Daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezareta Parastina Neteweyî yên derbarê Kurdên Îranê de nîşan dan ku nêrîna wan a berê li ser Kurdan berdewam dike. Fîdan diyar ku ew pêşketinên “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê” ya ku ji hêla pênc partiyên Kurdî yên li Îranê ve hatiye ragihandin ji nêz ve dişopînin; Wezareta Parastinê bi daxuyaniya dayî gef li PJAK’ê xwar.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê yê Meclîsê Sezaî Temellî ev nêzîkatî rexne kir û anî ziman ku Tirkiye bi salan e di dijberiya Kurdan de asê maye û polîtîkayên rast û samîmî yên ji bo gel çênekiriye. Temellî diyar kir ku pêwîst e li kêleka Kurdên ku ji aliyê rejîma Îranê ve tên hedefgirtin bisekinin û rêya sêyemîn rêya aştiyê ye.
‘ÎHTÎMALA KU ŞER MEZIN Û BERFIREH BIBE PIR ZÊDE YE’
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê yê Meclîsê Sezaî Temellî diyar kir ku şerê li Îranê ne pevçûnek herêmî ye, lê pêvajoyek e ku hemû welatên herêmê û avaniyên navneteweyî eleqedar dike û got, “Berî her tiştî, şerê ku niha li Îranê di navbera DYE, Îsraîl û Îranê de diqewime, ne şerek herêmî û qismî ye. Ew şerekî mezin e ku hemû welatên herêmê û avaniyên navneteweyî jî eleqedar bike. Îhtîmala ku şer mezin bibe pir zêde ye. Ji ber vê yekê, em van hemû geşedanan bi fikar dişopînin.”
Temellî anî ziman ku yek ji sedemên şer siyaseta zextê ya rejîma Îranê li dijî gel e û bi bîr xist ku hêzên emperyal her tim di şerên parçekirinê yên herêmê de cih girtine. Temellî tekez kir ku gel di nava vê gengeşiyê de asê mane û wiha berdewam kir: “Lê divê ev yek were destnîşankirin ku yek ji hêmanên herî girîng ên ku dibin sedema vî şerî rejîma Îranê ew e ku 47 sal in bi hemû zordariya xwe li ser piyan maye. Ev rejîm bi siyaseta zilm û tundûtûjiya li dijî gelê Îranê li ser piyan maye. Her wiha em dizanin ku hêzên emperyal her tim di şerên parçekirinê yên herêmê de cih girtine. Bi DYE, Fransa, Îngilistan, Îsraîl re… Niha yên ku di navbera van her du geşedanan de asê mane kî ne? Gel in.”
Sezaî Temellî anî ziman ku ji ber van sedeman, divê gel rêya sêyemîn biparêzin û ev rê ji bo kedkar û jinan tê wateya rizgariyê û wiha pê de çû: “Ev hemû rastî li holê ye û ji ber vê yekê em dibêjin ku divê em li kêleka geşedanên ku sûdê bidin gel bisekinin. Em bi israr dibêjin ku rêya sêyemîn rêya rizgariyê ya gel, kedkar û jinan e; ev xala referansê ya paradîgmaya me ye. Bê guman, ev têkoşîn xwe dispêre avakirina civaka rêxistinkirî, berxwedana rêxistinkirî û pêşerojek li ser bingeha têgihîştina civaka demokratîk e. Ji ber vê yekê em bi biryardarî têdikoşin. Gel, gelên rêxistinkirî yan jî berxwedan nabe ku xwe bispêre ji du xerabiyan yekê hilbijêre. Ne mecbûr in ku ji du xerabiyan yekê hilbijêrin. Divê têkoşîna rêya rizgariyê ya jê bawer dike û dizane ber”dewam bike.”
‘TIRKIYE GEŞEDANAN JI BO GELAN NAXWÎNE’
Temelli anî ziman ku Tirkiye bi salan e geşedanên li Rojhilata Navîn rast naxwîne û ji bo gelan polîtîkayan nafirîne û got, “Mixabin Tirkiyeye bi salan e tevî hemû geşedanên li Rojhilata Navîn rast naxwîne; mixabin ji bo Tirkan, Kurdan û gelên li herêmê dijîn polîtîkayan nafirîne. Ji ber vê yekê, ev rewşa nebûna siyaseta derve rasterast bandor li siyaseta navxweyî û gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê kiriye. Tirkiye wekî welatekî qeyranan jiyaye û her tim li derveyî welat li hincetan geriyaye. Lê ya esasî çima siyaseta derve ya Tirkiyeyê ji polîtîkayên derve û bi giştî ji poltîîkayan bê par e.”
