê civandin û pirsgirêka sereke ya astengdar çi ye, di vî warî de çima gav nayên avêtin? Dikare bi guhdarîkirina her du aliyan re rola û erka hêsan û çareserker bigire.

Yanî, rêveberiya Şamê hîn ne xwedî rolek û mîsyonê ye ku bikaribe xwe biçespîne, yekîtiya tevahî ya Sûriyeyê bigire. Li bendêbûna ku rêveberiya Şamê ku xwe neçespandî ye, xwedî vê toleransê be û QSD bê şert û merc bi rêveberiyek ku xwe îspat nekiriye re entegre bibe, bi rastiya herêmê re ne guncaw e. Niha, dema ku rêveberiya Şamê ne di nav avahiyekê de ye ku wekî rêveberiya QSD’ê aştiya xwe ya hundirîn pêk aniye, hemû dînamîkên li herêma xwe hembêz kiriye, hemû dînamîkên xistiye nava rêveberiya xwe; em ê çawa li bendê bin ku avahiyek ku di nav avahiyek ewqas belavbûyî de ye û bi rastî jî pergaleke laîk jî qebûl nake, rêzê li nasnameyên din ên etnîkî bigire? An jî em ê çawa li bendê bin ku rêzê li beşên xwedî endamên olî yên cuda bigire? An jî em dizanin ka ew çawa li meseleya jinê dinêre.

Di vê xalê de, Tirkiyeya ku ji rêveberiyek ku kêmasiyên xwe temam nekiribe, hin tengiyên vê rêveberiyê û ji bo çareserkirina van tengiyan hin gavan biavêje pêşniyar nake, li bendêbûna ku HSD bê şert û merc xwe bi wir re entegre bike, li gorî rastiya herêmê nîn e. Di vê xalê de jî, eşkerekirina ku xetên sor ên Tirkiyeyê hene û van xetên sor her tim wekî astengî li pêşiya masê dibîne, li gorî ruhê maseya muzakereyê nîn e.

Rêbaza herî girîng a ku em ji tecrûbeyên çareseriya pevçûnan ên cîhanê dizanin, ew e ku alî ferzkar nebin. Pêdivî ye ku ji ferzkarîyê bêtir hêsankar bin. Em difikirin ku heke di vî warî de hestiyariyên pêwîst bêne misogerkirin, pêvajoya ku gavên ewqas dîrokî û girîng tê de hatine avêtin, dê pêşve biçe û bidome.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Fermandarê berê yê FARC’ê: Zemîna hiqûqî nebe pêvajoyên aştiyê nameşin
Nûçeya Pişt re Dr. Ulgen: Xizmeta tenduristiyê zehmet bûye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD’ê êrîşa li Şamê şermezar kir

QSD’ê êrîşa li ser dêra Mar Ilyas a li Şamê şermezar kir û diyar kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Di nava çar salan de nêzî 60 hezar Tirk îltîcayî Emerîkayê kirin

Li gorî agahiyên dawî yên ji aliyê Saziya Parastina Gumruk û Sînor a DYE ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Lûtkeya BRİCS li Kazanê

Eleqeya li ser BRICS li çaraliyê cîhanê bi girîngî û xwezayî zêde dibe. Piştî berfirehbûna…

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dr. Ulgen: Xizmeta tenduristiyê zehmet bûye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Fermandarê berê yê FARC’ê: Zemîna hiqûqî nebe pêvajoyên aştiyê nameşin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 17’Ê KANÛNA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Alîkariyên gelê Rojavayê Kurdistanê gihîşt Çemçemalê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?