În, 5 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mariana Conti: Jinên Kurd ji bo hemû jinan bûn mînakeke îlhamê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Turkoglu 46 roj in têkoşîna jiyanê dide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mahmut Alinak hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sezaî Temellî: Divê Meclîs demildest qanûnên taybet bigire rojeva xwe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Avesta: Bi taktîkên mijûlkirinê ne pêvajoyê bi pêş ve diçe ne jî pirsgirêka 100 salî çareser dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aslan ê ku piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnex û Mêrdînê bertekên li dijî darvekirinên li Îran û Rojhilat: Em ê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî darvekirinên li Îranê bertek: Gelê Kurd bi darvekirinan bêdeng nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Hevrêyê me Heqî di êrişa Îranê de şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Mujde Gungor a ku hat qetilkirin li Mûşê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2’yemîn Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gurbetellî Ersoz serlêdan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîs Jinan a DEM Partiyê li dijî Pakêta Darazê ya 12’emîn banga têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bursayê Zafer Gungor jina ku pê re zewicî bû, qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Evîn ji 10 girtiyên jin re qedexeya telefon û hevdîtinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dogû: Şer sekinî lê têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-Çand-Ewropayê, Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev Çand-Ewropayê Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja duyemîn a 5’emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn berdewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi coş û girseyî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Temellî: Siyaseta derve ya Tirkiyeyê di dijberiya Kurdan de asê maye
Rojane

Temellî: Siyaseta derve ya Tirkiyeyê di dijberiya Kurdan de asê maye

Sezaî Temellî daxuyaniyên Hakan Fîdan û Wezareta Parastina Neteweyî ya derbarê Kurdên Îranê de rexne kir û diyar kir ku Tirkiye polîtîkayên rast û samîmî yên ji bo gel çênake û siyaseta wê ya derve xwe dispêre dijberiya Kurdan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Adar 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezareta Parastina Neteweyî yên derbarê Kurdên Îranê de nîşan dan ku nêrîna wan a berê li ser Kurdan berdewam dike. Fîdan diyar ku ew pêşketinên “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê” ya ku ji hêla pênc partiyên Kurdî yên li Îranê ve hatiye ragihandin ji nêz ve dişopînin; Wezareta Parastinê bi daxuyaniya dayî gef li PJAK’ê xwar.

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê yê Meclîsê Sezaî Temellî ev nêzîkatî rexne kir û anî ziman ku Tirkiye bi salan e di dijberiya Kurdan de asê maye û polîtîkayên rast û samîmî yên ji bo gel çênekiriye. Temellî diyar kir ku pêwîst e li kêleka Kurdên ku ji aliyê rejîma Îranê ve tên hedefgirtin bisekinin û rêya sêyemîn rêya aştiyê ye.

‘ÎHTÎMALA KU ŞER MEZIN Û BERFIREH BIBE PIR ZÊDE YE’

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê yê Meclîsê Sezaî Temellî diyar kir ku şerê li Îranê ne pevçûnek herêmî ye, lê pêvajoyek e ku hemû welatên herêmê û avaniyên navneteweyî eleqedar dike û got, “Berî her tiştî, şerê ku niha li Îranê di navbera DYE, Îsraîl û Îranê de diqewime, ne şerek herêmî û qismî ye. Ew şerekî mezin e ku hemû welatên herêmê û avaniyên navneteweyî jî eleqedar bike. Îhtîmala ku şer mezin bibe pir zêde ye. Ji ber vê yekê, em van hemû geşedanan bi fikar dişopînin.”

Temellî anî ziman ku yek ji sedemên şer siyaseta zextê ya rejîma Îranê li dijî gel e û bi bîr xist ku hêzên emperyal her tim di şerên parçekirinê yên herêmê de cih girtine. Temellî tekez kir ku gel di nava vê gengeşiyê de asê mane û wiha berdewam kir: “Lê divê ev yek were destnîşankirin ku yek ji hêmanên herî girîng ên ku dibin sedema vî şerî rejîma Îranê ew e ku 47 sal in bi hemû zordariya xwe li ser piyan maye. Ev rejîm bi siyaseta zilm û tundûtûjiya li dijî gelê Îranê li ser piyan maye. Her wiha em dizanin ku hêzên emperyal her tim di şerên parçekirinê yên herêmê de cih girtine. Bi DYE, Fransa, Îngilistan, Îsraîl re… Niha yên ku di navbera van her du geşedanan de asê mane kî ne? Gel in.”

