Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê gerîlayên YJA Starê Delîla Argeş û Nûjiyan Çiya, têkildarê girîngiya rojê ji ajansa me re axivîn. Gerîlayên YJA Starê, diyar kirin ku divê jinên têkoşer 8’ê Adarê bi ruhê yekîtiyê pêşwazî bikin û hemû rojan veguherînin 8’ê Adarê.
Gerîlaya YJA Star Delîla Argeş: Ez di serî de 8’ê Adarê li Rêber Apo û hemû jinên cîhanê yên ku têdikoşin pîroz dikim. Li ser bingeha gotina Rêber Apo ‘Ne tenê rojek, divê her roj bibe roja jinan’ têkoşîna azadiyê were meşandin. Ji ber vê yekê, em diyar dikin ku ji bo jiyaneke watedar, divê mirov her roj bi raman û felsefeya Rêber Apo bijî. Weke gerîlayên YJA Starê, em bi rêxistin, îrade û ramanên xwe şer dikin û li ber xwe didin. Em dibînin ku jin li çaraliyê cîhanê her sal bi coş û biryardariyeke hîn mezintir 8’ê Adarê pîroz dikin.
Ji çiyayan heta bajaran, jinên ku tevlî têkoşîna azadiyê dibin, divê wateya 8’ê Adarê zêdetir fêm bikin û jiyaneke azad biparêzin. Helwesta hevrê Sara ji bo têkoşîna jinan xwedî nirxekî mezin e; jiyana wê sembola têkoşîn û berxwedana domdar e. Divê em vê rojê hîn watedartir bikin da ku bîranîna hevrêyên xwe yên ku di meha Adarê de şehîd bûne, zindî bihêlin.
Têkoşîna jinan bi mîrateya Rosa Luxemburg berdewam dike. Berxwedana hevrê Sema Yuce li zindanê, fedakariya hevrê Bêrîtan û helwesta hevrê Arîn Mîrkan û hevrê Denîz li bajaran mînakên vê têkoşînê ne. Tevî êrîşên li dijî jinan jî, berxwedan mezin dibe. Ji ber vê yekê, ji bo jiyaneke azad rêxistinbûn û têkoşîneke xurt pêwîst e.”
Gerîlaya YJA Starê Nûjiyan Çiya: “Êrîşên li dijî jinan bi taybetî li Rojava, tê wateya êrîşa li dijî paradîgmaya azadiya jinan a Rêber Apo. 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, roja têkoşîna jinan li dijî serdestiya mêr û newekheviyê ye. Wekî ku Rêber Apo diyar kir, jin demek dirêj e wekî karkerên bêpere têne dîtin û di bin zilmê de têne hiştin. Ji ber ku hêz û yekîtiya jinan, hêzên serdest aciz dike, jin dibin hedef. Rola hevrê Sara di rizgariya jinan û rêxistinkirina jinan de mînakek girîng a vê têkoşînê ye.
Em weke jin dema ku xwe di warê welatparêzî, rêxistinî, etîk-estetîk, têkoşîn, ramana azad û îrade de pêş bixin, dikarin yekîtiya xwe xurt bikin. 8’ê Adarê ne tenê rojek e, rojek têkoşînê ye ku her roj were jiyîn. Jin bingeha jiyanê ne û divê xeta azadiyê bi berfirehkirina têkoşînê xurt bikin. Bi vê boneyê, ez hemû hevrêyên jin ên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim û 8’ê li hemû têkoşeran pîroz dikim.”