Sezaî Temellî di vê çarçoveyê de anî ziman ku nêzîkatiya stratejîk a Tirkiyeyê xwe dispêre dijberiya Kurdan û wiha pê de çû: “Gelo aqlê Tirkiyeyê ya stratejîk heye? Ev mijara nîqaşê ye. Ger hebe jî, ev aqil tenê dema dijberiya Kurd dibe mijar ev geşedan derketin pêşberî me. Îro dema ku em li ber şerekî ewqas mezin in, dema ku ev şer li rojhilatê Tirkiyeyê diqewime, daxuyaniyên Wezîrên Karên Derve û Parastinê yên Tirkiyeyê hîn jî têgihîştina nijadperest a ku bi dehan salan dom kiriye nîşan didin. Yanî li devera ku Kurdek lê hebe, tenê siyaseta wan ew e ku li dijî wan derkevin.”
Sezaî Temellî destnîşan kir ku sînorê polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê dijberiya li hemberî Kurdan e. Temellî mînakên Sûriye û Iraqê bi bîr anî û got ku polîtîkayên dijberiya Kurdan gihîştiye asta ku Îsraîlê bîne gel hev û wiha got: “Li şûna ku geşedanên li Rojhilat û Îranê rast bixwînin, ew hemû hiş û enerjiya xwe bi dijberiya Kurdistan û Kurdên li Îranê xerc dike. Û em vê yekê bi rastî li Sûriyeyê dizanin. Berê jî ji Iraqê dizanin. Em dizanin ku wan di pêvajoyên avakirina Başûrê Kurdistanê de çi rol lîstine û têkiliyên çawa tên jiyîne. Em derbarê têkiliyên ku di demên dawî de li Sûriyeyê bi Esad re hatine danîn, têkiliyên ku piştî Esad bi Şara re hatine danîn û heta ku ew ji ber polîtîkayên ddijberiya Kurdên li Sûriyeyê bii Îsraîlê re hatin gel hev. Em îro heman tiştî ji bo Îranê jî dibînin. Mixabin, polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê nekariye ji helwestek li dijî Kurdên ku li derveyî sînorên Tirkiyeyê dijîn wêdetir biçe. Û hîn jî nikare biçe…”
‘JI BO AŞTIYA MAYÎNDE POLÎTÎKAYA JIDIL ŞERT E’
Temellî diyar kir ku li Tirkiyeyê geşedanên ji bo avakirina aştiyeke mayînde di navbera Tirk û Kurdan de diqewimin, lê ji bo aştiyeke mayînde pêwîstî bi polîtîkayeke jidil heye û got, “Li Tirkiyeyê di navbera Tirk û Kurdan de di nav sînorên Tirkiyeyê de ji bo avakirina aştiyeke mayînde geşedan diqewimin. Lê ev ne mijarek e ku di nav sînoran de were asêkirin. Ji ber vê yekê, divê Kurdên li derveyî sînoran jî li ber çavan bigirin û di vê wateyê de polîtîkayeke rastîn, rast û dilsoz biafirînin. Ger em daxuyaniyên Birêz Ocalan ên 27’ê Sibata 2025’an û 27’ê Sibata 2026’an drast bixwînin, li wir ji xwişk-biratiyê wêdetir divê derbasî çarçoveyek hiqûqî bibe, girîng e ku binesaziya hiqûqî were avakirin. Hiqûqa ku em dibêjin di rastiyê de diyarkirina polîtîkayan e.”
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê yê Meclîsê Temellî anî ziman ku divê Tirkiye di vê çarçoveyê de dev ji nêzîkatiyên xwe yên xerab ên berê berde û wiha bi dawî kir: “Heke di afirandina aştiyeke mayînde de jidil bin, divê bi wî çavî li Kurdên li derveyî sînorên xwe binêrin. Ji ber vê yekê, bi têgeha “terorîzmê” divê êdî ne bi nêzîkatiyên xerab ên berê ve, divê polîtîkayên we yên derve û navxweyî ji bo vê bibe bingehek. Mixabin, em vê yekê nabînin û ji ber ku em vê nabînin, wê ev nêzîkatî hem li herêmê û hem jî li Tirkiyeyê xetereyan zêde bike. Ji ber ku Kurd niha hedefa rejîma Îranê ne. Kurdên ku hedefa rejîma Îranê de ne, divê Rojhilat bê parastin. Heta ku ev yeke neyê kirin, li Îranê di serî de gelê Kurd û hemû gelên li wê herêmê wê bixin xetereyê. Bendewariya me ji TIrkiyeyê ev e. Divê êdî Tirkiye ji paşerojê dersê derxe û heman xeletiyan dubare neke.”