Sezaî Temellî anî ziman ku ji ber van sedeman, divê gel rêya sêyemîn biparêzin û ev rê ji bo kedkar û jinan tê wateya rizgariyê û wiha pê de çû: “Ev hemû rastî li holê ye û ji ber vê yekê em dibêjin ku divê em li kêleka geşedanên ku sûdê bidin gel bisekinin. Em bi israr dibêjin ku rêya sêyemîn rêya rizgariyê ya gel, kedkar û jinan e; ev xala referansê ya paradîgmaya me ye. Bê guman, ev têkoşîn xwe dispêre avakirina civaka rêxistinkirî, berxwedana rêxistinkirî û pêşerojek li ser bingeha têgihîştina civaka demokratîk e. Ji ber vê yekê em bi biryardarî têdikoşin. Gel, gelên rêxistinkirî yan jî berxwedan nabe ku xwe bispêre ji du xerabiyan yekê hilbijêre. Ne mecbûr in ku ji du xerabiyan yekê hilbijêrin. Divê têkoşîna rêya rizgariyê ya jê bawer dike û dizane  ber”dewam bike.”

‘TIRKIYE GEŞEDANAN JI BO GELAN NAXWÎNE’

Temelli anî ziman ku Tirkiye bi salan e geşedanên li Rojhilata Navîn rast naxwîne û ji bo gelan polîtîkayan nafirîne û got, “Mixabin Tirkiyeye bi salan e tevî hemû geşedanên li Rojhilata Navîn rast naxwîne; mixabin ji bo Tirkan, Kurdan û gelên li herêmê dijîn polîtîkayan nafirîne. Ji ber vê yekê, ev rewşa nebûna siyaseta derve rasterast bandor li siyaseta navxweyî û gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê kiriye. Tirkiye wekî welatekî qeyranan jiyaye û her tim li derveyî welat li hincetan geriyaye. Lê ya esasî çima siyaseta derve ya Tirkiyeyê ji polîtîkayên derve û bi giştî ji poltîîkayan bê par e.”

Sezaî Temellî di vê çarçoveyê de anî ziman ku nêzîkatiya stratejîk a Tirkiyeyê xwe dispêre dijberiya Kurdan û wiha pê de çû: “Gelo aqlê Tirkiyeyê ya stratejîk heye? Ev mijara nîqaşê ye. Ger hebe jî, ev aqil tenê dema dijberiya Kurd dibe mijar ev geşedan derketin pêşberî me. Îro dema ku em li ber şerekî ewqas mezin in, dema ku ev şer li rojhilatê Tirkiyeyê diqewime, daxuyaniyên Wezîrên Karên Derve û Parastinê yên Tirkiyeyê hîn jî têgihîştina nijadperest a ku bi dehan salan dom kiriye nîşan didin. Yanî li devera ku Kurdek lê hebe, tenê siyaseta wan ew e ku li dijî wan derkevin.”

