Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bendên kontrolê li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê danîn û dewriyeyên xwe pir kirine, bi taybet li pêşiya bendên hevbeş yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hikûmeta demkî zêde kirine.
Hat ragihandin ku ev bend û dewriyeyên hikûmetê rê nadin ku madeyên sotemeniyê û yên avahiyê, derbasî taxan bibin, tevgera şêniyan asteng dikin û tê gotin ku gelek kes hatine revandin.