Sezaî Temellî destnîşan kir ku sînorê polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê dijberiya li hemberî Kurdan e. Temellî mînakên Sûriye û Iraqê bi bîr anî û got ku polîtîkayên dijberiya Kurdan gihîştiye asta ku Îsraîlê bîne gel hev û wiha got: “Li şûna ku geşedanên li Rojhilat û Îranê rast bixwînin, ew hemû hiş û enerjiya xwe bi dijberiya Kurdistan û Kurdên li Îranê xerc dike. Û em vê yekê bi rastî li Sûriyeyê dizanin. Berê jî ji Iraqê dizanin. Em dizanin ku wan di pêvajoyên avakirina Başûrê Kurdistanê de çi rol lîstine û têkiliyên çawa tên jiyîne. Em derbarê têkiliyên ku di demên dawî de li Sûriyeyê bi Esad re hatine danîn, têkiliyên ku piştî Esad bi Şara re hatine danîn û heta ku ew ji ber polîtîkayên ddijberiya Kurdên li Sûriyeyê bii Îsraîlê re hatin gel hev. Em îro heman tiştî ji bo Îranê jî dibînin. Mixabin, polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê nekariye ji helwestek li dijî Kurdên ku li derveyî sînorên Tirkiyeyê dijîn wêdetir biçe. Û hîn jî nikare biçe…”

‘JI BO AŞTIYA MAYÎNDE POLÎTÎKAYA JIDIL ŞERT E’

Temellî diyar kir ku li Tirkiyeyê geşedanên ji bo avakirina aştiyeke mayînde di navbera Tirk û Kurdan de diqewimin, lê ji bo aştiyeke mayînde pêwîstî bi polîtîkayeke jidil heye û got, “Li Tirkiyeyê di navbera Tirk û Kurdan de di nav sînorên Tirkiyeyê de ji bo avakirina aştiyeke mayînde geşedan diqewimin. Lê ev ne mijarek e ku di nav sînoran de were asêkirin. Ji ber vê yekê, divê Kurdên li derveyî sînoran jî li ber çavan bigirin û di vê wateyê de polîtîkayeke rastîn, rast û dilsoz biafirînin. Ger em daxuyaniyên Birêz Ocalan ên 27’ê Sibata 2025’an û 27’ê Sibata 2026’an drast bixwînin, li wir ji xwişk-biratiyê wêdetir divê derbasî çarçoveyek hiqûqî bibe, girîng e ku binesaziya hiqûqî were avakirin. Hiqûqa ku em dibêjin di rastiyê de diyarkirina polîtîkayan e.”

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê yê Meclîsê Temellî anî ziman ku divê Tirkiye di vê çarçoveyê de dev ji nêzîkatiyên xwe yên xerab ên berê berde û wiha bi dawî kir: “Heke di afirandina aştiyeke mayînde de jidil bin, divê bi wî çavî li  Kurdên li derveyî sînorên xwe binêrin. Ji ber vê yekê, bi têgeha “terorîzmê” divê êdî ne bi nêzîkatiyên xerab ên berê ve, divê polîtîkayên we yên derve û navxweyî ji bo vê bibe bingehek. Mixabin, em vê yekê nabînin û ji ber ku em vê nabînin, wê ev nêzîkatî hem li herêmê û hem jî li Tirkiyeyê xetereyan zêde bike. Ji ber ku Kurd niha hedefa rejîma Îranê ne. Kurdên ku hedefa rejîma Îranê de ne, divê Rojhilat bê parastin. Heta ku ev yeke neyê kirin, li Îranê di serî de gelê Kurd û hemû gelên li wê herêmê wê bixin xetereyê. Bendewariya me ji TIrkiyeyê ev e. Divê êdî Tirkiye ji paşerojê dersê derxe û heman xeletiyan dubare neke.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 6’Ê ADARA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Li Başûr û Iraqê êrîşên bi dron û fuzeyan didomin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Fûat Kav: Çekdanîn bi şert û mercên Serok Apo ve girêdayî ye

Fûat Kav biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê şîrove kir û anî ziman ku têkoşîna çekdarî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li gundewarê Hemayê kesek hat qetilkirin

Li gundê El Qeter ê bajarê Hemayê ya ku di bin kontrola Hikûmeta Demkî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em ê li gorî biryarên hatine wergirtin tevbigerin

Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak destnîşan kir ku biryarên kongreya PKK'ê jiyana civakeke…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Ji akademîsyenan plana wekhev a ji bo paşeroja gerstêrkê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Mariana Conti: Jinên Kurd ji bo hemû jinan bûn mînakeke îlhamê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 5’Ê HEZÎRANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?